Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûneratiya Hizba Dêmokrat digel şandeke payebilind a Hizba N-VA, hevdîtin kir

17:21 - 25 Şibat 2026

Roja Dûşemî 23ê Şibatê, li bajarê Burîkselê de nûneratiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, hevdîtin digel şandeke payebilind a Hizba “N-VA”yê de kir.

Şanda “N-VA” pêkhatibû ji serokê Parlemana Federalî ya Biljîkê, seroka vê partiyê û seroka Komîteya Siyaseta Derve ya “N-VA” li Parlemana  Federaliya Biljîkê.

Li vê hevdîtinê de nûnerên parçeyên din ên Kurdistanê jî beşdar bûn û her parçeyekê jî li ser rewşa xwe axivîn.

Li vê derheqê de nûneratiya Hizba Dêmokrat gotara xwe ya li 3 waran de pêşkêş kir ku ji rewşa niha ya Îranê, rewşa opozîsiyon, hevgirtina hêzên Rojhilat bo herifandina rêjîma Îranê pêk hatibû û Ii dawiyê de rohnkirin li ser wan waran de dan ku dikarin hevkariyê bikin.

Şanda “N-VA” li dawiyê de bi pirsyarkirin û balkêşandin bi ser gotinan û herwisa pirsyarên wan li derheq rewşa Îranê, bo wan rojevên Îranê û pirsa Kurdistanê girîng bû.

Li dawiyê de nûneratiya Hizbê, pirsyar li helwîsta vê Hizbê li derheq guherînên li Îranê kir. Serokê Parleman û seroka “N-VA”yê bi rohnî îşare bi vê yekê kirin ku, ev piştevanî li ti girûp û aliyekê nakin ku xwe danabe bo cihgiriya rêjîma Îranê, Lewma seroka vê Hizbê got ku hûn dikarin li ser navê min rabigehînin ku “N-VA” alîgirî li ti kes û aliyek wek cihgir bo rêjîma Îranê, nake û vê mijarê pêwendî bi xelkê Îranê xwe ve heye.