(Gotara Hizba Dêmokrat li yada 80 mîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê)
Piştî destpêkirina şerê 2 yê, yê cîhanî û hatina hêzên hevpeymanan û herifîna desthilta Riza şah û li encamê de çêbûna valatiyeke desthilatê li beşeke Kurdistanê, derfetek baş bo geşekirina çalakiyên siyasî yên rêkxiravên siyasî çê bû. Li rewşek wiha de li 25ê Gelawêja 1321 a Rojî de ji aliyê hejmarek kesayetiyên welatparêz, “Komeleye J.K” bi hizra serbixwexwazî û netewî ve hate avakirin. Piştî 3 salan, Hizba Dêmokrat a Kurdistanê li ser binyata teşkîlatî ya “J.K” wek çarçoveyek netewî-Dêmokratîk lê rêkxistinkirîtir û bi bernameyên zêdetir hate avakirin ku heta îro, wek xwediyê zêdetirîn derbasbûyî ya Hizba Kurdî, li jiyana siyasî û rêkxiraviya xwe de berdwam e.
Pêngaweke mezin a Hizba Dêmokrat li pêvajoya dîrokiya xebat û tekoşînê de cudabûn ji rêkxistinên xêl û eşîretî, malbatî û deverî û rûkirin bi şêwazeke Kurdistanî bûye ku wek armancek mezin, her li cihê xwe de ye. Her vê dîtngehê wiha kir ku nasnameya kurdbûnê, bibe aliyê bingehîn a gotar û xebata vê Hizbê.
Avakirina Komara Kurdistanê wek guherînek hizrî bû ku doz û paşeroja xebata netewî-dêmokratîka netewa me wêne kiriye. Ji aliyekê ve li encama geşeya hizra siyasî û rêkxistinkirina pirsa Kurd li çarçoveya binyatek niştimanî ve hate meydanê, ji aliyê din ve avakirina rêbazekê bû ji bo paşeroja pirsa netewî.
Xweziya azadî û xevna rizgariya neteweyek bi rêya zindîragirtina dîroka xebat û sîmbol û hêmayên vê re derbas dibe. Komara Kurdistanê piştî derbasbûna 80 sal, hêj li hizra netewiya Kurd de zindî ye. heyama kurt a desthilata Komara Kurdistanê dawîhatina trajîk lê serbilindaneya rêberên vê Komarê, nivş li pey nivş rênîşanderê xebata netewiya Kurd li her 4 parçeyên Kurdistanê bûye. Ev temen bo deshikateke Kurd xwe ku bi dirêjahiya dîrokê derfeta ceribandina desthilat û xwebirêvebriyê kêm hebûye an her nebûye, cihê şanaziyê ye. Bo neteweyekê ku hertim ji mafên xwe bêpar bûye û azadiyên vê hatine binpêkirin û hebûn û nasnameya vê li jêr gefa jinavbirin û helandinê de bûye, 11 heyv temek gelek kurt lê tejî destkevt û wane ye.
Xaleke naverokî li dîroka Komarê de dîtingeha dêmokratîk a rêberên Komarê ye ku tevî netewîbûnê, dêmokrasîxwaz bûn vê yekê li wêje û wêjmana Komarê de reng daye. Komra Kurdistanê karî modêleke desthilatê pêşkêş bike ku tê de neteweyek dikare bê hebûna ti gefek bo ser yên din, mafên xwe bi dest ve bîne. Hevdem yekem pêngav jî bê ji bo nîşandana vê yêkê ku dêmokrasî li Îranê de bi tenê bi rêya dabeşkirina dadperweraneya desthilat li navbera netewan de cihgîr dibe. Komar li wir de mînakek dîrokî ji vê pevrejiyanê ye.
Dîtingeh û hizrîna rêberên Komarê li praktîkê de, bi pêka dem û serdem hatine cîbicîkirin. Wek mînak, girîngîdan bi çînên wek ciwanan û jinan ku bûne sedema avakirina rêkxiravên Ciwanan û Yekîtiya Jinan ku ev nîşaneya giringîdana Komarê bi civaka medenî ye. Ev nîşaneya têgihîştinek kûr bû ku ceribandineke deshilatariyê, bi bê beşdariya jinan û qatên din ên civakê serkevtî nabe.
Hekî îro em dibînin çavkaniya durûşma “Jin Jiyan Azadî” ji Kurdistanê ve hatiye û hemû Îran li xwe girtiye, hewce ye ku bizanin ku ev berhema 80 sal ceribandina medenî û siyasî ye ku bingeha vê wedigere bo serdema Komarê. Li vê ceribandinê de jin û ciwan ji derdora cîvakê ve têne nav meydana siyasî û li tevgera Jînayê de jî dibin pêşeng û stûna bingehîn a guherînan. Vekheviya mafên jin û mêr, dadpeweriya civakî û azadiya hizir û baweriyên siyasî û oli yên cuda û berçavgirtina mafên kêmîneyan, girîngîdan bi warê ziman, perwerde û hînkariyê, beşek ji wan pirsan bûn ku bi bername û li praktîkê de ji aliyê Komara Kurdistanê ve kar li ser hatine kirin.
