Donald Trump, Serkomarê Amerîka li axaftinên xwe li kongireyê de zêdetir ji her mijarekê îşare bi rêjîma Îranê kir û tevî berevanîkirin ji siyasetên xwe li hember rêjîma Îranê huşdarî da ku rêjîma Îranê tevî hemû huşdarîdanên wî, niha mijûlê zindîkirin û nûjenkirina bernameya xwe ya navkî ye.
Serkomarê Amerîkayê bi tekezî ragihand ez bi ti awayekê derfetê nadime mezintirîn piştevanê terorîsmê ku bikare bomba navkî berhem bîne.
Donald Trump got: 47 sal temenê rêjîma Îranê tejî ye ji “hinardekirina terorîzmê, mirin û kînê”
Herwisa Serkomarê Amerîka îşare bi xwenîşandana vê dawiyê li Îranê kir û got: “rêjîma Îranê zêdetir ji 32 hezar kes ji xelkê Îranê kuştin. Rêjîmê teqe li wan kir û ev bidar vekirin û niha jî mijûlê zindîkirina bernameya xwe ya navkî ne û bernameya mûşekiya xwe heta astekê zêde kirine ku bûye gef bo ser Ewropayê û mijûlê berhemanîna wan cure mûşekan in ku bikarin Amerîkayê bikin armanc”.