Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Natiq: Felsefeya bingehîn a rejîmê li ser bingeha îdelojiya şer û hinartina şoreşa Îslamî bo derwe û xewin û xeyala rêberî kirina cîhana îslamî û dest gehîştun bi çekên etomî hatiye ava kirin.

16:43 - 23 Şibat 2026

Hevpeyvîna taybet a rojnameya Agirî bi rêzdar Dara Natiq çalakvanê siyasî, li ser danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de hatiye encam dan.

 

Hevpeyvîn: Dara Natiq

Hevpeyvînkar: Sîmîn Rûhanîzadeh

 

Di demekê de ku rejîma Îranê hevdem digel danûstandinên xwe bi Amerîkayê re, serkut û tepeserkirin, îdam û girtina xwenîşanderam zêdetir dike, gelo ev danûstandin bi rastî dana derfetek din bi rêjîma Îranê nîne?  herwisa derfetek din bi rêjîma Îranê bo bidestxistina rewatiya navdewletî nîne?

Ez dikarim bêjim ku mixabim welatên ewrûpayî û bi taybetî Amrîka û hevpeymanên wê, pir caran û bi taybetî jî li xwenîşandanên wê dawiyê a gelên Îranê , car din îradeya azadîxwazî û mafxwaziya gelên Îranê kirin qorbaniyê meslehet û berjewendiyên xwe yên abûrî û weke hewce piştgîrî û harîkariya serhildan û bizava azadîxwazî li Îranê nekirin. Raste ew danûstandin û gotubêj bi Armrîkayê re weke derfetek e ji bo rejîmê ku bêhnwedanekî bike û xwe rêkxistin bike, lê  ew yek jî êdî bi hewara rejîmê da nayê. Lê bi giştî dikarim bêjim ku mixabin Amrîka û ewrûpa hêşta bi avayekî micid û eşkere û piraktîkî pêngavên hewce ji bo guherîna rejîmê neawêtine û ew zêdetir siyaseta guherîna riftar û reformên di nava rejîmê de dişopînin. Ew dixwazin rejîmekî lawaz û qormîşkirî bi yasa û rêsayên navdewletî wek ya niha heyî bimîne û prisra mafên mirov û netewên bindest di îranê û rewşa aloz û nebaş a xelkên Îranê di ewlewiyeta siyaseta wan de ninne. Lê ew yek nikare bibe sebeb ji bo bêdeng kirin û fetisandina dengên azadîxwazî di îranê da. Rejîm êdî di wê rewşa niha de nikare bersivderê wîst û daxwaziyên xelkê bibe û bi hemî ew tepeserî û girtin û kuştina ku rêwe dibe jî dîsan şoreşa azadîxwazî û berxudan û mafxwaziya gelên îranê heya herifandina wê rejîme û avedankirina sîstemek demokratîk û federal yê berdewam bibe û her roj şîpel bide. 

 

Rejîm herdem dijminatiya bi Amerîkayê re wek amûreke prûpagandayê bi kar anîye, lê niha li pişt deriyên girtî bi wan re danûstandin dike. ev dijhevî, nîşana hilweşîna gotara îdeolojîk a Komara Îslamî û şikesta  stratejîya rejîmê nîne?

