Li Rojavayê Kurdistanê yekrêzî û têkoşîna gelê kurd û xebatên dîplomasîyê dê rêya azadîyê xurtir bike
N. Mustafa Ozçelîk: Serokê Giştî yê (PWK)
Ji bo çareserîya mayînde, pêwîstî bi têkoşîn û xebateke berfireh û dûr û dirêj heye. Lê belê, îro, pêwîstîya acîl ya sereke ewe ku, agirbesta di navbeyana Rêvebirîya Şamê û HSDyê de berdewam bike û alîkarîya mirovî bigihêje gelê me yê Rojavayê Kurdistanê.
Di helwest û sîyaseta Rêvebirîya Şamê û Amerîkayê de guhertinên balkêş rûdidin.
Rêvebirîya Şamê ya ku heta 15 roj berê jî Rêvebirîya Xweser wek fermî nas dikir, nuha helwesta xwe guhertîye.
Nuha Rêvebirîya Şamê bi hişmendîya ‘’Cimhûrîyeta Îslamî ya Erebî ya Sûrîyeyê’’ dixwaze li ser esasê ‘’îslamî’, ’şowenîzma erebî, sîstemeke takekesî, unîter, totaliter, ku mafê statuya kurdan, mafên durzî, elewî, xirîstîyan, êzîdî û hemû gelan, tune bike.
Aşkere ye ku di vê helwesta Rêvebirîya Sûrîyeyê de li gel sîyaseta îdeolojîk û şowen ya Rêvebirîya Sûrîyeyê, tesîra sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê jî bandoreke xwe ya mezin heye.
Rêvebirîya Sûrîyeyê li serî de bi organîzatorî û alîkarîya Dewleta Tirkîyeyê, êrîş bir ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê yên Helebê ku piranîya niştecîhên wê kurd in. Li herdu taxên kurdan ên Helebê, hêzeke biçûk ya asayîşa kurdan hebû. Hêzên asayîşa kurdan ya li herdu taxên Helebê biryara berxwedanê dan û di encamê de bi şehadeta bi sedan şervanên kurd û kurdên sivîl, bi koçberîya 200 hezar kurdên herdu taxan û bi şikesteke berbiçav, kurdan zerararek mezin dîtin û rê ji Rêvebirîya Sûrîyeyê re xweştir kir ku êrîşên xwe berfirehtir berdewam bike.
Belê, li gel van hemû rîskên ku li ber derîyê gelê me ne û li gel van hemû pêşhateyên neyênî yên vê dawîyê jî têkoşîna meşrû ya ji bo mafên neteweyî, demokratik, ji bo azadîya Rojavayê Kurdistanê berdewam e û dê li gel hemû zehmetîyan jî berdewam bike.
Ez di wê bawerîyê de me ku di encama van xebatên navneteweyî, yekrêzîya nav mala kurd de, li herêmên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ku nuha di îdareya kurdan de ye, dê şans û îhtîmala pêkanîna statu û birêveberîyek siyasî û kulturî û asayîşa navxweyî di destê kurdan de xurtir bike.
Di vî warî de, dîroka nêzîk ya kurdan xwedîyê nimûneyên zindî û balkêş in. Di sala 2014an de Emerîkayê li gel Rêzdar Serok Mesûd Barzanî dixwest ku bi “Mitabaqata Dihokê” yekrêzîya sîyasî, îdarî, leşkerî, aborî, dîplomasî ya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê pêk bînin.
Lê mixabin, bêtir, hêza desthilat, ango Rêvebirîya Xweser, HSD, PYD, YPGyê biryarên Mitabaqata Dihokê û Konferansa Qamişloyê bi cîh neanîn.
Ji ber vê rastîyê, em gunehê vî dîmenê ku îro dilê me diêşîne bes nexin stûyê Amerîkayê. Aliyên siyasî û berpirsyar ên Kurd li Rojavayê Kurdistanê xetabarin ku heya niha nekarîne yêkrêz bin.
Ez di wê bawerîyê de me ku pêkanîna biryarên Konferansa Qamişloyê, yekrêziya di nav hemû kurdên cîhanê de û lêxwedîderketina Rêzdar Mesûd Barzanî û rêvebirîya Başûrê Kurdistanê û hemû alîyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê, dê li cîhanê dostên me zêdetir, dijminên me kêmtir bike, dê rê li ber şikestinek mezin bigre û rêya serkeftinê xurtir bike.
Werin em sala 2003yê, dema hilweşîna Rejîma Saddam Huseyîn bînin bîra xwe. Piştî rûxandina Rejîma Saddam Huseyîn, Paul Bremer wekî Serokê Rêveberîya Koalîsyona Demkî (CPA) û rayedarê herî bilind yê Amerîkayê li Iraqê hatibû erkdarkirin.
Paul Bremer di dema amadekirina Destûra Nû ya Iraqê de weha gotibû: "Em germ li dabeşbûna Iraqê ya li ser bingeha etnîkî an jî mezhebî (federasyon) nanêrin. Vîzyona me rêveberîyeke herêmî ya li ser bingeha parêzgehan e ku erkên wan kêm bin. Divê dawî li hebûna Herêma Federal ya Kurdistanê bê anîn. Her wiha, em dixwazin hemû hêzên milîs (Pêşmerge jî tê de) bêne bêçekkirin, werin belavkirin û tevlî jîyana sivîl bibin.".
