Hevpeyvîn: Selîm Zencîrî
Hevpeyvînkar: Sîmîn Rûhanîzadeh
1- Xwenîşandanên vê dawiyê bi daxwazên aborî dest pê kirin, lê di demek kurt de guherîn bo dana sloganên siyasî. Gelo em dikarin bêjin xwenîşandan ji daxwazkariyên aborî bo xwenîşandana li dijî desthilatdariya rejîma Îranê hatiye guherîn?
Tevî spas bo we, silava dişînim bo canê pak yê hemû şehîdên serhildana nû bi taybet li Îlam, Loristan û Kirmaşana Rojhilata Kurdistanê û hêviya silametiyê bo birîndaran û serkevtina vê şoreşê dixwazim.
Xuya ye ku çirûskên destpêkirina zorahiya bizav û nerazîbûnên Îranê, kirîzên aborî û siyasî bûne, û hêvên û dînamîzma rabûna niha jî her ew kirîz in ku di hinavên pergalek gendel, teokrat û totalîtar de berdewam xwe nû dikin. Rejîmek ku xelkê welat birsî dike û welat di paremayînê de dihêle, lê samana welat bo serkêşiyên leşkirî, maytêkirin di karûbarên welatan, û destekdana gurûpên terorîstî û ... hwd terxan dike. Bi vê siyasetê ye ku hêla hejarî, felaket, buhayê Tûmen, enfilasiyon, bêkarî û serkut di Îranê de gihandiye asta metirsîdar, û dixwaze bi darê zorê û nîrê zordariyê û li ser hesaba berîk û sifreya xelkê û şikandina rûmeta wan, pêpikên deshilata reş a xwe biparêze û kirîzan jî bipeçêve.
Lê wekî Mandela'' dibêje: ''Dema ku hikûmetek zulmê ji xelkê xwe dike, nefermanî êdî ne ceza ye, belkî erk e''. Her eve ye ku xelk neçar dimîne bo berevanîkirin ji keramet, şeref û mafên xwe ji her rê û derfetên mumkin bo nîşandana nerazîbûnê û dijberiya bi rejîmê mifahê bistîne.
Bi gelemperî vê rejîma hov û xedar selimandiye ku ne tenê nikare xwe li gel serdema nû, yasa û rêsayên wê abdeyt bike, belkî bo parastina xwe pişt ji hemû peymanname, yasa û reformekê dike ku di qazanc û berjewendiya xelk û gelên Îranê de be. Xelk êdî ji sozên vala û bêbingeh mandî û bêhêvî bûne, û surûştî ye ku durûşmên wan radîkal, û sîstem û şexsê rêberê rejîmê bi amanc bigrin û xwazyarê guhertinên bingehîn bin.
2- Piştî tepeserkirina serhildana "Jin, Jiyan, Azadî", rejîma îranê hizir dikir ku civak tirsandiye,Vegeriyana gel bo ser şeqaman çi peyam heye bi taybetî bo desthilatdariyê û rêberê rejîma Îslamî?
Vegera dubare ya xelkê bo ser Şeqaman hilgirê çend peyaman e. Yekem dide eyanê ku rejîm reformpezîr nine û kirîzên aborî, siyasî, gendelî û ... li cihê xwe de ne, û rejîm bi vê sîstem û struktura xwe nikare çi pêngavekê bo çareseriya wan bavêje û tenê bi zimanê zorê dixwaze wan stûxwar bike.
Duyem, nerazîbûnên civakî û siyasî netemirîne û rêberê rejîmê nekariye û nikare bi serkut û hovîtiyan ve, bawerî û rewatiyê bo desthilata hov a xwe vegerîne, belkî kerb û kîna giştî ji xwe zêdetir, û herdem îmkana teqîna hêrsa pengurî a xelkê û peşqel avêtina wê heye.
Sêyem, civak xwazyarê guhertinên bingehîn e û durûşma jin, jiyan, azadî bûye bi remz û sembolek mayînde û qîrandina wê ji aliyê xwenîşanderan ve, nîşan dide ku xelk azadî, jiyanek dadperwer û mafên kesî û wekhev di civakê de dixwazin. Yanî xelkê têhniyê azadiyê, ji sîstemê bêhêvî bûne û kasika sebra wan lêwrêj û tirsa wan ji serkutê û mirinê kêmtir bûye.
Bi giştî hatina xelkê bo ser şeqaman hilgirê vê peyamê ye ku tepeserî nikare dengê azadîxwazî û mafxwaziya civak û gelên Îranê bifetisîne û wan ji xwastekên xwe û guhertinên bingehîn paşde bide. Herweha rejîm jî bi vê mentalîte û struktura xwe nikare reforman pêk bîne û di binbestek siyasî de cî girtiye û nikare van kirîzên ku bi xwe afirînerê wan e, çareser bike.
3- Rejîma Îslamî bi berdewamî xwenîşandan wekî karê dijminên biyanî bi nav dike.dema ku hejarî, gendelî û hilweşîna aborî sedemên sereke yên serhildana xelkê ye, ev vegotina rejîmê di niha de çiqas bi bandor e?
Eve surûştê hemû sîstemên totalîter û dîktator e ku bo peçavtina kirîzên navxweyî û xwevedizîn jiberpirsatiyê, tiliya tawanbariyê bo dujminên ferzî û derekî dibin. Çûnkî sedemên nerazîbûnan, navxweyî û civakî ne û ji kirîzên aborî, siyasî, civakî ve çavkaniyê digrin. Lewma ev gotin, pitir alavek propagendeyî a siyasî û ewlehî ya rejîmê ye heta rastiyek civakî.
