N. Eskender Ceiferî
Di cîhanekê de ku pêlên lêgerîna azadiyê dîktatorên faşîst û dagirkar, yek li pey yekî din hildiweşînin, em hilweşînên li pey hev dibînin. Ji Bin Elî li Tunisê bigire heya Mubarek li Misrê, ji Sedam Husên bigire heya Beşar Esed û niha jî Nicolás Maduro li Venezuelayê, ku rêjîma wî ya tepeserker piştî gelek salan lihemberderketina têkoşîna gel, di nav xwepêşandanên berfireh û zextên navnetewî de hilweşiya. Ev hilweşîn ne tenê serkeftinek ji bo gelê Venezuelayê bû, lê di heman demê de peyamek zelal ji bo rêjîmên din ên otorîtêr bû: serdema faşîzmê bi dawî bûye. Lê gelo niha dora Îranê ye? Rêjîmek ku neteweyên bindest bi îdêolojiyek faşîstî û kolonyalîstî dixeniqîne, niha ji her demê bêtir nêzîkî herifînê ye. Li wir xebata dije dagirkarî, bi dîtineke radîkal û dij-kolonyalîst, li ser têkoşîna gelên Kurdistan, Belûçistan, Ehwaz, Turkemensehra û Gîlanê disekine. Ew heman gel in ku heya ku herêmên wan bi tevahî neyên rizgarkirin, dê dev ji şerê li dijî faşîzma Îranî û kolonyalîzma Tehranê bernedin.
Hilweşîna desthilata Maduro li Venezuelayê, ku di destpêka sala 2026'an de qewimî, sîmbola têkçûna modêlên dîktatorî yên çepgir bû ku gel bi rêya tepeserkirin, gendeliyê û girêdayîbûna bi hêzên biyanî ve rastî tepeserkirin û bêbextiyê dihat. Gelê Venezuelayê, bi rêya yekîtiya dijberên desthilatê de û zexta aborî, rêjîm rastî gelek kirîzan anî. Ev bûyer ji bo rêjîma Îranê, ku gelek dişibe rêjîma Venezuelayê, bangeke mwzin û micit a hişyariyê ye: hem faşîst, hem dijberên azadiyê û hem jî xwediyên îdeolojiyên rizî divê haydar bin. Lê ciyawaziyeke sereke heye: lumi gor dîtina gelên ne-Fars ên wekî Kurd, Belûç, Ereb, Tirkmen û Gîlak, rêjîma Îranê ne tenê faşîst e, lê di heman demê de kolonyalîst e jî. Tehran, bi polîtîkayên xwe yên şovênîstî yên navendî yên Farsan, neteweyên ne-Fars ditepisîne û çavkaniyên wan talan dike. Kurdistan, Belûçistan, Ehwaz (Erebistan), Turkemensehra û Gîlan herêmên di bin kolonîzasyona navxweyî ya Tehranê de ne, ku ziman, çand û mafên wan ji bo domandina hêjmoniya Farsî têne tepeserkirin.
Rêjîma kolonyalîst û faşîst a Îranê hewl dide ku dengê azadiyê bi rêya darvekirinên siyasî yên sîstêmatîk bêdeng bike. Amar nîşan didin ku piraniya kesên ku bi sedemên siyasî têne darvekirin ji neteweyên ne-Fars, wate Kurd, Belûc, Ereb, Tirkmen û Gîlekî ne. Tenê di salên dawî de, bi sedan çalakvanên Kurd di zindanên rêjîmê de bi tometên sexte yên wekî "şerê li dijî Xwedê" an "têkdana ewlehiya neteweyî" hatine darvekirin. Ev darvekirin ne tenê bêmafkirin in, lê amûrek kolonyalîstî ji bo tirsandin û tepeserkirina neteweyên bindest e. Ji bo mînak, li Kurdistanê, ev bi salan e têkoşîna dijî-faşîstî didome. Lê rêjîm hewl dide ku bi êrîşa ser gundan û kuştina sivîlan kontrola bi ser navçeyê de biparêze. Lê ev tepeserkirin tenê agirê şoreşê gurr dikin. Gelê Kurd, ku xwedî dîrokek dirêj a têkoşîna li dijî kolonyalîzma Îranê ye, niha di pêşengiya tevgera rizgariyê de ye.
