Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serhildana Şoreşgerî a Kurdan li Îlam, Melekşayî û Kirmaşanê Nûjenbûna gotara Neteweyî û Azadîxwazî ya Komara Kurdistanê

00:13 - 23 Kanûna Paşîn 2026

N. Serbest Urmiye

 

Pêşgotin

Nabe ji serhildanên Befranbara 1404’an a Rojî ya gelê Kurd li Îlam, Melekşayî û Kirmaşanê bi tenê weke berteka demkî li hember kirîzên siyasî, aborî an jî ewlehiyê were mêzekirin. Ev serhildan di asteke berfirehtir de, ji nû ve dengvedana gotareke dîrokî ya serkutkirî ye. Gotara  netewexwaziya gelê Kurd, mafê diyarîkirina çarenûsê û armanca azadîxwaziya Komara Kurdistanê. Ya ku di vê herêmê de serhilda, berhevketina hizra dîrokî, serkut û zordestiya sîstematîk û ji nû ve rabûn û hişyariya siyasî ye ku xwe di forma kiriyara bi komel û şoreşgerî de pênase dike.

 

Bingeha dîrokî û pêkhateya serhildanê

Îlam, Melkêşayî û Kirmaşan li Rojhilatê Kurdistanê, her dem li derveyî navenda rêkxistina siyasî ya navendî ya Îranê de hatine pênasekirin. Dûrxistinek ku ne tenê ji aliyê aborî û geşekirinê de ev paş ve hêlan, belkû di aliyên nasname û çandê de jî hatin ji bîr kirin. Siyasetên bişavtin û yeksankirinê, tunekirina nasnameya neteweyî ya Kurdî û milîtarizekirina herêma Kurdistanê û tepeserkirina sîstematîk a ziman û çanda Kurdî di biyavên giştî de, weke seranserî Kurdistanê di wan herêmên navhatî de jî bûne sedema pengûrîn û zêdebûna nerazîbûnê.

Dibe serhildana Befranbara 1404’an, wekî domandina rêbaza berxwedana gelê Kurd were pênasekirin ku Komara Kurdistanê bi sertara herî bilind a vê berxwedanê û armancên wê tê nasîn. Cûdahiya bingehîn a vê serhildanê di jordeçûna asta hişiyariya neteweyî û bi hev re girêdana bi zanebûn a gotara rizgarîxwazî û neteweyî ya gelê Kurd de tê xuyakirin.

 

Nûjenkirina Gotara Neteweyî ya Kurd

Kurd bûn pênaseya sereke û taybetmendiya herî girîng a serhildana 1404’an e.  Ji nû ve vejandina hêma, ziman û têgehên neteweyî yên Kurdî di qada giştî de û şarezayî di bikaranîna zimanê Kurdî di slogan, daxuyanî û derketinên ser şeqaman de, ji nû ve vejandina hizir û armancên Komara Kurdistanê û pênasekirina têgehên wekî xwerêveberî, azadî, rûmeta giştî û  mafê çarenûsê ye. Di heman demê de jî vexwendineke nû û serdemî ye ji bo gotareke yekgirtî ya neteweyî. Di vê rabûnê de, neteweya Kurd ne wekî kêmneteweyek herêmî, belkû weke mijar û qewareyeke siyasî ya serbixwe ji nû ve hate pênasekirin. Nûjenbûna han gotara desthilat û meşrûiyeta dewlet-neteweya serdest bo careke din tevlihev û asê kir.

 

Azadîxwazî û Girêdana bi Komara Kurdistanê ve

Bîranîn û vegeriyana berdewam bo ezmûna Komara Kurdistanê ne tenê nostaljî, belkû hêma û  çavkaniya berhemhatina hizra siyasî û neteweyî ye di têkoşîna rizgarîxwaziya gelê Kurd de. Komara Kurdistanê di gotara serhildana 1404’an de, weke sembola îradeya gel ji bo rêveberiya demokratîk û sekolar li hember desthilata navendxwaz û totalîter de derketiye.

Di vê rabûnê de, azadîxwazî ne tenê tê wateya rizgarbûn ji bindestiya neteweyî, belkû bi hev re girêdana daxwaziyên dadperweriya civakî, wekheviya zayendî, azadiya derbirîna raman û beşdariya giştî ye. Tevalîbûna han, ev serhildan ji nerazîbûneke neteweyî-herêmî ya sînordar ve derbas kiririye û kiriye beşek ji gotara rizgarîxwaziya seranserî.

 

Encaman û Pêşerojê

Serhildana şoreşgerî ya gelê Kurd li Îlam, Malekşayî û Kirmaşanê, her çend rastî serkut û tundûtûjiyeke xurt hat û bi xwînê xemilî, lê destkevteke girîng bi dest xist. Nûjenkirina gotara neteweyî û rizgarîxwaziya gelê Kurd di biyava siyasî de. Serhildanê selimand ku pirsa Kurd bêyî çareseriyeke bingehîn nahê fetisandin û heta ku çareseriyeke bingehîn û rasteqîne misoger neke, dê hertim weke pirseke siyasî û zindî bimîne û bi berdewamî were nûjenkirin.

Li gor vê baweriyê, serhildana han bo berdewambûn û serkevtina pêdiviyê rêxistina demokratîk, yekxistina hêz û şiyanên hundirîn û hevalbendiyeke xurt û çalak di nabvera gelê Kurd û hêzên azadîxwaz yên neteweyên din ên Îran û herêmê ye. Serhildana 1404’an a Îlam, Melekşayî û Kirmaşanê, destpêkeke din e ku serhatiya Komara Kurdistanê bi girîmane û hegerên pêşerojê ve girêdide û careke din mijara azadiyê weke mijara sereke di siyasetê de pênase dike.

 

Di dawiyê de

Serhildana vê carê ya Kurdên Rojhilatê Kurdistanê, ne bûyerekî demkî ye. Xalek werçerxan a dîrokî ye di pêvajoya ji nû ve pênasekirina gotara siyasî û neteweyî ya gelê Kurd de. Bi nûjenkirina gotara neteweyî û rizgarîxwazîya Komara Kurdistanê, vê serhildanê careke din nîşan da ku îradeya rizgarîxwaziyê di nav gelê Kurd de hîn jî zindî û xurt e û di her qonaxê de bi awayekî nû û hişmend xwe pênase dike.