Li berdewamiya dengvedana berfireh a ragihandina “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê” li midya û nûçegihaniyên Îranî, deverî û cîhanî, Dengê Amerîkayê hevpeyvînek digel rêzdar “Hesen Şerefî” endamê Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmoikrat a Kurdistana Îranê bi rê ve bir.
Rêzdar Hesen Şerefî Li derheq giringiya hevpeymaniyerk wiha de bi Dengê Amerîkayê ragihand: “Hizbên Kurdistana Îranê li vê demê de hatine ser vê baweriyê ku meydana xebat û tekoşîna berfirehtir, karlêkertir û li warê qas û çawatiyê ve, kûrtir bikin.
Hesen Şerefî ev yeka jî bi Dengê Amerîkaytê ragihand ku çalakiyên Hizbên Kurdistanî li devereke berteng de sînordar nîne û li Newroza Xakîpoşan û tevgera Jin Jiyan Azadiyê de hemû deverên Kurdistanê ji Îlam û kirmaşan, beşek ji Luristan û heta bakûrîtirîn bajarê Rojhilatê Kurdistanê li xwe girtiye.
Rêzdar Şerefî îşare bi vê yekê jê kir ku Hizbên din ên Îranê jî ku bi rastî bawerî bi dêmokrasî û azadiya Îranê hebe, “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê” dikare digel wan danûstandinê bike û em hivîdarin ku ev Hevpeymaniya çi li asta Kurdistanê de çalakiyên berfirehtir bike û hem li asta rêkxirav û Hizbên din ên dijberî rêjîma Îranê, geşê geşe bike û bihêz be.
Herwisa rêzdar “Hesen Şerefî” li derheq çarçoveya çalakiyên “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê” de ragihand: “Çarçoveya çalakiyên Hizbên endam li vê hevpeymaniyê, hemû aliyên xebatê li warê ragihandin, pêşmergeyane, dîplomasî, siyasî û …hd li xwe digre.