N. Nûredîn Sofîzade
Di çand û dîroka netewa Kurd de Kezî hertim weke sembol û sond û şeref û keramet û necabet hatiye naskirin û giranî û nirx û qîmetekî zêde pê hatiye dan.
kezî ne tenê por e , ew zimanekî bêdeng, berhevoka bîranînê û sembola paqijî, rêz û rûhê jinê ye. Di nava gelê me de heçî kesê ku şopênerê çand û tîtalên geletî be, baş dizane ku gelek mînak li derheq nirx û rêza Kezî û Pora Jinan hene ku çava Jina Kurd weke pergala çêkirina aştiyê û sekinandina şer di navbera du malbat, yan eşîran de, dema pora xwe, yan Kezîya xwe yan Laçka serê xwe havêtiye navbera herduk aliyan, tu kesî nekariye vê sembol û remzê bin pê bike, û jina Kurd dema pora xwe danaye navbera aliyên şer, weke avekê li ser Agir dakî, her tişt xelas bûye, gotin û têgihiştin hene ku li ser kevneşopên keziyê yên bi taybetî yên jinê rawestîne. Piraniya wan gotinan bi rêz, paqijî û wateya sembolîk ve girêdayî ne.
Ji bilî sembolbûna Por û Keziya Jina Kurd, Kezî bo xudî jin û Keça Kurd li warê derûnî û saykolojî ve jî, rih û jiyan û hebûn e “Kezî ev gotina hundirê jinê de ye ku nekariye bibêje, heçî girêyek ku li kezî yê tê vehûnandin, çêrok û felsefeya xwe he ye.”
Kezî wek peyama bêdeng tê fêmkirin. veûnandin û rêzkirina girêyên keziyê rêyek e ku jin tê de peyam û çêroka xwe digehîne.
Raman û nirxa porê hinde giran û xwedî felsefe ye ku li çand û adetê kevneşopiya gelê me de, dema jinekê dahmanpîsî an îxaneta namûsî kiriba, weke ji destdana şerefê, Kezî jê dihat e birî, wate birîna kezî yê, gelek ji kuştina li ser namûsê girantir bû.
Kezî û vehûnandina Porê bo jinan hertim paqijî û serûberî bûye, kezî bi destê paqij hatiye vehûnandin, vehûnandina Kezî yê mihbet û etfa dayî kê jî çêdike.
Ev hemî raman û felsefeya Kezî yê ye, ku min bas kir û renge gelek aliyên dinê jî hebin ku bên baskirin.
Bi vê gotinê, kezî wek bîranîna jiyanê tê naskirin. Her girêyek di keziyê de dikare çîrokek jiyanî nîşan bide, kêşe, kêfxweşî, hêvî, xweparastin û têkoşîn. Kezî li vir dibe arşîva jiyanê ya jinê.
Dujmin û hovên bê esl û neseb, neyarên gelê Kurd, nijadperestên dagîrkerên xaka Kurdistanê, ev kesên ku heta bi anîna şerîyeta olî jî can û mal û namûsa Kurdan bo xwe bi helal dizanin, gelek baş ji felsefe û raman û nirxa Kezî ya Keç û Jina Kurd tê geheştiye û fêm kiriye, levra dema Keçekî şervan a Kurd ji bona parastina hebûna Kurd û Axa Kurdistanê li hember êrîşa hovên pîs disekine û şer dike, dema ku wekî gernas û qehremanekê tê şehîdkirin, dujmin ku bi navê Ol û Dewlet, dest dibe bo sivkatî bi vê keramet û nirx û felsefeya Kezî ya keça şoreşvan a Kurd û Kezî ya vê Şehîdê dibire û bi têgeheştin ji nirxa vê Kezî yê, û bo sivkatî bi tev gelê Kurd, vîdeo ya vê hovtiya xwe tomar dike û belav dike.
Ev Kezî li ser parastina ax û hebûn û keramet û serîneçemandina gelê me li hember dujmin de hatiye birîn, ev kezî weke îxanet û bênamûsiyê nehate birîn, ev kezî ji aliyê dujmin ve hate birîn.
Lewra me dît ku bi Milyonan berteka vehûnandina Kezî yê li torên Civakî û Mediayan de û li astê cîhanê û heta piştgîriya bîhaniyan ji Kurd û Kurdistanê û vê nirxê mezin, hatne nîşandanê.
Vê cinayet û berberîgeriya hêzên hov ên dujminê Kurd û Kurdistanê netenê nekarî felsefeya Kezî a Keça Kurd lekedar bike, belkû bû sedem ji nû ve peydakirina mana û giranî û nirxa felsefa Por û Kezî yê.