N. Serbest Urmiye
Vexwendineke nû ji pirsa Kurd û eşkere kirina nakokiyên mafên mirovan û şerê li dijî terorîzmê di bin bandora zilhêzan de.
Berxwedana gelê Kurd li Rojava, nabe tenê wekî bersivekê ji bo şerekî navxweyî an jî bertekekê li hember metirsiya li ser ewlehiyê û gefa dagîrkeran li vê beşa Kurdistanê bê dîtin. Ev berxwedan niha koregirêya siyaseta cîhanî ye, bizavek e ku valahî û bê watebûna dirûşmên xapînok yên wekî mafên mirovan, şerê li dijî terorîzmê û evlekirina herêmê di bin siya berjewendiyên zilhêzan de dide selimandin. Piştevaniya neteweyî û yekrengiya gelê Kurd ji vê berxwedanê, nabe tenê wekî hest û soza neteweperwerî ya demkî bê hesibandin, belkû hewildaneke bi zanebûn e ji bo vexwendineke nû ya cîhanî ji pirsa Kurd, û dengvenaeke li hember bêhitbarbûna pêkhate û pergala navneteweyî.
Pirsa Kurd, Ji xewlebûna dîrokî ve heta navendên nakok ên cîhanî
Bi salan e ku pirsa Kurd bûye goriyê lihevhatinên veşartî, sînorên zordestî û siyaseta bi her bihayekê evlekirina rewşa herêmekê ku navenda hevrikiya hevkêşeyên dijber ên cîhanî ye. Ev berxwedana vê carê ya Rojavayê Kurdistanê, rakişandina vê pirsê ye bo navenda siyaseta cîhanî. Gelê Kurd di yek ji hestiyartirîn û girîngtirîn qonaxên herêmê de, roleke pir girîng dît. Rolek ku heya dijmin jî neçar kir ku serê xwe li ber bitewînin. Di demekê de ku pirsgirêka DAIŞê cîhan bi ser du eniyên berjewendîparêz û parêzvanên lawaz de dabeş kiribû, gelê Kurd weke hêzeke sereke karî maziye pişta vî dêhwê ku zilhêzên cîhanê jê ditirsiyan, bişkêne.
Lê ew serkevtina mezin, li şûna ku bibe bingeha pênaseya siyasî û yasayî, bû emrazek ji bo bikaranînê di lîstikên di navbera hêzan de. Kurd bû hevparê meydanî, ne hevparê siyasî û sitratejî bûn. Di vir de ye ku piştevaniya neteweyî ya Kurdistanê ji Rojavayê Kurdistanê, wateya rasteqîne werdigire: Şer ji bo hilweşandina wê forma bi emrazkirina gelê Kurd û di hember de sepandina pirsa Kurd weke hebûneke yasayî û siyasî ku êdî nehê bêdeng kirin.
Mafên Mirovan, pêwereke cîhanî, yan emraza siyasetê?
Hêzên mezin careke din dane xuyakirin ku mafên mirovan li cem wan ne prensîb e, belkû parsengek e ku bi berjewendiyên wan ve hatiye helawîstin. Dema hêza Kurd DAIŞê têkşikandin, weke hêzeke herêmî ya bi bandor hatin pênasekirin, lê dema ku daxwaza xwebirêveberî, ewlehî û rûmeta xwe ya mirovî dikin, heman hêza bi bandor ji aliyê hin dewletan ve di weke gef li ser ewlehiyê tê nasandin û ber bi rûyê bêdengiya hêzên bi nav parêzvanên mafên mirovan dibin.
Piştevaniya gel ji berxwedana Rojavayê Kurdistanê, ev rastiya aşkera kir: Heke şerê li dijî terorîzmê rast û rewa ye, lê çima hêza ku herî zêde qurbanî di vê rêyê de da, niha gorî peymanên siyasî tê piştguhxistin? Û heke mafên mirovan pêwereke yasayî ya cîhanî ye, çima bombebaran, koçberkirina zordestî û tepeserî û êrîşa li ser Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, heta niha weke krîzeke cidî nehatiye dîtin û jê nehatiye pirsîn?
Rûbirûbûna digel Terorîzmê, sepandina hêzê ye, ne nîşan û berjenga rastiyê
Yek ji aliyên herî metirsîdar ên siyaseta cîhanî, teşqelî û pênasekirina emraziye ji têgeha terorîzmê û guhertina wateyên wê li gorî berjewendiyan e. Di vê qumarê de, çê dibe ku komek ku heya duh hevalbendên xwedî bandor bûn, îro weke gefeke mezin bo ser ewlehiya neteweyî were pênasekirin. Xebata gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, rast di nav vê teşqelî û fêlbaziya siyasetê de derbas dibe, ev ne tenê di çeperên pêşî yên şerê li dijî terorê de bûn, belkû bûne qurbaniyên wan pênaseyên siyasî yên nû ku hêzên mezin li gorî berjewendiyên xwe tîne ziman.
Xwedî derketina neteweyî û nîştimanî li Rojavayê Kurdistanê, vê lîstika metirsîdar rûbirûyî vê pirsê dike: Gelo kê ye ku ev rewayetî heye ku biryarê bide ka terorîst kî ne? Gelo danezanîna terorîstan girêdayî kiryar, îdeolojî û tundûtûjiyê ye, yan tenê di asta serîçemandinê de ye li hember daxwazên jeopolîtîk ên zilhêzan de?
Berpirsyariyeke Dîrokî, Bilindtir ji hevxemiyê
Heke ev piştgiriya ku li Rojava’yê Kurdistanê tê kirin, tenê di forma meş, daxuyaniyan û hevxemiyê de bimîne, ji bilî ku ji bihayê vê kêm dike, tu guhertinan jî li şun xwe de naîne. Girîngiya piştevaniya nîştimanî ya Kurdistanê di kêrhatîbûna wê de ye ku dikare bibe gotareke siyasî ya hevgirtî. Gotarek ku dikare pirsa Kurd ne wekî krîzeke ewlehiyê, belkû weke pirseke çaresernekirî ya demokrasî û mafên neteweyan bi ser cîhanê bide sepandin.
Di rastî û di dawiyê de, berxwedana gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, neynûkek e li pêşberî rastiyên pergala cîhanî ku xêliya mafên mirovan û rûbirûbûn bi terorîzmê re li ser rûmetê sîstema cîhanî radike û eşkere dike ku berjewendî qisa yekem dike. Piştevaniya neteweyî ya Kurdistanê, heke hişmendane, rexnegir û serbixwe bidome, dikare ne tenê hêzên cîhanî, belkû hêzên Kurdî jî rûbirûyî vê rastiyê bike: Gelo em amade ne ku pirsa xwe ji cixiza mezlûmiyetê derxin û derbasî asta bilind a daxwazên siyasî û neteweyî bikin?