Ragihandina Derveyî welat a Hizba Dêmokrat, şeva Şemî li ser Yekşemî 15ê Şibatê, kombûneke siyasî bo rêzdar “Xalid Ezîzî: Berdevkê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li ser tora civakiya “X” de lidar xist. Rêzdar “Xalid Ezîzî” li kombûnê de dîtingeh û awirên Hizba Dêmokrat li ser pirsên siyasî yên li rojeva Îran û Kurdistanê anîne berbas û li beşeke din a kombûnê de bersiva pirsyar û balkêşandiyên beşdaran da. beşa bingehîn a gotara rêzdar “Xalid Ezîzî” li Rojnameya “kurdistan”ê de hatiye belavkirin.
Rêzdar Xalid Ezîzî li destpêka axaftinên xwe de îşare bi 4 fakteran kir ku li diyarîkirin a Îrana paşerojê de rola bingehîn hene û ev 4 fakter jî: şiyana rêjîma îslamî û rjîma tepeserkirin, xelk û tevgerên nerizayetî li navxweyê Îranê, pirsgirêkên hevpar ên civaka cîhanî û rola Amerîka û Îsraîl û faktera dawî jî opozîsiyona rêjîma îslamî û mijara elternatîv bo vê rêjîmê ye.
Berdevkê Hizba Dêmokrat piştî şirovekirina wan 4 fakteran, îşare bi siyasetên Hizba Dêmokra kir û ragihand, Hizba Dêmokrat her tim li ser vê baweriyê bûye ku ev xelkê Îranê ye ku dibe çarenivîsa vê rêjîmê diyarî bike û nabe xelk çavrê bin ku kê û dê kengê êrîşê bike ser rêjîmê, pirs ev e ku hem li Kurdistan û hem li beşên din ên Îranê, ji vê qonaxê derbas bibin û serkevtina yekcarî bi ser rêjîma Îranê, dê demekê biqewime ku alternatîva rêjîma îslamî li meydana xebatê de amade be.
Rêzdar “Xalid Ezîzî” li derheq alternatîva rêjîma Îslamî pêdegirî li ser vê kir ku em wek Hizba Dêmokrat bi pêka siyaseta xwe, dujmininatî digel ti aliyek siyasî ya opozîsiyonê û dijberê rêjîmê nakin. Me dîtingeh û siyaseta xwe ya cuda heye û piştevanî li maf û siyasetên xwe dikin.
Babeta bingehîn û startejîk ev e ku li hember her rewşekê de em wek Kurd û wek Hizba Dêmokrat dibe mafperwer bin û li Îrana paşerojê de li pey maf û daxwaziyên xwe bikevin.
Rêzdar “Xalid Ezîzî” li derheq hevxebatî digel netewên din ên Îranê bi dijî rêjîma îslamê de ragihand: “Madem stratejiya me federalîzm e, federalîzm li Îranê de cihgîr nabe hekî 2 netewên tirk û faris digel nebin. Lewma me hewcehî bi te`amol digel civaka tirk û farsan jî heye û dibe rêkxirav û çalakvanên medenî li navxweyê Îranê bi Kurd û tirk, handerê vê bin û ev têgihîştina ji hev û armancên hevpar berhem tîne.
Lewma pêdegirî li ser hewcehiya hevxebatî û vekhevî hem li nav hêzên siyasî yên Kurd û civaka Kurdistanê û hem li asta seranserî de dikim.