Siyaset û sitratêjiya rejîma axundî a Îranê her ji destpêkê we heya niha li ser bingeha direw û xapandina raya giştî û civatgeha navdewletî û xelkê belengaz e wî welatî hatiye ava kirin. Rejîm hem li nal dide û hem jî bizmar, ji aliyekî we bi çêkirina dujminên ferzî û siloganên dij bi Amrîka û Îsraêîlê dixwaze wisan bide nîşan ku ew rêberiya cîhana Îslamî dike û bala welatên îslamî û herêmî bo aliyên xwe bikişîne û ji aliyekî din we jî bi avayên nihênî û li binde di hewla razî kirina Amrîka û Îsraêîlê de ye û bi wan re danûstandinan dikie û li hewla dirêj kirina deshilata xwe a dîktator de ye. Lê ew yek bi eşkere derdixe ku rejîm û felsefeya wê a sitratêjîk û îdolojîk bi tewahî li paradoksê de ye û li rastî û ya ku dibêjin dûr e. Armanca rejîmê ew e ku bi wê siyaseta han ewlehî û tenahiya herêmî têk bide û bi piştgîrî kirin ji girûpên terorîstî û tundajo û çêkirina aloziyan li welatên dedor bala raya giştî li ser rewşa xirab û aloz a îranê û meş û nerazîbûnên dij bi nîzamê li xwe dûr bixe û bi berdewamiya tepeserî û girtin û kuştina xelkên azadîxwaz û mafxwaz, hin din temenê biyom û dijî mirovîye xwe dirêjtir bike. rejîma Komara Îslamî ne tenê ji aliyê îdeolojîk ve bi teewahî hilweşaiye lê belkî di hemû warên leşkerî, îxbaratî, ewlehî û rêveberiya welatê de û bi xasmanî di warê abûrî û jîngeparêzî û …

bi tevahî hilweşiyaye. Girîngtir ji hemû wan jî ev e ku gel piştgirî jê nake.

 

 

Di halekê de ku xelkê Îranê, li dijî rejîma Îranê rawestane û daxwaza wan nemana rejîmê ye, gelo balkişandina danûstandinan tenê li ser pirisa navkî cureyek ji piştguhavêtin a binpêkirina mafên mirovan û mafên siyasî yên xelkê nîne? Opozîsyon çawa dikare vê mijarê bike beşek ji destûrên karê cîhanî?

Pirsa te girîng û stratejîk e, ji ber ku têkiliya di navbera siyaseta navneteweyî, mafên mirovan û berjewendiyên jêopolîtîk de pir caran têkildar û tevlîhev e. Di rewşekê de ku xelkek li dijî rejîmê radibin û daxwaza guherînê dikin, ger hêzên cîhanê danûstandinên xwe tenê li ser pirsa navkî bisînorkirin, ev dikare wekî nîşaneyek were dîtin ku berjewendiyên stratejîk li ser prensîbên normatîf têne pêşxistin.

Lê di siyasetê de pir caran welat û rêxistinên wekî Îran re di navbera du armancan de hewl didin balansê biparêzin:

 1. astengkirina metirsiyên ewlehiyê (wekî belavbûna çekên nukleer),

 2. parastina mafên mirovan.

Lê gelo ev piştguhavêtin e?

Ev girêdayî çavdêriya siyasî ye. Opozîsyon û aktorên civaka sivîl dikarin arguman bikin ku tenê li ser pirsa Navokî rawestan dibe sedema “normalîzekirina” rejîmê bê ku guh bidin daxwazên gel. Ev arguman di dîskursa mafên mirovan de bingehîn e û dikare li ser platformên navneteweyî bandor bike. Opozîsyon çawa dikare vê bike beşek ji ajandaya cîhanî?

Stratejiyên sereke ev in:

 • Diplomasiya civaka sivîl: pêwendî bi parlementeran, partiyan û NGOyên cîhanî re.

 • Belgekirina binpêkirinan: berhevkirina delîl û raporên qanûnî ku dikarin li dadgeh an forûman navneteweyî bêne bikaranîn.

 • Çêkirina dîskursê: bikaranîna medyayê û torên civakî da ku pirsa mafên mirovan bi pirsa ewlehiyê re were girêdan.

 • Koalîsyonên herêmî û cîhanî: hevaltî bi hereketên demokratîk ên welatên din re da ku pirs ne tenê wekî pirsgirêka navxweyî, lê wekî mijarek navneteweyî were dîtin.

 

Ger dorpêç di encama danûstandinan de kêm bin, çi gerantîyek heye ku çavkaniyên aborî yên azadkirî tenê ji bo başkirina jiyana xelkê bêne bikaranîn, ne ji bo armancên din? Ezmûna Bercamê nîşan nadaye ku perê zêdetir, tepeserkirina zêdetir lipeyxwe tîne?

