Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha Zaniyarî a Amerîkayê: Tehran pir bileztir ji pêşbîniyan, jêrxana xwe ya serbazî ava dike

11:21 - 21 Gulan 2026

Li gorî belge û nirxandinên nû yên dezgeha hewalgiriya Amerîkayê, rejîma Îslamî ya Îranê di dema agirbesta vê dawiyê de, beşeke berçav ji hêla berhemanîna dronên xwe xistiye gerê.

Ev agahî nîşan didin ku rejîma Îranê pir bileztir ji tiştê ku di destpêkê de dihat texmînkirin, mijûlî qerebokirin û çêkirina wê beşa jêrxanên serbazî ye ku di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de ziyan dîtibûn.

Kanala "CNN" ji zarê çavkaniyên agahdar belav kir ku ev raporta nû bi temamî li dijî îdiaya CENTCOMê ye ku berê ragihandibû %90ê pîşesaziya bergiriyê ya Îranê ji nav çûye û avakirina wê salan dikişîne; belku li gorî amarên nû, Îran dikare tenê di dema şeş mehan de tevahiya şiyana êrîşberî ya dronên xwe vegerîne rewşa berê.

Li gorî wê raportê, sedema vê pêşveçûna bilez bo berdewamiya hevkariyên Rûsyayê û bi taybetî şandina parçeyên mûşekan ji aliyê Çînê ve vedegere û niha aşkera bûye ku du li ser sêya platformên avêtina mûşekan û nîvê dronên Îranê hîn saxlem in.

Ev mijar, hevdem ligel mayîna mûşekên kruz ên qiraxavî ne ku metrsî ne bo ser Tengava Hormozê, nîşan dide ku di egera destpêkirina operasyonên Donald Tiramp de, rîjîma Îranê hîn jî gefeke cidî ye bo ser ewlehiya navçeyê.