Nasandina kesên nerazî bi alozîafir û girêdan û nisbetdayîna nerazîtiyan jî bi kumpiloyên derekî, hilgirê peyamên siyasî ye bona bêhitbarkirina neraziyan, parastina pêgeh û desthilata xwe, û herweha rewatîdan bi serkut û hovîtiyên xwe li hember xelkê mafxwaz de. Bi giştî dana ew navnîşanên sexte û xelet bona peçavtina kirîzên bêçareser û xwevedizîn ji berpirsatiyê ye û eve jî çîrokek ji sedan çîrokên sexte yên hikûmetî ye bo rewatîdan bi cinayet û hovêtiyên xwe.
4- Opozîsyonên dijberî rejîmê bi berdewamî bi nebûna serokatiyek yekgirtî hatiye tawanbarkirin. Di rewşa niha ya xwepêşandanan de, çi berpirsiyariya praktîkî û bilez dikeve ser milê opozîsyonan?
Ji xwe yek ji sedemên sereke yên dirêjbûna temenê rejîmê, opozîsyon e bi hebûna cemserên cuda û dijîhev ku nikarin li dewra platformek demokratîk, sekolar û dadperwer bo siberoja azadiyê kom bibin. Di sedsala 21'an de hêj riha îdeolojî, faşzîm û dîktatoriyetê di hinavên hin aliyên opozîsyonê de dikele. Ewe jî metirsiyek mezin e li ser pêşerojê û bihevrejiyana aştiyane di Îranê de. Gelên Îranê şoreş û serhildanê nakin ku dîktatorek cihê dîktatorê din bigre û berhema xebat û qurbanîdana wan bi qazanca faşîzma xwe bide qorix û monopolkirin.
Dem hestiyar û çarenivîssaz e û nabe em wekî kurd vê derfetê ji dest bidin, ji berku pişka şêr di şoreş û qurbanîdanê de ber me ketiye. Hewce dike hêz û aliyên siyasî yên kurdî bi riha tiloransê ve kar li ser proje û platformek hevbeş a Kurdistanî bikin û di bin sîvanek kurdî de bi helwest, gotar û projeyek hevpar ve, temsîla civaka Rojhilata Kurdistanê bikin û bi aliyên din re bikevin diyalogê.
Di asta Îranê de dibe em kar li ser pejrandina realîteya heyî bi pêkhateyên cuda ên neteweyî, olî, mesebî û xurtkirina bawermendiya bi demokrasiyê bikin ku bikare deriyên hevahengî, yekîtî û bihevrejiyanê bo qonaxa veguhêz û hevdengî li ser sîstema siyasî a pêşerojê veke.
Di asta giştî de çavnihêrî ji opozîsyonê ew e ku bi wêdedana nakokî û pirsgirêkan, dûrketin ji berjewendiyên gurûpî û mintalîteya faşîstî û înkarê, vê derfeta girîng bo coşdan û bihêzkirina riha şoreş û berxwedana li dijî rejîmê bikar bînin. Tevî berfirehbûna bazneya xwenîşandanan, mixabin têçûya şoreşê zêde bûye, lê zext û givaşên derekî li ser rejîmê pitir dibin. Lewre hewce dike opozîsyon jî gavên pratîkî û bilez bo xwerêkxistin, yekîtî, destekdana û rêkxistina xwenîşandanan bavêje daku zemîneya piştevaniya siyasî- yasayî a navnetewî ji gelên Îranê û givaştina zêdetir a rejîmê bo qonaxa veguhêz xweştir bibe.
5- Rêzdar Selîm weke dawî piris bi nêtîna te eger ev xwenîşandan berdewam bikin, senaryoya rejîmê dê çi bin: reformên herî kêm ji bo kontrolkirina xelkê, an jî zêdebûna tepeserkirinê û çêbûna krîzên siyasî yên kûrtir û gefên zêdetir bo ser rejîmê?
Siyaseta rejîmê heta vê gavê, metoda naskirî a şidet û serkutê bûye bo kuntirolkirin û fetisandina xwenîşandanan û kariye bi vê senaryoyê xwenîşandanên salên 1396 û 1398'an û şoreşa Jîna'yê di 1401'an bitemirîne û niha jî cehdê dide bi cinayet û kiryarên hovanetir serkutê berdewam bike û renge bo midehekê jî serkevtî be. Heta renge rejîm bi armanca xapandinê, kirrîna demê û kêmkirina givaşên li ser xwe, hin reformên biçûk yên siyasî û aborî pêk bîne!! Lê ya girîng ew e ku rejîm nikare îradeya şoreşvanî a xebat û mafxwaziya xelkê biçokde bîne, belkî bêbawerî û şeqara navbera xwe û xelkê zêdetir û kirîza rewatiya xwe mezintir dike.
Li berdewamiya pêvajoya nerazîbûn de ye ku egera tevlîbûna tex û qatên cuda û mangirtinên seranserî zêdetir dibe, hingê kirîza siyasî mezintir, givaşên navnetewî pitir û hêvî bo guhertin û heta hilweşîna rejîmê jî geştir dibin. Bi hêviya wê rojê
Gelek spas bo birêz Selîm Zencîrî bona dana wan bersivên.