N. Hesen Mukerem
Di nav aloziya siyasetê û hîleyên desthilatdariyê de, carna wêneyek ji hezar peyvan watedartir e. Wêneyekî zarokeke Kurd, hîn jî bi memikmija di devê xwe de, lê bi çavên xwe yên bêwestan, ala neteweya xwe hembêz dike, bêyî ku tiştekê li ser nijad, sînor an peymanan bizanibe. Destên wî yên piçûk hilgurê sirrek mezin in, sirrek bi navê hest û wijdana neteweyî.
Wî hîn cîhan ne kiriye du reng, qencî û xerabî, û ji berjewendî û sozên rêberan bêagah e, lê di qata herî kûr a canê xwe de dizane ku ev qumaşê sêreng ji sembolekê bêtir e. Ev al neynikeke bîra kolektîf a neteweyekê ye, bîranîneke dengê dayikên çiyayî, porê kal mêrên dûrxistî û axa ku bi xwîna şehîdên ku di dilê dîrokê de bêhna xwe dane, aram bûye.
Dema zarokek Kurd ala xwe bilind dike, ew di rastiyê de ji jiyan û canê xwe - bêyî ku pirtûkek xwendibe - gazî mîrateya berxwedana hezar salî dike. Ji bo wî, al ne tenê rengek e, ew henase ye. Ew nizane siyaset çi ye, lê dizane ku jiyana bê nasname mirina di bêdengiyê de ye.
Ev metirsiya ku rejîmên zordar jê ditirsin: mezinbûna bêdeng lê bêhempa ya hişmendiya neteweyî ye, mezinbûnek ku di nav nifşan de di bin hişmendiyê de dirêj dibe. Çek dirizin, hikûmet hildiweşin, û elît tûşî jibîrkirinê dibin, lê heke tovê hişmendiyê di dilê zarokekê de were çandin, tu agirekê şiyana şewtandina wê tune ye.
Zordar hewl didin ku bîra neteweyekê jê bibin, ew zimanekê qedexe dikin, dîrokê çewt dinivîsin û nşanan dişewitînin. Lê di cih de ku zarokek ala xwe li kolanan bilind dike, tevahiya siyaseta jibîrkirinê hilweşe. Ew wêne peyamek zelal dihewîne: "Em hîn jî sax in, ne ji ber ku em behsa dîrokê dikin, lê ji ber ku em bi baweriyê dijîn."
Hest û îradeya gelê Kurd keleha dawî ya berxwedanê ye, kelehek ku ne bi dîwaran lê bi hestan hatiye avakirin. Ev hest û îrade ne mîratek e ku ji pirtûkekê mîrat hatibe vergirtin, beklû peşiqela agir e ku ji singa dayikê derbasî rihê zarokekê dibe, dayikek ku lorika wê ji azadiyê re distirê, zarokek ku di xewnên xwe de rengê axa rengîn a Kurdistanê dibîne, û zilamek pîr ku hîn jî navê Kurdistanê bi kopalê xwe yê kevin li ser axê dinivîse.
Li hember neteweyek wisa, têkçûn bêwate ye, netewe dema ku ji bîr dikin têk diçin, ne dema ku zarokên wan ala wan berî ku bigihîjin mezinbûnê nas dikin. Zarokê ku ala xwe di nav dengê cîhanê de bilind dike û dihejîne, ne tenê dilîze, ew leşkerê herî bê çek e di artêşeke bêdeng de, artêşek ku bi evîn û hişmendî şer dike.
Ev heman serhildana bêdeng e, lê pîroz e ku rêberek tune û tirsê nas nake, serhildanek ku di zikê dayikên Kurdistanê de dest pê dike û ji her sînorî wêdetir diçe. Dikarin dev dabixin, lê dil nayên jikarxistin. Dikarin pirtûkan bişewtînin, lê nikarin hest û îradeya zarokên neteweyekê jinav bibin..
Zaroka Kurd ku alê bilind dike dibêje: "Min ji bîr nekiriye." Û her nifşek ku wî dibîne dîsa şiyar dibe, Ji ber ku Kurdistan ji hestê jidayîk dibe, û hest jidayîkbûna evîna azadiyê ye.
Zaroka ku ala Kurdistanê hildigire ne tenê dilîze, ew berdewamiya dîrokekê ye ku dagîrkerên Kurdistanê hewl dane wê jinav bibin, lê bi ser neketin. Ev wêne vê yekê tîne bîra me ku heta ku al di destên zarokan de bilind û hildayî û zindî be, tu hêz nikare îrade û hesta neteweyekê bişkêne û wê netewê bêdeng bike.