Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan pîvana me ye: Yekîtîya Kurdan serkeftin li dijî kolonyalîzmê misoger dike

00:08 - 23 Kanûna Paşîn 2026

N. Eskender Ceiferî

 

Di qonaxên dîrokî de, em fêr bûne ku heke desthilatdariya li navendê di krîzê de be, Kurd dikarin deriyekî ji xwe re wekin. Çi bi hatina hêzên mîna Mucahidînan bo ser desthilatdariya Îranê, çi jî bi wegera kurê dîktatorê berê, dikare pencereyek kurt lê biryarder ji bo neteweyên mafxwarî webe. Ji ber ku wê demê, li Tehranê valahiyek desthilatdariyê çê dibe, û ev ji bo neteweyên bindest derfetek guncaw e. Ev kêlî, heman derfet e ku tê de ew netewe çarenûsa xwe diyar bikin. Lê tenê ji bo kesên ku xwe ji berê ve amade kirine. Ezmûna tal a me Kurdan nîşan daye ku "derfet" bêyî "yekîtî" ne tenê nagihîje rizgariyê, lê di heman demê de dikare me gavek din paşde bavêje.

Îro jî, metirsiya dupatkirina derbasbûyî ne kêm e. Gotegotên peymanên veşartî, sozên ewlehiyê yên li ser parastina sînorên "Îranê", û danûstandinên ku bêyî piştgiriya piralî bên kirin, dikarin careke din daxwazên dîrokî yên Kurdan ji bo "aramiyekê" ku qet ji me re aramî neaniye qurban bikin. Ezmûn nîşan dide ku her gava beşek ji siyasetvanan, bêyî ku xwe bispêrin îradeya netewî, heke rola garantîkirina rêziknameya navendî ya dagirkar qebûl bikin, encam qelsbûna mafê çarenûsê ye.

Tenê çareserî ji bo Kurdan yekîtî ye. Di 120 salên borî de, hema her cara ku derfetek zêrîn ji bo Kurdan derketiye holê, nakokiyên navxweyî, hevrikiyên kesane û xiyanetên piçûk û mezin ew hilweşandine. Nav ne girîng in, şêwazên wê xwe dubare dikin. Wê demê projeya netewî têk diçe ji ber ku yekîtî cihê xwe dide parçebûnê. Divê ev rastiya tal bi eşkere were gotin: tu hêzek derveyî û tu guhertinek li Tehranê, bi tena serê xwe dê Kurdan rizgar neke.

Lêbelê, yekîtî nayê wateya jiholêrakirina cudahîyan. Yekîtî tê wateya lihevkirinek li ser kêmtirînên ku nakevin ber danûstandinê ku ev in:

mafê çarenûsî yê gelê Kurd, wekheviya yasayî, rûmeta mirovan û beşdariya rastîn di biryardanê de.

Her kes, partî an tevgerek ku li hevgirtinê bi Kurdan re digere, divê berî her tiştî rêzê li vî mafê bingehîn bigire. Hevgirtina ku mafê çarenûsî paşguh dike ne hevgirtin e, lê ji nû ve sînordarkirina serdestiyê ye.

Franz Fanon, fîlsof û ramanwerê dije-kolonyalîst, bi zelalî nîşan dabû ku kolonyalîzm ne tenê bi hêza leşkerî berdewam dike, ew bi zêdekirina dabeşbûnê di navbera neteweyên bindest de sax dimîne. Li gorî ramana wî, neteweyek kolonyalîst têk diçe, dema ku ew nikare xwe wekî "em" nas bike. Dabeşbûn rê li ber mirovên nehêja û xulamokên welatên din vedike, ew kesên ku, bi navê aqilmendî û rêziknameyê, projeya rizgariyê bêkêr dikin.

Fanon hişyarî dida ku nebûna yekîtiyê, neteweya dagirkirî paşde dixe. Ji ber ku destkeftî, bêyî piştgiriya hevgirtinê, bi lez têne dagirkirin û têkçûnên nû têne afirandin. Neokolonyalîzm tam bi vê valatiyê tê xwedîkirin: bi nakokiyên navxweyî, bi tirsê, bi peymanên veşartî.

Îro, berpirsiyariya me ya dîrokî pir giran e û dikare derfetek dîrokî ji bo guherînek bingehîn çê bike. Ger îro, li ber deriyê veguherînên gengaz, Kurd nikaribin bi dengekî yekane biaxivin, sibê emê neçar bimînin ku dîsa li ser "derfeta winda" binivîsin. Yekîtî ne tenê hilbijartinek exlaqî ye, ew pêşmercek ji bo man û pêşveçûnê ye. Bêyî wê, her guhertineke siyasî li navendê dikare bibe sedema ji nû ve hilberandina heman avahiyên zordar ên berê lê vê carê bi rûyekî nû.

Dîrokê gelek demên xweş û derfet nedane me. Ger vê carê, vîna pêşerojê li ser berjewendiyên takekesî serdest be û xwerêvebirin bibe hêla sor a hevpar, derfet dikare bibe destkeftî. Wekî din, wek ku Fanon hişyarî dabû, dabeşbûn ne tenê rizgariyê paş dixe, lê di heman demê de zincîran jî teng dike.

Ji ramana serxwebûnxwazane ya Kurdistanê ve, pirsgirêk ne tenê guhertina desthilatdariyê li Tehranê ye; ew xwezaya dewleta netewî ya Îranê ye, ku ji destpêka avakirina xwe ya nûjen ve li ser înkar, tepeserkirin û asîmîlekirina gelên ne-Fars hatiye avakirin.

Tehran, çi weke paşatî be, komara Îslamî, an sîstma "lîbêral-navendî" be, lê dîsa jî faşîzma veşartî an eşkere li xwe digire: faşîzma ku ziman, nasname û vîna siyasî ya Kurdî wekî gefek ji bo xwe dibîne.

Kolonyalîzma Îranî ne bi tenê bi tank û girtîgehan ve sînordar e; Ew di pirtûkên xwandingehan de, di ragihandina dagirkar de, di vegotina fermî ya dîrokê de, û di veguherîna Kurdistanê de ji bo sînorê ewlehiyê tê hilberandin. Ji ber vê sedemê, her projeyek ku serxwebûnê an jî qet nebe mafê diyarkirina çarenûsa rastîn a Kurdistanê paş dixe, di rastiyê de xizmeta berdewamiya kolonyalîzma navxweyî dike. Eger jî ew sîstêm, xwe wekî dêmokratîk an veguhêz bi nav bike, lê dagirkar e.

Serxwebûna Kurdistanê ne sloganek bi hest e, lê bersivek dîrokî ye ji bo sedsalek zordariya sîstêmatîk. Ev serxwebûn, tenê wê demê çê be ku Kurd, bêyî cudahîyên partî û îdêolojîk, li ser nexşerêyek hevpar li hev bikin: Kurdistan bibe mijarek siyasî ya serbixwe, ne girêdayî krîzên navendê. Yekîtî, di vê wateyê de, amûrek berxwedanê ye li dijî navendgeriya Îranê û mercek ji bo derketin ji çerxa kolonyalîzmê ye.

Ger îro Kurd bikaribin bi dengek yekgirtî, dije-faşîst, dije-kolonyal û bi asoya serxwebûnê biaxivin, wê hingê gef namînin û dê derfet çê bibin. Wekî din, dîrok dê careke din ji me derbas bibe û em, careke din, dê tenê bibînin ku çawan dîrok derbas dibe.