Amrîka û welarên Ewrûpayê bi giştî û rêxistinên cîhanî bi taybetî di dema danûstandinan de û li hevhatina bi rejîma Axûndî re, pereyên bilok kirî yê rejîmê azad dikin û derfetên abûrî di asata navdewletî de ji bo Îranê bi armanca baştir kirina rewşa jiyana xelkê belengaze wî welatî diafirînin. Lê mixabin rejîm wî pereyî ji bo saportkirina girûpên terorîstî û têkdana ewlehiya herêmî û destwerdan di kar û barê welatên cîran û milîtarîze kirin û tepeserkirina welatiyan bikar tîne.

Di rêkewtina bercam de rastiya han zêdetir eşkere û dixuya ku rejîmê ne tenê ew pere ji bo avedanî û baştir kirina rewşa jiyana xelkê bikar neanî, belkî ew pere ji bo milîtarîze kirin û têkdana tenahiya herêmî û gef û îriş kirin ser cîhanê bikar anî. Hat xuya kirin ku rejîm bi tu avayekî pabendî yasa û rêsayên cîhanî nebû û zêdetir ji caran bo bi destxistina çekên navokî û şer û pevçûnên di asta herêmî û cîhanî de liv û tevger kirin û bû astengek mezin li hember dêmokratîze kirina herêmî de. Ji aliyekî din we jî dema ku hin derîmû derfetên abûrî ji aliyê cîhana pêşkewtîmwe bo Îranê dilivin, rejîm wê yekê weke derfetek bo tepeserî û serkûta zêdetir a xelkê azadîxwaz û nerazî di hundir de bikar tîne. Şepola îdam û eşkence kirinê zêdetir û maşîna tepeserî û girtin û zîndanîkirina xelkê zêdetir dibe.

 

Bi nêrîna te ev danûstandin nîşana “rêforma rejîm”ê ye an tenê taktîkayek ji bo man û dem dirêj kirinê ye?  di vê navberê de, rolê hêzên opozîsyon çi ye da ku bi cîhanê nîşan bidin, alternatîfa rastîn gel û tevgerên azadîxwaz in, ne danûstandin bi rejîma Îranê re?

Bi salan e ku ew danûstandin di navbeta Îran û Amrîka û Rojava de birêve diçin û heya niha tu encamek wan tunebûye. Ji berku rejîm tu car bi niyetek rastîn û çareserkirinê têkilî wan danûstandinan nebûye. Siyaset û dîplomasiya rejîmû di asta navneteweyî de li ser bingeha direw û xapandina raya giştî hatiye ava kirin. Rejîm bi çi avayekî pabendî tu rêkewtinekî nebûye û esasen bawerî bi yasa û rêsayên civatgeha navdewletî tuneye. Felsefeya bingehîn a rejîmê li ser bingeha îdelojiya şer û hinartina şoreşa Îslamî bo derwe û xewin û xeyala rêberî kirina cîhana îslamî û dest gehîştun bi çekên etomî hatiye ava kirin. Li gor ezmûn û ceribînên berê û heya niha hatî xuya kirin ku armanca rejîmê ji wan danûstandinane tenê bo bi destxistina demê bûye û bi merema xwe rêkxistin kirin û gehîştin bi çekên navekî û ew naxwaze ku bi tu avayekî pirisgirêkên di navbera wan û Amrîka û cîhana derwe bên çareser kirin.

Lê hewceye ku hêzên opozisyon yên Îranî ku bawermend in bi aştî û azadî û çareserîya demokratî a gelên Îranê di çaroveya Îranekî demokratîk û federal de, bi yekrêzî û yekhelwestiya xwe û bi dîplomasîyek hewpar û mediyayek pşkewtî rastiya naveroka biyo a wê rejîma dîktator zêdetir bo raya giştî eşkere bikin û nehêlin ku ew car din cîhana pêşketî bixapîne.