Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Paşmaweyên rêjîmê bi tenê 2 bijarde li ber dest hene

15:04 - 21 Gulan 2026

“Stephen Miller” Cihgirê Serokê Ofîsa Serkomar li Karûbarên Siyasî û Şêwirkariya Hundir a Amerîkayê ku yek ji berpirsên payebilind ê Koşka Sipî ye bi rohnî ragihand: “Pamaweyên rêjîmê ku niha rêberên rêjîmê ne, du bijarde li ber dest hene, an dikarin lihevkirina digel Amerîkayê wajo bikin an dibe xwe bo sizayek ku ji aliyê Artêşa me ve hatiye dariştin, xwe amade bikin û ev sizakirin dê li dîrokê de bê mînak be”.

Navbirî ragihand kesên ku ji herifandina rêjîma berê bi zindî mane û rêberiya nû ya rêjîmê dikin, dibe biryarê li ser wan 2 bijardeyan bidin û gelek girîng e ku li hizra me de be ev rêjîma tûşî şikestên herî dijwar bi taybet warê serbazî bûye ku ev yek bi sedema lipeyketina wan bo berhemanîna çeka navkî ye.

Herwisa navbirî ragihand ku em bo her egerekê bi tevavî û bi hêzek bê mînak amade ne.