Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rola Rêxistinkirî ya hêzên Tepeserker di matkirina dengê Xwenîşanderên Ciwan li Îranê de

16:59 - 11 Kanûna Paşîn 2026

N. Hesen Mukerem

 

Di hefteyên dawî de li dehan bajarên Îranê xwenîşandanên seranserî pêk tên û hêzên tepeserker û Spaha Pasdaran a terorîst ji bo tepeserkirina xwenîşanderan guleyên şer, tifingên nêçîrê û lêdan bikar anîne, ku di encamê de hejmarek ciwan û xort şehîd û birîndar bûne. Di heman demê de, asta tundûtîjiyê û berfehbûna eniya xwenîşandanan gihîştiye astekê ku weke nîşanek micid ya krîzek kûr a navxweyî û ji dest derketina kontrola rewşê ji hêla hêzên tepeserker yên rejîma Îslamî ve tê hesibandin.

Rastiya herî dawî ya Xwenîşandanên wê Dawiyê

Torên mafên mirovan ên weke HRANA ragihandine ku tenê di çend rojên pêşîn ên vê gera xwenîşandanan de, herî kêm 16 xwenîşander li bajarên weke Azna, Îlam, Kohdeşt, Qom û deverên din bi guleyên rasterast ên hêzên terorîst yên rejîmê şehîd bûne, û bi dehan kes jî bi gulebaran û lêdanan birîndar bûne.

Beşek girîng ji kesên ku hatine binçavkirin ciwanên di bin temenê 18 salî de ne û xwendekar in, û rapor destnîşan dikin ku li zanîngehên bajarên weke Yasuc, Sebzivar, Zahidan, Îsfehan û Tehranê binçavkirinên berfireh çêbûne, ev yek nîşan didin ku nifşa ciwan stûna sereke ya vê serhildanê ne.

Rola Hêzên Tepeserker û Şêweya terorê

Raportên meydanî û mafên mirovan tekez dikin li ser bikaranîna çekên leşkerî û tifingan ji hêla hêzên tepeserker ve li dijî kombûnên bêçek û sivîl, û di deverên weke Luristan û Çiharmehal û Bextiyarî de, dezgehên medyayê yên nêzîkî rejîmê bi xwe, mirina çend kesan di encama gulebaranên hêzên rejîmê de piştrast kirine .

Mîna serhildana 1401an ku tê de zêdetirî 540 kes, di nav de bi dehan zarok, ji hêla hêzên rejîma tepeserkar a  Îslamî ve hatin kuştin ku ev tenê amara hatî eşkerekirî ye, lê bi sedan xurt û keçik û welatî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine qetilkirin ku heta niha jî nav û nîşanên piraniya wan nehatine tomarkirin, şêwazek dubare ya armanckirina li serî û singê xwenîşanderan, gefên li ser malbatan, givaşên bêdeng bimînin, û çêkirina vegotina fermî ya li ser sedema mirina xwenîşanderan tê dîtin.

Girêdana Xwenîşandanên Navxweyî bi Aloziyên Herêmî re

Li ser asta herêmî, dewleta Îsraîlê bi salan e pirsgirêkên navikî û mûşekî yên rejîma Îslamî weke gefek ji bo xwe dibîne û senaryoyên êrîşkirina ser bernameya navikî yên Îranê di hevdîtin û hevpeyvînên Binjamîn Netanyahû yên bi Donald Tramp re, di nav helwestên Îsraîlê de bi berdewamî hatine nîqaşkirin.

Di vê çarçoveyê de, lobiya ji bo bidestxistina piştgiriya Waşingtonê li dijî Tehranê, de di dema serokatiya Donald Trump de jî, di siyaseta Netanyahû de xuya bûye.

Di heman demê de, Komara Îslamî komên ku dîtingeha Îsraîl û Amerîkayê biguhere dibe bixwe bi rêya hêzên xwe ev xwenîşandan lidarxistibin ku weke peyamek nerasterast ji Îsraîl û Amerîkayê re bişîne, ku Îran li navxwe de bixwe aloze û hewce bi êrîşên esmanî nake û evqas têçûyê jî nekin lê wisa xûya ye ku ev rewş li dest derketiye.

Bikaranîna siyasî ya wêneya "Îran di krîzê de"

Beşek ji hikûmetê û hin aktorên biyanî hewl didin ku xwenîşandanan weke "krîzek navxweyî ya bêkontrol" nîşan bidin, ji aliyeke din ve, medyaya fermî ya rejîma Îranê, xwenîşanderan " weke kesên alozker û qada şer û şerê dijmin" dide nasîn, û ji aliyê din ve, hikûmetên Rojavayî û Îsraîl krîza rewatiyê û bêîstîqrariya navxweyî ya Îranê tekez dikin da ku givaşên dîplomatîk û ewlehiyê ya li ser Tehranê rewa bikin.

