Tevî ku beşek zêde ji dukan û bazaran li bajarên Îranê de hatine vekirin lê bi sedema hejariya xelkê, ti kasibiyek li wan bazaran de nayê dîtin û bi taybet li bajarê Têhranê de hinek ji bazarî û zêringiran ragihandnine ku piuştî zêdetir ji 10 rojan, ti firotinek nebûne.
Herwisa li dukan û bazarên din de jî bazarî û xwediyên dukanan ragihandine li halekê de xelk li bazaran de ne lê ti kesek ti bazarekê nake û şiyana kirin a hewcehiyên xwe nînin.
Tevî tepeserkirina bi xwîn a xelkê li ser şeqaman û gullebarankirina jin zarok, pîr, ciwan, mamosta, pizîşk, perestar û karmendan û kesên din ên vê civakê li ser şeqaman an li nav nexweşxaneyan de, pirsgirêka îcareya malan, nebûna dahat, nebûna ti hîviyekê, bacên rêjîmê û dukanên bê tişt û alav û bê bikir, beşek bûçûk ji jiyana trajîk a xelkê Îranê bi taybet li deverên hejar de ye.
Bazariyan ragihandine ku bi tenê hewlê didin li serpê bimînin û berxwe bidin û ti bazarek jî nemaye.