Civatên mafxwaze Kurdiustanê!
Xelkê azadîxwaze Îranê!
Piştî belavbûna nûçeya ragihandina “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê” pêleke keyfxweşî û dilgermiya şoreşgêrane a xelkê Kurdistanê, netewên bindest û azadîxwaz ên Îranê li xwe girt. Ragihandina vê heypeymaniyê, dengvedaneke berfireh di nava hêzên siyasî yên xebatkare Îranê û navendên siyasiy ên navnetewî de jî hebûye.
Li hember de rêjîma îslamiya Îranê û herwisa taqimek ji dijberên mafên netewî yên netewên bindest û azadiyên dêmokratîk ku xwe li jêr qalkê opozîsiyonê de veşartine, bi awayê dîn û har bertek nîşandane û kînaa xwe rijandine, ku me ev çavnihêriya vê yêkê jî dikir.
Her li berdewamiya vê berteknîşandanê de roja Çarşemî 25ê Şibatê, Riza Pehlewî bi belavkirina postekê li tora civakiya “X”, ev jî bi peyvên zivr û tohmetlêdanên bê esas ên hertimî, netewa mezine Kurd û Hizbên siyasî yên xebatkar ên Kurdistanê dane ber tan û teşeran.
Navbirî tevî bilindkirina kopalê riziye cudaxwaziyê, gefxwariye ku piştî herifîna rêjîma Îslamî, dê sipahê bo tepeserkirina tevgera mafxwazaneye netewa kurd, erkdar bike.
Mirov dibêje her ji bîra Riza Pehlewî çoye ku her demek îradeya rastîn bo perçekirina Îranê hebe, kesê îznê ji bav û bapîrê tacdarên wî wernegirtiye wan jî xema xaka Îranê nexwarine û qusûrî nekirine , her wek pêşkêşkirina Ararata Biçûk, radestkirina Behrên û çavkaniyên çemê Hîrmendê, li firotin an radestkirina beşên cuda yên axa Îranê xwe neparastine, ev hertim li guherîna dîrokê de bi teqandina fîşengekê û heta bi îşaretek biçûk ya aliyên biyanî, yan revîne û jev belav bûne, yan kunemişk bo wan bûne qeyserî.
Li rastiyê de take cihek ku wan karîne xwe têde bidin nîşandan, meydana komkujkirina xelkê medenî û tepeserkirina daxwzaiyên dêmokratîk ên xelkê Îranê, bi taybet netewên bindest ên wî welatî bûye.
Gefxwarinên berdewam ên navbirî bo bikaranîna sipahê bi armanca rawestan li hember daxwaziyên siyasiye netewên Îranê, perdê li ser vê rastiyê hil dide ku li Îrana paşerojê ya li xeyala wî de, şêwaza reftarkirin digel daxwaziyên medenî û daxwaziyên dêmokratîk ên ku li carnameya mafên mirovî ya Saziya Netewên Yekgirtî de, dê her bi ewlehî û serbazî bimîne û ti cudatiyek bingehîn li navbera rêjîma siyasiya li xeyala wî de û rêjîmên tepeserkere pêşda û ya nihaya Îranê de nabe. Tevî vê yekê jî, gelo çima wa hizir dike ku xelkê bêzarbûyî ji dîktatoriya rêjîma îslamî amade ne serê xwe bo wî û hevhizrên wî bitewînin û wan parek ji altirnatîva bo Îrana pêşerojê qebûl bikin?
Ji aliyê din ve, xuya ye navbirî tevî nebûna zanyarî ji dîrok û cografiyayê, têgihîştineke serast ji dema niha nîne. Neku dibe bizaniya ku sipah û hemû alavên tepeserkirina hikûmî û her ev sipaha pasdaran a terorîstî ye ku wî şanazî pê kiriye û piştevanê wê bûye, li sedsala derbasbûyî de ti demekê li Kurdistanê dûr nebûye û nîne, Herwisa ti mikanîzmek bo tepeserkirinê nemaye ku li ser Kurdistanê nehatibe ceribandin û rastî şikestê nehatibe, heta ku navbirî bixwaze piştî tacdanînia wehmî û xeyaliya xwe, li wî warî de tiştekî nû biafirîne û nîşan bide.
