Kempîna "Sêşemên Na ji Bo Sêdaredanê" ragihand ku girtiyên nerazî, ji bo 121emîn hefteyê li 56 girtîgehên cuda yên Îranê de ketine greva birçîbûnê.
Ev gav di demekê de ye ku Komara Îslamî pêla sêdaredanan tundtir kiriye.
Wê kempîn di daxuyaniyekê bal kêşandiye ser sêdaredana "Ebdulcelîl Şebexş" girtiyê siyasî yê belûç, û "Mihemed Ebasî" yek ji girtiyên xwepêşandanan û ragihandiye: Rêjîm cezayê sêdaredanê wek "amraza tepeseriyê û kuştina hikûmetî" ji bo tirsandina civakê bi kar tîne.
Daxuyanî tekeziyê li ser wê yekê dike ku sêdaredana xortan di vê rewşa xirab a aborî û civakî de nikare xelkê bêdeng bike, belku tovê hişyarî û berxwedanê belav dike. Di dawiyê de daxwaz ji çalakvanan û rêxistinên navdewletî hatiye kirin ku ji bo rawestandina sêdaran li Îranê de yekgirtî bin.