Hevpeyvîn: Bayram Bozyel, Serokê Giştî ê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê “Bakûrê Kurdistanê”
Hevpeyvînkar: Sîmîn Rûhanîzadeh
Pirsyar - Sîmîn Rûhanîzadeh: - Piroseya Aştiyê geheştiye çi encamekê?
Bersiv – Rêzdar Bayram Bozyel, Serokê Giştî ê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê “Bakûrê Kurdistanê”: Li ser destpêka pêvajoya li Tirkiyê salekî derbas bû. Rayedrên Tirkiyê Erdoğan û şirîkê wî Dewlet Baxçelî pevajoyanê hanê wek “bêterorkirina Tirkiyê” pênase dikin.
Di vê çarçoveyê da heta anha gelek hevdîtin, hewldan, hatûçûn çêbûn. 27ê Şibatê da Ocalan bangê PKKê kir ku kongreya xwe lidar bixe û biryara çekberdan û xwefeshkirinê bigire. Meha Gulanê da PKKê kongreya xwe lidar xist û li gor banga Ocalan biryara çeberdanê û xwe feshkirinê da. Li ser van gavên PKKê li Meclisa Tirkiyê Komisyonek pêkhat daku jibo PKKyîyên ku çekberdane vegerên welat amadekariya îdarî û yasayî amade bike. Pêşbînî ew e ku heta destpêka sala bê (2026) amadekarîyên pêwîst yên yasayî temam bibin û vegera PKKyîyên çekberdane bo welat destpêke.
Pirsyar - Piştî peyama Ocelan bo çek danîn û hilweşandina PKK, çi guhertinek hebûye?
Bersiv - Piştî peyama Ocalan, ew gavên ku li jor min eşkere kir hatine avêtin. PKKê hem di Kongreya xwe ya 12min da biryara çekberdan û xwefeshkirinê da hem jİ di 12ê Tebaxê da 30 çekdarên PKKê çekên xwe şewitandin daku bawerî bidin aliyê tirkan.
Niha Tirkiye di wê qonaxê da ye ku gelo ew ê jibo çekberdan û xwefeskirina PKKê gavên pêwîst bavêje an na? Pirsîyar ev în, gelo PKKyîyên çerberdane di bikaribin vegerên Tirkiyê? Yên bi hinceta alikarîya PKKê di zindanan da ne, dê azad bibin an na? Yin jiber pêwendîyên bi PKKê ra li Ewropa ne, dê bikaribin vegerin Tirkiyê? Şaredarên ku ji kar dur ketine dê vegerên ser karê xwe? Pêşdaçûna pêvajoya li Tirkiyê bi avêtina bi van gavan, ango amadekarîya pêkanîna zemina yasayî ve girêdayî ne.
Pirsyar - Turkiye li hember xwehilweşandin û çekdanîna PKK ê çi pêngavek havêtiye?
Bersiv - Heya niha turkiyê li derheq çareseriya pirsa kurd, çi sozek daye ku li hember wan pêngavên pkk ê de cîbicî bike?
Wek min li jor jî dîyar kir, Tirkiye ev prosesa ku birêve diçe wek “bêterorkirina Tirkiyê” pênase dike. Di bernameya dewletê da jibo çareserîya pirsa Kurd tu soz an jî bername tune ye. Erdoğan û Behçelî eşkere dibêjin ku li Tirkiyê bi navê pirsa Kurd tu mesele nemaye. Li gor wan li Tirkiyê tenê pirsa terorê heye. Ger PKK çek berde li Tirkiyê tu pirsgirek namine. Ev nerîn ji serî heta binî şaş e. Li Tirkiyê meseleyekê Kurd ya sedsalî heye û heman demê da sê welatên din jî (İran, Irak, Suriye) dide ber xwe. Meseleya Kurd bi şerê PKKê destpê nekirîye û bi çekberdana PKKê jî ev mesele ji holê ranabe.
Meseleya Kurd meseleyekê miletekê qedim e. Ev sedsal e ku nasnameya wî hatîye qedexekirin, ziman û çanda wî bûye aramnca pêleke djwar a asimilasyonê. jibo pêşveçûn û geşkirina hebûna Kurd hemî rê û dirb hatine girtin. Nesafikirina mesleya Kurd bi rêya aştîyane û demokratik heman demê bûye sedemên qeyranên piralî li Tirkiyê.
Jibo vê em dibijên çekberdana PKKê û dawîanina şer elbete baş e. Çekberdana PKKê dê rewşa siyasi li Tirkiyê nermtir bike, zemina xebata aştîyane û demokratik xweştir bike. Dê îmkan zêdetir bibin da ku tevgera neteweyî û demokratik a kurdistan li Bakur dengê xwe bilind bike.
Ger em bin meseleya Kurd, ew meseleyekê nbingehîn e li Tirkiyê û divê zutirîn ev mesele li ser esasê wekhevîyê û bi awayekî adîlane bê safîkirin.
Pirsyar - Gelo armanca kûr a vê pirojê û lihevkirina turkiyê û pkk çiye?
Bersiv - Li gor nêrîna me di vê qonaxê da du armancên sereke yên Tirkiyê hene; yek ji çekberdana PKKê, ya diduyan pêşîlêgirtina statuya Kurdên li rojavayê Kurdistanê.
Tirkiye heta anha hebûn û şerê bi PKK ra wek firsendekê bikar dianî. Tirkiyê bi hinceta PKKê êriş dibirin li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê, têkoşina azadiya li Bakurê Kurdistanê bi navê terorê reş dikirin û jibo binpikirina mafên gelê Kurd yên rewa hebûna şer îstismar dikir.
Lê piştî geşedanên li Rojhelata Navîn êdî hebûna PKKê dê bibûya problem û asteng. Hêzên wek Amerîka û yên din jî êdî hebûna PKKê naxwazin. Ji ber vê yekê Tirkiyê mecbûr ma ku meseleya PKKê bi awayekî safî bike. Tiştekî anha dibe jî ev e.
Ya diduya Tirkiye statuya Kurdên li Rojava ji bo xwe wek xeter dibine. Piştî ruxandina rejima Esad li Suriyê firsendên dirokî derketin peşberê kurdên li Rojavayê Kurdistanê. Ev rewşa hanê çavên Tirkiyê tirisand. Ji ber van sedeman Tirkiye xwest ku bi destê Ocalan bi SDGê çek bide berdan û wî entegreyê dewleta Şamê bike.
Di vî warî da dê Tirkiye bigihije armanca xwe yan na ne dîyar e.
Elbet li dor PKKê jî her diçû çember teng dibû û eşkere bûbû ku êdî PKK bi şerê çekdarî nagihe armanca xwe. Bi nêrina me ji ber van sedeman ji PKKê ra jî rêyekê din dema, bilî bicîanîna banga PKKê çibo çekberdanê.
Agirî, Sîmîn Rûhanîzade - Gelek spas bo kekê Bayram Bozyel Serokê Giştî ê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê “Bakûrê Kurdistanê” bo dana wan bersivan.