Xencer ji kalankêşana Riza Pehlewî bi dijî tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd li demekê de ye ku bi şahidiya hemû azadîxwazan û şarezayên karûbarên Îranê, li tevgera “Jîna”(Jin Jiyan Azadî)yê û herwisa li serhildana vê dawiyê ya xelkê Îranê, navbirî bi hevkariya taqimeke cihê şik û gumana derdora xwe, roleke eşkere li çêkirina netifaqî û jevweqetandina refên gel û dijberên rêjîmê hebûye.
Kite aliyeke siyasî ku li vî heyamî de li peymana biratiyê digel de maye û hevxemiyê bo dide nîşandan, her ev hêzên çekdar û ewlehî û tepeserker ên terorîstî yên rêjîma îslamî bûne, Heta vê astê ku li nûtirîn axaftinên xwe de bo veşartina rola wan li tawankarî û karesata bi sam a heyva Befranbarê, îdia dike ku hêzên çekdar ti rolek li wan tepeserkirinan de nebûne û tevaviya wan tawankariyan, bi rêye destek biyanî bûye! Herwisa li demekê de dost û dujmin şahidiyê bo vê yekê didin ku netewa Kurd û Hizbên siyasî yên xebatkarên Kurdistanê bi dirêjahiya temenê sitemkarane a komara îslamî, hertim kelemê nav çavên serberedayîya rêjîma xumêynî de bûye, û hertim penageh û piştevanê rastîn a xebatkarên netewên Îranê bûye û bi rêya xebata dijî vê rêjîma tepeserker de, nirxên gelek giran dane, Ku çi niha yêkî wekî Pehlewî, hizbên Kurdî bi hevkarî digel xumêynî tohmetbar dike ev tohmetane jî li demekê deye ku her vê serdemê, bi fitwaya cîhada xumêynî Kurdistan ji erd û esmanve, kiribûn armanca êrîşên bi xwîn, Riza Pehlewî her bi xwe çendîn caran gotiye ku name bo xumêynî nivîsandiye û daxwaz kiriye ku wek firokevanek asayî li nav hêzên rêjîmê de bê vergitin!
Cihê heyrîmanê ye ku kesek bi vê derbasbûya xwe ya tejî serşoriyê, Hizbên Kurdistanê bi hevkarî digel xumêynî û bîhaniyan tohmetbar dike, Li halekê de xwe bi sozdana çewt bi xelkê serîhildayî li navxweyê Îranê li derheq hebûna hezaran kes ji hêzên reviyayî ji nav hêzên tepeserkar, hebûna sedan hezar alavên “Star Link” û nebûna ti îmkanek li qutbûna înternetê û gihîştina alîkariya derve, bû sedem ku hezaran kes ji azadîxwazên me bêne ser şeqaman û bikevne nav dafka rêjîma tawankar a komara îslam. Bê guman, piştî azadbûna Îranê û piştî dadgehîkirina berpirsên îxanetkar ên hikûmî û bikujan û tawankarên rêjîmê, navbirî jî dibe li hember wan cure şaşiyên îxanetkaraneyên xwe de bersivder be.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê tevî şermezarkirina wan cure axaftinên sivik û pûçe Riza Pehlewî, tekezî li ser helwîstên bingehîne xwe li parastina armancên netewa Kurd û mafên rewaye netewên bindest ên Îranê dike û li ser vê baweriyê ye ku ev cure kîndarî û axaftinên dujminkarane li dawiyê de nagihîje ti encamekê, belku îradeya netewên azadîxwaz û têkoşerên Îranê li xebat û cehd bo bidestveanîna armancên azadîxwazneya xelkê serhildayî û binaxkirina hertimiya dîktatorî û faşîzmê li her cur û rengekê be, qahîmtir dike.
Lewma careke din jî em daxwazê ji hemû hêzên Kurdistanê ku daxwaziya azadî û berevanîkirin li mafên netewiyên xwe dikin, bo rawestan li hember gotarên qurixkarane û tevaviyetxwaz, tevlî refa “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê” bin.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê
25ê Şibata 2026