Roja Sêşemî 24ê Şibatê, hejmareke zêde ji xwendekaran zêdetir ji 17 kombûnên nerizayetî li zanîngehên wek :”Bihiştî, Hunerê Îran, Sûrê, Zanist û pêşe, Şerîf, Terbiyet Muderris, Mêimarî û Honerê Pars, Elzehra, Emîrkebîr, Xwace Nesirê Tûsî, zanîngeha Sen`etiya Îsfehanê û li Perdîsê Merkezî, zanîngeha ilûmê Ictima`î û zankoya fennî ya zanîngeha Têhranê,” lidar xistine.
Herwisa li vê rojê de li zanîngehên “Azad, Şandîz û Secad” li bajarê Meşhedê de kombûnên nerizaytiyê bi rê ve çone.
Li wan zanîngehan de xwendekaran bi hilgirtina plakardên nerizayetiyê durûşmên wek “xwendekar bimre serşoriyê qebûl nake, bimre dîktator, xwendekarê binçavkirî dibe azad bikin, xwendekar bo mafê xwe bike hawar, biherife rêjîm, hejarî û giranî, em dê heta herifandinê pêş ve herin” dan.
Li çendîn kombûnan de hêzên tepeserker hewla têkdana kombûnê û alozî û tundûtîjîxistin li nav wan kombûnên aşitîxwazane û mafxwazane dan ku li zanîngeha “Ilm û Sen`et” a Têhranê de 2 xwendekar kevtine ber lêdan û kutanê.