Kongireya Netewên Îrana Federal pêşewazî li biryuara Yekîtiya Ewropayê bo tomarkirina spaha pasdaran li lîstê rêkxiravên terorîstî de kir û ev biryar bi pêngawek girîng û hewce bo bihêzkirina bersivdana navnetewî, piştevanîkirin li mafê mirov û rawestan li hember terorîsma hikûmî binav kir. Ev biryar ku nîşanderê îradeya siyasî ya hevpar a welatên endam ên Yekîtiya Ewropayê ye, bersivek bi wec bo karnameya bi belge ya vê damzraveyê li warê binpêkirina berfireh û rêkxistinkirî ya mafên mirovî û kiryarên terorîstî li navxwe û derveyî Îranê tê hisêb.
Spaha pasdaran a rêjîma Îranê, damezraveyek e ku piştî sala 1357 a Rojî, bi armanca parastina desthilata rêjîma Îslamî hate avakirin, li dehikên derbasbûyî de bi yek ji bingehên bikaranîna tundûtîjiya sîstimatîk, tepeserkirina nerizayetiyên aşitîxwazane û sînordarkirina sîstematîk a maf û azadiyên bingehîn ên xelkê ye. Bandora berfireh a vê damezraweyê li sîstema siyasî, ewlehî û abûriya Îranê, rêxweşkerê binpêkirina berdewam a xalên bingehîn yên mafê mirovî û desthilata yasayê bûye.
Rola rasterast a spaha pasdaran li tepeserkirina serhildanan û nerizayetiyên xelkê ên wek tevgera “Jin Jiyan Azadî” û nerizayetiyên din ên seranserî de bikaranaîna zêde a zorê, teqekirin li neraziyan, binçavkirinên berfireh, îşkence û kuştina xelkê medenî de, bi awayekî berfireh bi belge hatiye tomarkirin û bala navendên navnetewî û raya giştî ya cîhanê bo aliyê xwe rakêşaye. Li vê çarçoveyê de gelên jêr sitem li Îranê de zêdetirîn derb û nirx dane.
Li deverên wek “Kurdistan, Belûçistan, Ehwaz, Tirkemen sehra û Azerbaycanê, kiryarên spaha pasdaran ên wek kiryarên serbazî yên berfireh, tepeserkirina tundûtîj a nerizayetiyan, bidarvekirinên derveyê yasayê, kawilkirina gundan, awarekirina bi zorê û cudatîdanîna sîstematîk, mînakên rohn ên berçav û sîstematîk ên mafên mirovî û xalên medenî têne hisêb. Ev kiryar serhev nîşanderê bûna mînakek diyarîkirî ji siaysetên ewlehî-serbazî li hember gelan û deverên piştguhavêtî yên Îranê ye.
Kiryarên spaha pasdaran bi navxweyê îranê sînordar nemaye û vê damezraweyê bi riya spaha quds û piştevanîkirin, rêkxistin û teyarkirina girûpên çekdar ên milîs li tevdanî çêkirina li deverê û binpêkirina eşkere ya mafên mirovî li welatên din de rol hebûye. Terorkirina dijberên siyasî yên rêjîma Îranê li derveyî Îranê, welat û li axa Ewropayê, mînakên herî eşkere ji nasnameya derveyîsînûrna e, mijarek ku li biryardanên dadwerî yên xwedî hitbar ên wek biryardana dadgeha Alman li dosyeya Mîkonosê, pêka belgeyan hatiye piştrastkirin.
Kongireya Neterwên Îrana Federal li ser vê baweriyê ye ku biryara Yekîtiya Ewropayê, bo karlêkeriya tevav, dibe bi kiryarên tevaker re be, wek lipeyketina dadwerî a fermander û bikerên wan cinayetan, tomarkirina dorpêçên armancdar û li praktîkê de dawîanîn bi parastîbûna kesên ku di binpêkerên micid ên mafên mirovî û kiryarên terorîstî de rol hebûne.
Em tekez dikim ku bidestveanîna aşitiyek hertimî, cihgîrbûn û jiyaneke bi hevre ya aşitîxwazane li Îranê, hewcehî bi derbasbûn ji sîstema tepeserker, garantîkirina mafên vekhev a hemû welatiyan, bi fermînaskirina mafên netewan û cihgîrkirina sîstemek Dêmoikratîk û Federal li ser bingeha desthilata yasa û îradeya azad a hemû xelkê welat be.
Kongireya Netewên Îrana Federal daxwaz ji Yekîtiya Ewropa û civaka cîhanî dike ku li çarçoveya sozên navnetewiyên xwe, li kêlega xelkê Îranê bi taybet gelên li jêr cudatîdanînan de bisekine û derfetê nede ku binpêkirinên micid û rêkxistinkirî yên mafên mirovî û kiryarên terorîstî bê bersiv û dadperweriyê bimînin.
Kongireya Netewên Îrana Federal
30ê Kanûna duyem a 2026 an