Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyê Kurdistanê, hêza Kurdî û binavûdengê cîhanî

18:23 - 30 Kanûna pêşîn 2025

N. Serbest Urmiye

 

Pêşgotin

Peyva "Pêşmerge" di Kurdî de tê wateya "kesê ku ber bi mirinê ve diçe", pênaseyek ku berfirehtir ji nasnaveke leşkirî, wateyeke kûr ji felsefe, exlaq û hebûnê hildigire. Êdî ji Pêşmergeyê Kurdistanê bi tenê weke sembola têkoşîna neteweyekê ji bo hebûn, azadî û  parastina rûmeta mirovan nahê mêze kirin, belkû di çarçoveya guhertin û pêkhateyên cîhanî de weke mijarek navneteweyî ya balkeş û xwedi pêgeh tê şirovekirin. Di wir de hewl tê dayîn ku di bin siya hizr û felsefeyên cîhanî de pêgeha Pêşmerge ji hêzeke herêmî ve bo têgehek cîhanî û tevalî ve were şirovekirin.

 

Pêşmerge û Felsefeya hebûnê (Ekzistansiyalîsm): Hilbijartina bi zanebûn a Mirina di rêya Azadiyê de.

Di felsefeya hebûn(ekzistansiyalîsm)ê de, nemaze di hizra “Jean-Paul Sartre” de, mirov mehkûmê azadiyê ye, bi vê wateyê ku berpirsiyarê hemû hilbijartinên xwe ye di her rewşekê de, hetta di rewşa bindestî û tundûtûjiyê de jî. Pêşmerge mînakek zelal a vê ramanê ye: Ew one bi neçarî, belkû bi zanebûn rêya xebat û tekoşînê hildibijêre. Pejiriandina dilxwaz a mirina di rêya azadiyê de, Pêşmerge weke pêdiviyekê bo hebûnê pênase dike ku hebûna wî di derwestbûna  exlaqî bi azadiya giştî re tê nîqaş kirin.

 

 Pêşmerge di şiroveya Felsefeya Exlaqî de

“Immanuel Kant” di felsefeya xwe ya exlaqî de, rûmeta mirovan, armanca dawîn û neguher dide zanîn û her cure bi emrazkirina mirovan red dike. Li gor vê ramanê jî, Pêşmerge xwedî meşrûiyeta exlaqî ye. Ji ber ku ew ji bo parastina rûmeta mirovan û xelkê sivîl li hember hemû terzên zordarî û çewisandina sîstematîk de şer dike.

Lewma bihêztir ji hêza leşkirî a şerker, Pêşmergeyê Kurdistanê li gorî rola xwe ya dîrokî, hêza parastin û exlaq tê nasandin. Ev prensîpa bihêz jî pêgeha Pêşmerge di hizir û raya giştî ya navneteweyî de, ne wekî hêzek milîşiya, belkû wekî hêza parastina azadî û kerameta mirovan  dide zanîn.

 

Pêşmerge û ramana Berxwedan û desthilatê(hejmûnî):  

Têgeha desthilatê(hejmûnî) di hizra “Antonio Gramsci” de tenê hêza leşkirî ji xwe nagire, belkû di baweriya wî de aliyên gotar û çandî jî digire. Pêşmerge ne tenê şerê çekdariyê meşandiye û dimeşîne. Berevajî, bi parastina ziman, çand, dîrok û gotara Kurdî li dijî desthilata dewletdariyê ya ku hebûna wî weke netewe înkar dike, sekiniye. Li gor vê ditingehê jî Pêşmerge pênaseya kesayetiyeke siyasî, çandî û neteweyî ye ku xebat û berxwedana wî dibe hêmaya berxwedana neteweyekê.

 

Pêşmerge û Teoriya Dewlet - Netewe di hizra serdem de

Di teoriyên dewlet - netewe yên klasîk de  “Max Weber” û “Thomas Hobbes”, ji dewletê weke desthilata yekemîn mêzê dikin ku xwedî mafê yasayî yê bikaranîna zordestî û tundûtûjiyê ye. Lê, ezmûna Kurdistanê ew rasî da selimandin ku di nebûna dewletekê de ku nûneratetiya   neteweya xwe bike(dewlet – netewe), berxwedana çekdarî dikare pêgeh û meşrûiyeta civakî û exlaqî hebe.

Di vir de ye ku ji girîngiya xebata Pêşmerge di çarçoveya teorî û ramanên nû yên mafê neteweyan de bo diyarkirina çarenivîsasa xwe (li gorî carnameya Neteweyên Yekbûyî), tê fêm kirin û ji çarçoveya hêzeke herêmî de derdikeve û weke rastiyeke rewa ya navneteweyî tê diyarkirin.

 

Cîhanîbûna rûmetê Pêşmerge: Ji Çiya û bajarên ve heta Medyayên cîhanî

Di dîroka  xebata hemdemî ya Pêşmerge de û bi taybetî piştî şerê Pêşmerge li dijî DAIŞê, wêne û rûmeta Pêşmerge wekî parêzvanekî maf û kerameta mirovan di gotar û şîroveyên siyasî û jeopolîtîk ên cîhanê de, roj bi roj  girîngî jê re hate dayîn û di medyayên cîhanî de derket. Vê yekê rol û rûmeta rastîn a Pêşmerge da xuyakirin û ji nû ve Pêşmerge weke semboleke cîhanî bo berxwedanê li dijî destekên serberedayî û sîstem û siyasetên ji holêrakirina çand û nasnameyan, pênase kir.

Li gor vê çendê mirov dikare balê bikişîne ser teoriya "hêza sembolîk" a “Pierre Bourdieu” û li gor ramana wî bêje ku Pêşmerge berhevkare sermayeyeke sembolîk e ku li derveyî sînorên Kurdistanê jî heman wate û bihayê dide tekoşîna Pêşmerge ku gelê Kurduistanê pê serbilind e.

 

Encam

Pêşmerge di Kurdistanê de ne tenê hêzek leşkerî ye, belkû têgeheke felsefî, exlaqî û siyasî ye. Hilbijartina hişmend û bi zanebûn a azadî û mirin di rêya azadiyê de ye. Ew parêzvanê nasname û rûmeta mirovan e û bi şerê li dijî desthilatdarên tepesserkar, dengê neteweya xwe ji bo bi destveanîna mafê çarenivîsasê bilind dike.

Ji ber vê yekê, her çend ku "Pêşmerge" hêzeke Kurdî  jî be, lê xwedî û hilgirê wateyeke piralî ya cihanî ye. Wateyek ku li kêlega sembolên din ên neteweyî û dîrokî yên berxwedan û azadiyê de, di hizir û ramanên civaka mirovan de cih girtiye.