Li hemberî vê helwesta Paul Bremer, Rêzdar Mesûd Barzanî jî bersiveke wiha dabûyê: "Rêveberîya federal ya ku em ji sala 1991ê ve bi pratîkî dimeşînin, berhema têkoşîna sed salî ya gelê Kurdistanê ye, mafekî rewa û neteweyî ye. Neteweyên cîhanê xwedî çi mafan bin, neteweya Kurd jî xwedîyê heman mafan e. Ji ber vê yekê, divê Herêma Federal a Kurdistanê di Destûra Iraqê de bi fermî cîh bigre. Her wiha, hêza Pêşmerge ya Kurdistanê ne 'hêzeke milîs' e; hêzeke neteweyî ye ku ji bo azadiya gelê Kurdistanê têkoşîyaye û îro jî Kurdistanê diparêze. Divê Hêza Pêşmerge wekî hêza parastinê ya Herêma Kurdistanê û wekî parçeyek ji artêşa Iraqê were qebûlkirin."
Rêzdar Celal Talabanî û hemû partîyên kurdan jî piştgirî dan vê helwesta Rêzdar Mesûd Barzanî.
Paul Bremer di destpêkê de helwesteke pir hişk danî û got ku ew paşde gav navêjin.
Mesûd Barzanî jî got: "Em mafên xwe yên rewa diparêzin. Lê heger hûn bi israr bixwazin mafên me yên federal û hêza me ya pêşmerge belav bikin; kerem bikin, heger hêza we têrê dike werin rêveberîya me û pêşmergeyên me belav bikin".
Li hemberî vê helwesta kak Mesûd, bi fermana Serkomarê vê demê ê Amerîka Corc Bûşê kur, Paul Bremer neçar ma ku vê helwesta xwe biguhere. Bi vî awayî daxwazên kurdan, ango Herêma Federal ya Kurdistanê û Hêza Pêşmerge, bi fermî di Destûra Bingehîn ya Iraqa Federal de cîh girtin.
Îro, Serokê DYA Donald Trump, Thomas Barrack wekî Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê erkdar kirîye, hevdîtinên navbera rêveberîya nû ya Sûrîyeyê û Rêveberîya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de, helwesteke ku maf û azadîyên kurdan tune dihesibîne nîşan da.
Thomas Barrack jî got ku "Hevpeymanîya me û HSDyê li dijî DAIŞê hebû. Niha pêwîstîya vê nemaye. Bila endamên HSDyê yek bi yek tevlî artêşa Sûriyeyê bibin. Divê yekparçeyîya axa Sûriyeyê were parastin. Divê herêmên otonom nemînin. Divê mafên kurdan û hemû pêkhateyên li Sûriyeyê wekî hemwelatîyên wekhev di Destûra Sûriyeyê de cîh bigrin."
Ev helwesta Thomas Barrack ya ku bi awakî eşkere dixwaze hêzên leşkerî yên kurdan werin belavkirin û statuyeke siyasî nede Rojavayê Kurdistanê, pir dişibe helwesta Paul Bremer ya sala 2003yê.
Li Rojavayê Kurdistanê têkoşîna milî, demokratik ya ji bo azadîyê dê berdewam bike
Di vê rewşê de, îhtîmal heye Amerîka heta radeyekê piştgirîyê bide parastina destkeftiyên heyî û herweha piştgirîyê bide mafen neteweyî, demokratîk û kulturê yên kurdan ku di Qanûna Bingehîn ya Sûrîyêyê de ku di pêşerojê de bê amade kirin de cih bigre. Ango DYA, her çend çarçoveya Konferansa Qamişloyê bi her awayî bi cîh neyne jî mimkun e ku li herêmên ku nuha di destê kurdan de ne piştgirîyê bide statuyeke leşkerî, siyasî, kulturî, îdarî û aborî ya kurdan.
Di rojên pêş de, sîyaseta Amerîka û Îsraîlê ya li hemberî Îranê, rewşa şerê Rûsya û Ukraynayê, rewşa Filîstînê, berjewendîyên Îsraîlê yên li Sûrîyeyê, dê tesîreke mezin li ser rewşa Sûrîye û Rojavayê Kurdistanê bike. Ango li gorî van pêşhateyên ku me behs kirin, berjewendîyên dewletan û balansa hêzan ya di navbeyna dewletan de dê faktorên tayînker bin.
Heger xuşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê, ji zerarên ku ji ber pekneanîna biryar û armancên Mitabaqata Dihokê û Konferansa Qamişloyê rûdane bikaribin dersan derxînin, ez bawer im ku em dê ji niha û pêve bikaribin siyasetek bêtir realîst û neteweyî, bi hevrêzî û helwestek hevbeş tevbigerin. Helwestek hevbeş û yekrêzîya di nav mala kurd de, dê tesîreke mezin li sîyaseta Emerîka, Fransa, Îngîltere, Îsraîl û dewletên din ên li herêmê xwedî rol in bike.
Ji ber wê jî, ji bo rê li ber girtina êrîş û qetlîamên li ser gelê me yê Rojavayê Kurdistanê, ji bo lêxwedîderketina mafên neteweyî, demokratiîk, ji bo bi hev re ava kirina nexşerêyeke nû; ez di wê bawerîyê de me ku civîneke hevbeş bi beşdarîya aliyên Kurdî hewceye û tenê yekîtî dikare zaminê mafê gelê me be .
Herweha em dibejin, îro di navbera her çar perçeyên Kurdistanê û kurdên dîasporayê de demildest ava kirina koordînasyon û helwesteke yekgirtî ya neteweyî, niştimanî pêwîstîyeke esasî ye. Ez bawer im ku di demekê de ku li çar alîyê Kurdistanê û cîhanê de dilê hemû kurdan bi slogana ‘’Yek e, yek e, yek e, gelê kurd yek e’’, bi hev re lê dide, wek yek miletî bi hev re tevdigerin, zemîna vê koordînasyonê ji her demê zêdetir xurtir bûye.