Kevtina Komarê li warê dîrokî ve trajîk bû, lê şêwaza rûberûbûna rêberên Komarê wiha kir ku ev trajîdî bibe hêvinê nostaljiyek bo avakirin û bidestveanîna armancên vê Komarê. Li Îrana niha de, ku gelek caran tundûtîjî û tepeserkirin dibe sedema paşekêşiya tevgeran, vebîranîna xweragirî û mana rêberên vê komarê digel civaka xwe, dibe sedema bihêzkirina îradeya giştî bo berdewambûna wan li xebatê.
Komara Kurdistanê, tevgera rizgarîxwaziya Kurdî rû bi gotareke netewî û medeniya giştgîr ve bir û Kurd hînê mafê xwedîderketin li niştiman û bûn bi xwedîhikûmetê kir. Komara Kurdistanê bi wan remzên netewî tê naskirin ku beşek ji nasname û hêmayaên mezin û giran ên xebata Kurd li hemû beşên Kurdistanê ne, ên wek Alaya Kurdistanê, Hêza Pêşmerge û sirûda netewî ku her yek bi xwe curekê amajekirine bi bidestveanîna armancên netewî li şêwaza avakirina desthilata Kurdî û Kurdistanî.
Li 80 mîn salvegera avakirina Komra Kurdistanê de her tenê bilindragirtin a yada Komarê bes nîne, belku dibe em geşê bi dewlemendî û nirxên vê bidin. Ev bi vê wateyê ye ku li Îrana paşerojê de dibe pirensîpên wek mafên netewî, dêmokrasî, beşdariya jinan û geşekirina tevgerên medenî û pevrejiyana aşitîxweazane û dilxwazane ye û ji hemûyan girîngtir “merca serweriya hevpar a netewan” bikin bi binyata her cure rêkevtinek û dariştinek siyasî û birêveberiyê.
Li rewşekê de em 80 saliya avakirina Komara Kurdistanê bi bîr tînin ku pêleke nû ya serîhildan û xwenîşandanan bi dijî rêjîma îslamiya Îranê û tevavetiya desthilata vê dest pêkiriye û rêjîm li lawaztirîn û bêhêztirîn pêgeha xwe ya çend dehikên derbasbûyî de ye.
Komara îslamî li dirêjahiya temenê xe de dahat, serwet û çavkaniyên navxweyî bo milîs û terorîstên jêr bandor û desthilata xwe diyarî kiriye. Şandina cîhad û şoreşa îslamî bo derveyî sînoran, tevavkerê siyaseta navxwyî bi dijî mafên mirovî ye binyata vê ji paşveroyî û binyata hizrî û îdeolojîkiyên vê rêjîmê ye.
Mêzekirinek bi dîroka nêzîk a aloz û şerên Yemen, Sûriye, Felestîn, Lubnan û … hd, me dibe kûrahiya siyaseta bi karesat û dije miroviya komara îslamî ku bi sedema destêverdan û lidarxistina şerên bi rêya milîsan û dijatyeî digel welatên deverê û Rojavayî, bi milyonan kes bûne qurbanî. Ceribandina desthilatek wiha ya sedsalên navîn, bese da ku cîhana derve jî wek me Kurdan û netewên din ên bindestê Îranê, bigehne vê encamê ku heta demek ev rêjîma li desthilatê de bimîne, dever rûkê aramî û seqamgîriyê bi xwe ve nabîne.
Li vê rewşê de zivirîn bo armancên Komarê, bîranîna vê rastiyê ye ku bi tenê kultûra pevresazan, vekhevî û hevxebatiyê ye ku me bi armancên paşerojê û berjewendiyên netewiyên me, nêzîk dike. Dibe erkê civatgeha Kurdistanî û rêkxistina Hizban bi vê berpirsayetiya dîrokî û exlaqî ve bê girêdan ku ji Komara Kurdistanê ve bo me bi mîratek siyasî bi cih maye.
Li vî yadê pir mezin û bi şan de, em peyama vekhevî û hevxebatiyê bo hemû aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, civaka xweragir a medenî û tevaviya çîn û qatên Kurdistanê dubare dikin.
Em bejna xwe li hember riha paqije şehîdên Kurdistanê bi taybet Pêşewayê Kurdan Qazî Mihemed ditevînin.
Emegnasî û pîrozbahiya me bo malbatên serbilind ên Şehîdan, girtiyên siyasî, kadr û pêşmerge û endam û alîgirên Hizba Dêmokrat û tev çîn û qatên civaka Kurdistanê.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
Kumîteya Navendî