Li beşek zêde ji torên civakî û herwisa raporên navendên mafê mirovî de cinayetên rêjîmê roj bi roj têne belavkirin, tevî ku beşek ji wan raporan nefermî ne, lê bi awyek hovitiya sîstematîk a rêjîmê dide xuya û pêka biryara Elî Xamineyî ku gotibû bo bêdengkirina xwenîşandaran hemû cure rêkar û alavên hewce bi kar bînin, bi awayek piştrastkirina wan hovitiyên rêjîmê ne.
Pêka hinek raporan, bi sedema nebûna cih li girtîgehên rêjêmê, beşeke zêde ji xwenîşanderên binçavkirî li sûleyan de hatine ragirtin û bê dadgehîkirin an hebûna ti biryareke dadgehê li wan sûleyan de komkuj dikin û piştre termên wan li nav termên ku pêştir hatine kuştinê de datînin û hatiye baskirin ku mijarên wiha bi taybet li parêzgeha Kirmaşanê de hatine dîtin û çendîn kesayetiyên medenî û werzişî li postên xwe de îşare bi wan mijaran kirine.