Ev tevger berdewamiya Şoreşa Jînayê ye. Serhildanek ku di sala 2022'an de li Kurdistanê dest pê kir û rêjîm anî ber hilweşînê. Jîna Emînî, sîmbola berxwedana jinên Kurd li dijî hicaba bi zorê û faşîzma olî, ew çirûsk bû ku agirê şoreşê li Kurdistanê pêxist. Lê ev şoreş taybet bi Tehranê nîn e; ew têkoşîna neteweyên bindest li dijî kolonyalîzma navxweyî ye. Li Kurdistanê, ku slogana "Jin, Jiyan, Azadî" li wir çê bûye, xelk bi gireva bazarê û xwepêşandanên berfireh rêjîma Îranê dixin nava kirîza rewatiyê. Belûçistan, bi têkoşîna xwe ya curbicur a berdewam li dijî bindestiya ferzkirî û darvekirinên bi kom, nîşan dide ku kolonyalîzma Îranê nikare heta hetayê bidome. Li Ehwazê, Ereb li dijî talankirina çavkaniyên petrolê û jinavbirina jîngeyê dirabin, û Tirkmen û Gîlanî bi xwepêşandanên xwe yên girseyî tevlî refên şoreşê dibin.
Nêzîkatiya dij-faşîst a Kurdistanê ji bo hemî neteweyên bindest modêlek e. Kurdan, bi ezmûnên xwe yên dêmokratîk li Komara Kurdistanê li Mehabadê, Herêma Fêdêral a Başûrê Kurdistanê û Rojava, nîşan dane ku civatek dêmokratîk, fêmînîst û dij-kolonyal dikare were avakirin.
Rêjîma Îranê hewl dide ku di riya binavkirina wan serhildêran wekî "cudaxwaz" re rewatiyê bide tepeserkirina wan neteweyan, lê rastî ev e ku ev têkoşîn, dij-kolonyal in: ev netewe herî kêm fêdêralîzma rastîn û mafê xwerêvebirinê û mafê diyarkirina çarenûsê dixwazin. Tehran, wekî navenda kolonyalîzmê, çavkaniyên Kurdistanê ji bo mînak av û kangehan talan dike, di heman demê de xelkê herêmî di nav rewşeke dijwar de dijîn. Ev kolonyalîzma klasîk e: serdestiya çandî, aborî û siyasî li ser neteweyên bindest.
Lê dawiya dagirkar nêzîk e. Bi hilweşîna Maduro re, zexta navnetewî li ser Îranê zêde bûye: li bendê ye biryara cezadana wan berpirsan, piştgiriya ji bo opozîsyonê û eşkerekirina sûcên berpirsên rêjîmê berfireh bibin. Gelên Kurdistan, Belûçistan, Ehwaz, Turkmen û Gîlek dibin yek û heta ku herêmên wan bi tevahî neyên azadkirin, ewê dev ji xebatê bernedin. Ev yekîtî kilîla hilweşîna faşîzma Îranê ye. Divê cîhan bibîne: Îran ne neteweyek yekane ye, lê komek ji neteweyên kolonyal e ku dema wan hatiye ku xwe azad bikin.
Êdî hilweşîna dîktatoran nêzîk bûye. Dora Îranê hatiye: rêjîmek ku bi xwîna neteweyên ne-Fars sax maye, dê dawiya xwe bibîne. Ev tiştê ku ji dilê xwepêşandanên Kurdistanê tê bihîstin ev e: Bijî têkoşîna dij-kolonyalîzmê! Azadî ji bo Kurdistan û hemî neteweyên bindest!