Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Paşmaweyên rêjîmê careke din kempa Cêjnîkanê kire armanc

21:52 - 20 Gulan 2026

Roja Çarşemî 20ê Gulanê, li demjimêrên şevê de careke din kempa medenî ya Cêjnîkanê ku cihê niştecîbûna malbatên Hizba Dêmokrat e, kevte ber êrîşa dironeke rêjîmê.
Kempa Cêjnîkan ji destpêka şerê 40 roje ve heta niha çendîn caran bûye armanca êrîşên rêjîmê.
Ev êrîşa nû ya rêjîmê li demekê de ye ku bîstek berî niha paşmweyên rêjîmê kempên Hizba Komelê li Zirguwêzê, bi 2 dironan kirine armanc.
Rêjîma Îranê li heyama şer digel Amerîka û Îsraîlê heta niha, bi zêdetir ji 130 mûşek û dironan, kempên malbatên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û binkeyên dermanî û perwerdeyên vê Hizbê kirine armanc