Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bêdengiyek ku bêhna hilweşînê dide

19:24 - 7 Gulan 2026

N. Hesen.Mukerem

 

Di êrîşên hewayî yên hevbeş ên Amerîkî û Îsraîlî yên 28ê Sibata 2026an de, Elî Xameneyî, Rêberê Bilind ê Rejîma Îslamî, û hejmarek ji berpirsên leşkerî û ewlehiyê yên herî payebilind ên rejîma terorîstperewer a Îranê hatin kuştin. Lê çîroka ku piştî wê hat, dibe ku ji êrîşê bixwe jî balkêştir û bigumantir be, çîroka rêberekî ku kesî nedîtiye, û hêzek ku di siya wî de dixebite.

Meclisa Xibrigan a rêberiya Îranê, Mocteba kurê Elî Xaminey,  piştî kuştina Xamineyî wek rêberê nû dest nîşan kirin. Lê ev hilbijartin ji destpêkê ve bi nezelaliyên micid tijî bû. Zêdetirî şeş hefteyan piştî ragihandina serokatiya Mocteba, ti kesî ew nedîtiye û ne jî bihîstiye. Di nav pevçûnekê de ku jiyana rejîmê xistiye bin gefê de, Xamineyî bi awayekî berbiçav ne amade bû, tenê daxuyaniyên bi navê wî li ser televîzyona dewletê hatine xwendin an jî li ser medyaya civakî hatine weşandin. Rejîmê heta vîdyoyên ku bi hişê destkird hatine çêkirin jî bikar aniye da ku nîşan bide ku Mocteba Xamineyî peyaman dide. Li vir de ye ku neynikek tarî nîşanî Tehranê dide yanî dibe Mocteba jî di gel bavê xwe yê xwînmij hatibe kuştin.

Dema ku welat yan hêzek di nav şer de be, rêber an serokê wî dewletî ji bo bilind ragirtina morala welatî û hêzên xwe her çiqas nexweş an birîndar jî bibe, hewl dide ku derkeve û bi corekê xwe nîşan bide ji bo mînak Dema ku Amerîka ket nava Şerê Cîhanê yê Duyemîn, serokê wê mirovek bû ku nedikarî bimeşe. Franklin Roosevelt, ku nexweşiya polîyoyê(felec) hebû, gav avêt da ku kêmasiya xwe ya laşî kêm bike, pir caran bikaranîna qertik û alîkariya kesên din hewl da ku hebûna xwe nîşan bide. Ev derketin heybeta wî ya ecêb a nîşandana hêz û baweriya wî û moralê bû, yan dema ku di kursiya bi teker de jî bû, rêzgirtinek taybet ji wî re dianî. Wî qet xwe veneşart, ew di radyoyê de axivî, li ber Kongreyê derket, bi Çêrçîl û Stalîn re civiya. Dibe ku laşê wî îzin nedaba, lê digel hemû zehmetiyan derdiket û diaxvî û daxuyanî didan. Di heman demê de ku Winston Çêrçîl bi nexweşiyan derûnî a giran re, lê tevî van krîzên derûnî, wî karî wêneyek giştî ya biryarderî û wêrekiya bêdawî biparêze. Çêrçîl li kolanên Lendenê, di nav dûman û agir de, dimeşiya, destên mirovan dihejand. Amadebûna fîzîkî ya wî bû ku ruhê neteweyê zindî dihişt, ne daxuyaniyên nivîskî. Her du rêberan dizanîn ku di şer de, xuyabûna serok an rêber weke çekekê ye.

Çend rapor rewşa rastîn a Mocteba Xameneyî eşkere kirine. Tê gotin ku Mocteba di êrîşa 28ê Sibatê de bi giranî birîndar bûye, sê caran bo lingê wî neştegerî kirin, destekî wî hate neştegerîkirin û hêdî hêdî fonksiyona wî vedigere, rû û lêvên wî bi giranî şewitîne û ji bo wî zehmet e ku biaxive. Balyozê Îranê yê li Qibrisê bi eşkereyî gotiye ku "Ez nafikirim ku ew di rewşek wisa de ye ku gotarekê bide." Lê Roosevelt jî nikaribû bimeşe. Çêrçîl, di rojên xwe yên herî tarî de, dixwest ji her tiştî bireve dema mirov rewşên wan rêberan dide berhev guman çêdibe ku Mocteba Xaminey sax be. Cudahî ev e ku wan hilbijart ku werin. Mocteba Xameneyî ev hilbijartin nekir, an jî nikare bike.

Lê li pişt vê nebûnê rastiyek girîngtir heye. Guman zêde dibin ku dibe ku Spaha Pasdaran a terorîst hêza rastîn be ku rê li ber desthilatdariyê digire, û Xameneyî bêtir wekî kesayetek bêdeng û sembolîk dilîze ne wekî biryarderek çalak. Li gorî raporan, spaha pastaran Meclisa Xibrigan han daye ku Mocteba wekî rêber hilbijêrin, û tevî mirina rayedarên rejîmê yên li pey hev di şer de, Spaha Pasdaran a terorîst (IRGC')ê rol û bandora xwe li ser pêkhateya siyasî ya Îranê berdewam kiriye. "Mocteba ne di rewşekê de ye ku biryarên krîtîk bide yan jî hatibe kuştin, lê dezgeh wî bikar tîne da ku pejirandina dawî li ser biryarên girîng bistîne," û "vegotina nêrînan ji Mocteba re ji bo danûstandkarên Îranî kêmekê baş e ku xwe ji rexneyên navxweyî biparêzin."

Di dîrokê de mînakên hene ku serokê nominal pişta perdê bûne, û hêza rastîn li cîhekî din bûye. Lê cudahiya girîng ev e ku wan desthilatan bi gelemperî ev yek di aştî an serkeftinê de dikirin. Spaha Pasdaran vê yekê di nîvê şerekî berfireh de encam dide, şerek ku hezaran welatî û hêzên çekdar hatine kuştin û pêşeroja tevahiya herêmê xistiye gumanê. Bi jinavçûna fermandarên payebilind re, hêzên çekdar yên Îranî serî li stratejiyeke "parastina mozaîk" dane ku desthilatdariyê dihêle ji fermandarên herêmî re, û pirsên din di derbarê asta desthilatdariya rastîn a Xameneyî de derdixe holê.

.Roosevelt di kursiya bi teker “Lançêr”ê de Şerê Cîhanê yê Duyem qezenc kir. Çêrçîl bi nexweşya derûnî Lenden ji bombeyan rizgar kir. Wan ev kir ji ber ku ew xuya bûn. Lê Mocteba Xameneyî xwe veşartiye û li ti cuhî diyar nine: Rêberek birîndar an nexweş ku xuya dibe îlhamê û moralê dide, lê rêberek ku veşartî dimîne nîşana hilweşîn û mirinê ye.