Xweragirî: Ev rapor li ser welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ku li xwenîşandanên heyva Befranbar û Rêbendana 1404 a Rojî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ye ku hatine girtin û kuştinê Pêka amarên Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê hatine tomarkirin ku beşçeke zêde ji vê raporê ev e:
Pêka vê raporê , nasnameyên 219 welatiyên Kurd hatine eşkerekirin ku ji aliyê hêzên tepeserker ên spah pasdaran a terorîst ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine kuştin, piraniya wan ji 4 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ne.
Çarta 1/1 dide xuya ku:
Kirmaşan (138 kes an 64%),
Îlam (24 kes an 11%),
Sine (15 kes an 7%),
Urmiye (11 kes an 5%),
Meşhed (11 kes an 5%),
Xorasan (8 kes an 4%),
Hemedan (5 kes an 2%),
Luristan (1 kes an 1%),
Tehran (1 kes an 1%),
Qezwên (1 kes an 1%)
Hinek ji wan jin û zarokên jêr temenê 18 saliyê de ne
Çarta Hejmar 2/2
Ji 199 mêrên ku hatine kuştin, 11 ji wan jêr temenê 18 salî de bûn û ji 20 jinên ku hatine kuştin, 4 ji wan jêr temenê 18 saliyê de bûn, li nav wan de zarokekî 3 salî jî hebûye.
Pêka amarên Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê (Xwragirî), 390 kes anku (370 mêr, 16 ji wan jêr 18 salî ne û 20 jin, 1 ji wan jêr 18 salî de ye) hatine girtin. Xwragiriyê eşkere kirin.
Çarta 3/3, welatiyên Kurd ên ku li heyva Kanûna Paşîn de hatine girtinê:
Îlam (167 kes an 43%),
Kirmanaşan (107 kes an 28%),
Sine (70 kes an 19%),
Urmiye (35 kes an 9%),
Xorasan (8 kes an 2%),
Tehran (1 kes an 0%),
Gîlan (1 kes an 0%).
Eva ku cihê lêhûrbûn û balkêşandinê ye ev e tevî qutbûna înternetê mixabin niha jî şûna cinayetên rêjîma îslamiya Îranê bi tevavî eşkere nebûne. Pêka raporan, zêdetir ji 40 hezar li seranserê Îranê de hatine kuştin û bi10an hezar kes birîndar bûne ku ji tirsê binçavkirinê, nekarînbe serdana nexweşxaneyan bikin û bi tenê çareseriya destpêkî bo wan hatiye kirin û egera canjidestdana wan û zêdebûna amara qurbaniyan gelek zêde ye.
Li vê heyamê de, rejîma Îranê qutbûna înternetê wek derfetek bi kar aniye û bi 10an kes di girtîgehan de bi tohmetên cûrbecûr bidar vekirine, li nav wan de du girtiyên olî yên Kurd ên bi navên “Amanc Karvançî û Erselan Şêxî” hene. Li vê navberê de, rêkxiravên mafên mirovî û malbatên girtiyan nigeran in ku rêjîma Îranê dê li xwenîşandanên Befranbarê de girtiyan bidar veke da ku tola şikestên xwe yên siyasî hilde, lewma rêjeya kuştina xwenîşanderan rojane zêde dibe.
Têbînî: ev amara li ber dest, amara dawî nîn û haletên ku heta niha hatine tomar kirin ku heta heta 31êkanûna Paşîn 2026ê hatine piştrast kirin, lewma ev rêje û amara rojane zêde dibin.