N. Ebdulezîz Qasim
Ew komkujiyên hovane yên li ser taxên kurdnişîn li Helebê hatin pêkanîn, û yên îro li ser navçeyên rojavayê Çemê Firatê têne pêkanîn, herwesa vekêşandina HSD ji hindek navçeyan, nayê cudakirin ji çarçoveya bazarên herêmî û navdewletî, bi taybetî ji wê rêkeftina ya bi navê "Rêkeftina Parîs" hatî nasîn, ya di navbera "Sûriya, Israel û Tirkiyê" de û bi amadebûna Amerîka û Fransa hatibû lidarxistin, û têde guman tê kirin, ku biryar hatibû standin bo nûkirina sînorên hejmûngeriyê di nav cografiya Sûriya de.
Zanyariyên meydanî û bûyerên li ser erdê amaje didin ku têgihiştin li ser guhertineka aşkera hatîne pêkanîn bi taybetî li ser ferehkirina bazina desthildariya hikumeta El-Colanî li ser hesaba navçeyên dibin kontrola HSD'ê de.
Di vê çarçoveyê de, wesa diyare ku rêveberiya Serokê Amerîka Donald Trump, rêbazeke pragmatik ya teng helbijartiye, ew jî spandina ewlehiyek bilez li ser Sûriyê liberçavgirtina mafên pêkhatiyên neteweyî û olî di Sûriyê de û di serî de mafên Gelê Kurd, ku ev yek aşkeraye di gotara şanderê wê yê li Sûriyê balyoz Tomas Barak de.
Ji aliyê Amerîka ve, fişarên siyasî û leşkerî bi awayekî berdewam li ser hêzên HSD têne kirin, ku HSD berbi destberdariyên leşkerî û siyasî dibe, bê ku hîç garantiyek navdewletî yan reşnivîsek pabend bi mafên Gelê Kurd hebe, yan jî ku ev vekêşandina HSD ji navçeyên Erebnişîn beramber vekêşandina hêzên dagîrker û çeteyên terorîst ji Efrîn û Serê Kaniyê û navçeyên din yên Rojavayê Kurdistanê be.
Di vê navberê de, piştî koçberkirina nêzîk nîv milyon sivîlên kurd ji Helebê û encamdana tawanên mezin yên dijemirov li dijî Gelê Kurd, wekî hewldanekî ji bo spîkirina rûyê xwe yê dijekurd, El-Colanî biryara xwe ya bi nav 13 derxist, û bi vê biryarê xuya kir ku ew heman siyasetên berê li ser Gelê kurd dubare bike, ku heman biryar li serdemê Bei's di gotarên Hafiz Esed û Bişar Esed de hatibûn gotin.
Birayara El-Colanî jî dibarê nasandina Zimanê Kurdî wekî zimanekî nîştimanî, Newroz rojeke fermî, herweha soz daye bi dana nasnameya Sûrî bo hindek welatiyên Kurd, bêyî bikararîna mafên neteweyî yên Gelê Kurd.
Tişteka nû di vê biryarê de nîne, ku bi tenê axaftinên bê ramanin û li ser erdê kiryarên berovajî li dijî Gelê Kurd têne encamdan.
Guman têde nîne, ku ev biryara El-Colanî ya bêyî garantiya yasayî û destûrî bi tenê ji bo kêmkirina mafên Gelê Kurd wekî neteweyek resen li ser xaka xwe ya dîrokî û herwesa ji bo kêmkirina fişarên navdewletî hatiye standin, bêyî ku guhertineke binyatgerî di destûra Sûriyê de yan di sîstema desthilata Dîmeşqê peyda bibin.
Di vê çarçoveyê de, kombûna roja Şemîyê 17.01.2026, li Pîrmam li Herêma Kurdistanê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û Şanda Amerîka bi Serokatiya Tom Barak û Şanda Rojavayê Kurdistanê bi Serokatiya Mezlûm Ebdî fermandarê HSD û Mihmed Ismail serokê ENKS giringiyek xwe ya taybet heye, ku ev kombûn dide diyarkirin ku Amerîka hewl dide ji bo dubarekirina têkiliyên xwe digel aktorên kurd, digel berzbûna redkirina kurdî bo her çareseriyên bêyî garantî.
Bi kurt u Kurmancî; ev komkujiyên hovane li Helebê ji aliyê hikumeta El-Colanî bi piştgiriya Tirkiyê li dijî Gelê kurd, digel fişarên Amerîka li ser HSD bo rakêşandina hêzên xwe bêyî garantî, bi awayekî aşkera çarenivîsa Gelê Kurd têxe di metirsiyek mezin de, nemaze piştî beşdarbûna rêxistina DAIŞ ya terorîst di şerê li dijî Taxên Kurdnişîn li Helebê, ku îro nabe bazar li ser xwîna Gelê kurd bibe bi hinceta (sepandina ewlehiyê û yekparçiya Sûriyê), herwesa divê ku hêzên HSD li biryarên xwe vegerê û bêyî garantiyên yasayî û navdewletî desthilata xwe jidest nedê.