Kongireya Netewên Îrana Federal, bi hilkefta pêkanîna “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê”, bi belavkirina peyamekê pîrozbahiyek germ li 5 Hizb û rêkxiravên siyasî yên Kurdistanê kir. Hizbên avakerê vê hevpeymaniyê ku ji: Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Hizba Jiyana Azad a Kurdistanê û Rêkxirava Xebat a Kurdistana Îranê pêk hatiye, li roja Yekşemî 22ê Şibatê, platformeke hevpeymaniyê wajo kirin.
Li peyama vê kongireyê de hatiye, ev pêngawa nîşaneya têgihîştin ji berpirsayetiya dîrokî, pêgihîştina siyasî û îradeya hevpar bo bihêzkirina piştgirî û hevahengî li pêxema berevanîkirin li mafên netewî yên Kurdistanê û hemû netewên li cografiyaya Îranê ye. Avakirina hevpeymaniyek bi vê şêwazê dikare rolek bi bandor li nêzîkbûna hêzên azadîxwaz û bihêzkirina xebata dêmokratîk de hebe.
Kongireya Netewên Îrana Federal hertim tekez li ser gotûbêj, hevkarî û yekgirtinê li navbera hêzên siyasî kiriye û avakirina vê hevpeymaniyê bi pêngawek erênî li rêya avakirina eniyeke berfireh bo gihîştin bi dêmokrasî, dadperwerî, vekhevî û dabînkirina mafên hemû netewên Îranê da zanîn.
Kongirê tevî hêviya serkevtinê bo vê hevpeymaniyê, amadebûna xwe bo piştevanîkirin li her hewldaneke hevpar li pêxema bidestveanîna mafên netewan, cihgîrkirina dêmokrasî û dabînkirina aşitî û aramî li Îranê, ragihand.