N. Eskender Ceiferî
Kurdistan, axek ku bi sedan salan di bin kolonyalîzma navxweyî ya Îranê de hatiye pelçiqandin, îro ji her demê bêtir ji bo serxwebûnê diqîre. Kurd ne Şah û ne jî Mela dixwazin; ew dêmokrasiyeke rastîn dixwazin, dêmokrasiyek ku tê de nasname, ziman û çarenûsa wan êdî di destê Tehranê de nebe. Ev têkoşîn ne ji bo "rizgarkirina Îranê" ye, belku ji bo rizgarkirina Kurdistanê ji destê kolonyalîzma Farsî ye. Rojhilatê Kurdistanê, bi çavkaniyên xwe yên xwezayî yên dewlemend ên wekî petrol, gaz, kangeh û av, her gav wekî koloniyeke navxweyî hatiye dîtin, ku dewlemendiya wê ji bo navenda Îranê tê veguhestin û xelkê Kurdistanê bixwe di rewşeke nebaş û bêpariyê de tê hiştin.
Dîroka Kurdan şahidiya vê rastiyê ye: ji rojên destpêkê yên rêjîma Pehlewî ve, Kurdan li dijî dîktatoriya kolonyalîst û faşîst a Şah şer kirin. Komara Kurdistanê ya di sala 1946an de, yekemîn komara dêmokratîk di dîroka nûjen de, sembola vê berxwedanê bû. Komar di 22ê Çileya 1946an de bi beşdarbûna zêdetirî 20,000 kesan li bajarê Mahabadê û bi serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed hate damezrandin û 11 heyvan dom kir. Di vê heyama kurt de, zimanê Kurdî bû fermî, dibistanên Kurdî hatin damezrandin û ji bo serxwebûna çandî û siyasî hewl hatin dayîn. Lê di Kanûna 1946an de, artêşa Îranê bi tank û hêzên leşkerî ket Mehabadê û komar hilweşand. Pişt re Qazî Mihemed û hevalên wî hatin darvekirin û ev ezmûna dîrokî bi dawî hat. Piştî şoreşa 1979an, Kurdan ji xelkên din zûtir fêm kirin ku Xumeynîzm vêrjêneke nû ya heman kolonyalîzmê ye, kolonyalîzmek olî ye ku li şûna tacê şaşik daye serê xwe. Ji serhildana 1979an, ku Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û Komale roleke sereke lîstin, heya niha, bi hezaran Kurdan di doza azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, ne ji bo "parastina yekparçeyiya axa Îranê", belku ji bo parastina yekparçeyiya hebûna xwe. Ev serhildan bi tepeserkirina xwînî re rû bi rû man û bi hezaran kes hatin darvekirin, girtin an jî koçberkirin.
Kurd her tim li kêlega gelên din ên bindest sekinîne. Di serdema Şah de, wan piştgirî da Erebên Ehwazê û Tirkên Azerbaycanê. Di dema rêjîma Xumeynî de, di xwepêşandanên seranserî yên salên 1996, 1998 û yên Jin Jiyan Azadî û heya niha, xwîna wan bi xwîna Belûç, Ereb û Tirkmenên ku li dijî dîktatoriya zordar a dagirkar derdikevin, hev digire û şerê dagirkar dikin. Lê ev hevgirtin nayê wê wateyê ku meriv xwe radestî projeya "Îraneke yekgirtî" kiribe. Kurd dizanin ku azadiya rastîn tenê di çarçoveya xweserî an serxwebûnê de çê dibe, ne di çarçoveya welatekî de ku wan wekî "beşek ji neteweya Îranê" bi nav dike û di pratîkê de wan kolonîze dike. Polîtîkayên bicihkirina Farsan li Kurdistanê, qedexekirina perwerdehiya bi zimanê Kurdî û tepeserkirina çandî ya sîstmatîk hemî nîşaneyên vê kolonîzasyona navxweyî ne.
Ramanwerê mezin ê dijî-kolonyalîzmê bi navê Franz Fanon di pirtûka xwe ya The Despossed Lands de gotiye: "Kolonyalîzm tenê bi tundûtûjiyê tê damezrandin, û ew tenê bi tundûtûjiyê dikare were hilweşandin." Ew tekez dike ku neteweyên bindest nikarin li benda "reforman" ji kolonyalîst bin, divê ew xwe ji nû ve ava bikin û avahiyên zordar ji kokê ve hilînin. Fanon dibêje: "Divê her nifşek, erkên xwe xuya bike, wê bicîh bîne, an jî xiyanetê lê neke." Ji bo Kurdan, erkê îro ew e ku kolonyalîzma navxweyî ya Îranê bi dawî bikin, kolonyalîzmek ku çavkaniyên Kurdistanê talan dike, zimanê wan qedexe dike û ciwanên wan dide ber guleyan. Hejmarên saziyên mafên mirovan nîşan didin ku her sal bi sedan welatiyên Kurd têne darvekirin, û di deh salên dawî de, bi sedan çalakvanên siyasî û çalakvanên sivîl ên Kurd hatine darvekirin. Ev darvekirin beşek ji stratêjiya tirs û tepeserkirinê ne ji bo parastina serdestiya dagirkar.
Têhran, hem di serdema Pehlewî de û hem jî di serdema Wilayeta Feqîh de, Kurdistanê ne wekî beşek bê ciyawazî ya Îranê, lê wekî koloniyek ji bo dabînkirina petrol, gaz, hêzên leşkerî û keda erzan dîtiye. Siyasetên bicihbûna Farsan, tepeserkirina çandî, darvekirinên bi kom û bêparbûna aborî hemî beşek ji heman projeya kolonyalîzma Îranî ne.
Kurdistan bi asta herî bilind a bêkarîyê re rû bi rû ye rewşa abûrî gelek xirabe û enfilansiyon gelek zêde ye, di heman demê de çavkaniyên Kurdistanê yên xwezayî ji bo Têhranê têne veguhestin û veberhênanên rastîn di pêşkeftina herêmî de nayên kirin.
Tenê Kurdistaneke azad dikare bibe modêlek ji bo dêmokrasî, wekheviya zayendî û jiyana aştiyane ya neteweyan, modêlek ku îro li Başûrê Kurdistanê pêk hatiye.
Başûr, bi pergala xwe ya dêmokratîk a li ser çar wîlayetên li Herêma Fêdêral a Kurdistanê, beşdariya wekhev a jinan, jiyana aştiyane di navbera Kurd, Ereb û Asûrî de, modêlek pêşeng li herêma Rojhilata Navîn e. Kurd êdî naxwazin xwîna wan ji bo parastina Têhranê were rijandin, ev ji bo Kurdistanê şer dikin, û dixwazin bigehne mafê xwe û xwe serwerê xwe bin.
Dema wê ye ku Kurdistan ji aliyê gelê Kurd xwe ve bête îdare kirin. Ev ne xewn e, lê pêdiviyek dîrokî ye. Wekî ku Fanon hişyarî da, neteweya bindest an dê azad bibe, an jî dê ji nav biçe. Kurdan rêya yekem hilbijartiye û têkoşîna wan heya dema ku Kurdistanek azad û serbest pêk were, berdewam dike.