Vegotineke wiha rê li ber lîstikeke dualî vedike, ji bo ku tepeseriyeke tund bide destpêkirin, rejîm xwenîşandanan weke berhema "dijmineke biyanî" nîşan dide, di heman demê de opozîsyon tekez li ser kûrahiya nerazîbûna navxweyî ya aborî, siyasî û civakî dike da ku nîşan bide ku civaka Îranê xwedî kapasîteya guhertina desthilata nerewa ya melayan heye bêyî ku hewcedariya êrîşeke biyanî hebe.

Rewş ji kontrola hêzên tepeserker yên rejîmê de derketiye

Berfirehbûn xwenîşandanan li dehan bajaran, kuştina xwenîşanderan li deverên cûda, hebûna berdewam li kolanan tevî tepeserkirina tund, û di heman demê de krîzên aborî, gendeliya desthilatdarên rejîmê, û rewanebûna hilbijartinan, hemî nîşan didin ku rejîm bi krîzek sîstematîk re rû bi rû ye ku bi tenê bi tepeserkirina neraziyan, nayê birêvebirin.

Ezmûna salên dawî nîşan daye ku her pêla tepeserkirinê hêrsa berhevkirî kûrtir kiriye û çarçoveya nerazîbûnê berfirehtir kiriye, bi wî awayî gelek analîst dinirxînin ku Komara Îslamî bi tevliheviyek ji hilweşîna rewatiyê, givaşa civakî û tecrîda navneteweyî re rû bi rû ye, û ev rewş, bêyî ku senaryoya êrîşek biyanî çi be, dikare bibe sedema lawazbûnek micid û heta hilweşîna gav bi gav a rejîmê.

Hêzên tepeserker yên rejîma Îranê roleke rasterast, rêkxistî û piralî di tepeserkirina xwenîşanderên girseyî de, hem li kolanan û hem jî piştî binçavkirina wan, lîstine. Şêweya tevgerên wan tevlîheviyek ji tundûtîjiya fizîkî, psîkolojîk, cinsî û yasayî ye, ku armanca sereke ya wê ew e ku tirsê bêxne nav dilê nifşê ciwan û malbatan de û pêşî li kombûna ciwanan li kolanan bigirin.

Rola Meydanî ya li Kolanê

Di xwenîşandanên 1398`an a Rojî û serhildana 1401`an a Rojî de, hêzên taybet, Besîc û sipahê çekên agirîn, tifingên nêçîrê û gaza rondikrêj bikar anîn da ku li ser kombûnên ku ciwan jî tê de bûn bikin armanc, û gelek belgeyên armanckirina ciwanan li serî, çav û singê wan hatine tomar kirin.

Raportên mafên mirovan nîşan didin ku li gelek bajaran, hêzên motorsîwar û yekîneyên taybet ciwanên li pêş ên ku dirûşm didan, weke "rêber" destnîşan kirin û kirin armanc da ku bi kuştin an birîndarkirina wan, girseyê belav bikin.

Binçavkirin, îşkence û givaşa psîkolojîk

Hêzên rejîmê, ciwanên binçavkirî neçar kirin ku bi lêdan, şokên elektrîkê, gefên destdrêjiya cinsî û gefên binçavkirina endamên malbatê, îtîrafên bi zorê bikin û poşmaniya xwe li ber kamerayê nîşan bidin.

Gelek malbatan ragihandine ku ji bo radestkirina terim an berdana zarokê xwe ê binçavkirî, hêzên zordar yên rejîmê ew neçar kirine ku formên ku sedema mirin an birîndarbûnê weke"qeza", "xwekuştin", an "nexweşiya bingehîn" destnîşan bikin û her têkiliyek bi xwenîşandanan re înkar bikin, îmze bikin.

Tundûtîjiya Cinsî û bed navkirina Ciwanan

Rêxistina Efûya Navneteweyî belge kiriye ku di dema serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" de, destdrêjiya cinsî û gotinên kirêt yên cinsî weke rêbazek îşkence û cezakirinê li dijî xwenîşanderan, di nav de çend ciwanên 12 heta 17 salî, hatine bikar anîn.

Di hin şahidiyan de, ciwanan gotine ku di mînîbusan û navendên ragirtinê de rastî destdirêjiya bi kom a cinsî hatine, şok li endamên hesas ên laşê wan dane, û rastî bêrêziya cinsî hatine da ku hem wan û hem jî hevalên wan bitirsînin û careke din li kolanan nemînin.

Kontrolkirina merasîman û çêkirina tirsê di civakê de

Hêzên zordar di merasîmên rojbûn, salveger a serhildêran de amadebûnek tund hebûne

Ev hebûn weke "operasyoneke piskolojîk" hatiye binavkirin da ku civakê bitirsîne û pêşî li veguhestina van merasîman bo kombûnên protestoyî bigire.

Di gelek rewşan de, destûr nehatiye dayîn ku malbat merasîman ji bo kuştiyên bidestê rejîmê, li dar bixin, û her nîşandana wêne, slogan, an sembolên protestoyê bi gef, binçavkirin, an serdegirtinên malan re rû bi rû mane.