Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du girtiyên siyasî ji aliyê rêjîma Îranê ve hatne sêdaredanê

09:47 - 21 Gulan 2026

Dezgeha tepeserker a bi navê dadweriya rejîma Îslamî ya Îranê careke din bi piştgirêdana bi îtîrafên bi zorê, cezayê sêdarê yê du girtiyên siyasî yên Kurd yên xelkê Nexedeyê bi navên "Ramîn Zile" û "Kerîm Me'rûfpur" bi cîbicî kir.

Sipêdeha roja pêncşemê 31ê Banemerê, ajansa nûçeyan a "Mîzan" a ser bi dezgayê bi navê dadweriya rejîmê, bi belavkirina daxuyaniyeke çewtokar, sêdarkirina van her du ciwanên Kurd piştrast kir.

Dezgeha zalim a dadweriya rejîmê, tohmetên wekî serhildana çekdarî û hewldana bo terorê xistiye stûyê van her du girtiyan; tohmetên ku tenê li jêrzemînên tarî yên îtîlaatê û di bin îşkenceyên herî giran de bo têkşikandina îradeya neteweya Kurd çavkanî digirin.

Li gorî raporta navendên mafên mirovan, ev ceza di nav girtîgeha bajarê Nexedê de bi şêwazekî bi temamî nihênî, bêyî agahdarkirina parêzer û malbatên wan hatiye bi cih anîn.

Dadgehîkirina Ramîn Zile û Kerîm Me'rûfpur di taya yekem a dadgeha înqilaba rejîmê de li Mehabadê û li pişt deryên girtî, bêyî hebûna parêzerê serbixwe û bêparbûna wan ji kêmtirîn mafê parastinê û di dadgehkirineke çend xulekî de hatiye encamdan.

Ramîn Zile li 1ê Gelawêja 1403yan û Kerîm Me'rûfpur li 3yê Xakelêwa 1400î de ji aliyê hêzên tepeserkar ên rejîmê ve hatibûn girtin û paşê bi tohmeta "bexî" (serhildana çekdarî) bi sêdarê hatibûn mehkûmkirin.