Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Hevpeyvîna vê carê a Rojnameya Agirî bi Ezîz Muradperest Çalakvanê Siyasî re, me basa giringiya kombûn û aksiyonên Kurdan li derveyî welat û pêngavên hewce bona giwaş xistine ser rejîma Îranî li civaka cîhanî kir.

16:45 - 8 Şibat 2026

Hevpeyvîn: Ezîz Muradperest

Hevpeyvînkar: Sîmîn Rûhanîzadeh

 

Muradperest: Divê rêxistinên mafên mirovan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji cinayet û komkujiyên rejîma Îranê bi giştî û ji wan kesên ku li ser şeqaman şehîd bûne haydar be û divê hemû zaniyarî û amar û cinayetên rejîmê bên belgekirin û konferans û civînên navneteweyî ji bo wan zanyariyan werin organîzekirin û  ev belge radestî rayedarên cîhanê bên kirin.

 

Pirsyar - Cinatetên rejîma Îranê ku di meha Befranbara îsal li Îran û Rojhilatê Kurdistanê encam daye weke xwe kariye bigehîte civateka cîhanî û dinyaya derê?

 

Bersiv - Ji bo bersiva wê pirsê, hevceye em alîyên wê pirsê bibînin û danên bal hev, hingê rengê bersiv zelaltir bihê dîtin

Xwepêşandanên vê carê ji hemû xwepêşandanên berê cuda bûn, ji ber ku xwepêşandanên li dijî rejîmê hemû parêzgehên Îranê girtin û bûyê Șoriș û serhildanek giștî û armanca sereke jî ya gelên azadîxwaze îranê hilweşandina rejîmê bû.

Ji ber vê yekê, rayedarên rêjîmê û li serîda șexsê Xamineyî matmay man û lewma dibîya li navbera helatin û vaz înan ji deselatê û hilweșana rêjîma wan û yan jî qirkirna xelkê ser şeqaman, yêkê helbijêrin, mixabin evan ji boy qirkirin û komkujîya xelkê ferman dane hêzên leșkerî û bixasma Sipaha Pasdaran, evan jî îran kirne zîndanek mezin û derî û pencere ser xelkê qifil dan û hemû pêywendîyên xelkê ji bo dervey îranê, yanî rêyên erd û esmani ji xelkê girtin ji bo ku bi hêsanî bikarin çi bixwazin dûr ji çavên ragehandinê encam bidin, hevcey gotinêye ku ev jî kirin, cinayetên rejîmê ji alîyekê û li alîyê din jî ev pêșangehên armancdare rêjîmê ji termên kuştîyan dinav kîsên reș da û wergirtina pare li hember radestkirina termê kuştîyan li malbatên wan, nekarî wan cinayet û komkujiya rejîmê li çavên cîhanê weșêrin.

Bi belav bûna wan vîdeo û dîmenên tawankariyê yên Sipaha pasdaran, êdî kesê nekarî li hember wan komkujîyan bê helwêst be, her li wê pêwendiyê de hevcey gotinê ye ku Kaya Kalas, berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê got "Zilm nikare bê bersiv bimîne û lewma niha Wezîrên Dereve yên Yekîtiya Ewropa gaveke girîng avêtine û Sipaha Pasdaran wekî rêxistineke terorîstî binav kirine."

Wê got: "Heçî rêjîmek ku bi hezaran mirovan bikuje, ji bo tunekirina xwe dixebite."

Bes niha em digehine wê encamê ku bersiv belêye û tevî hemû weșartinekê ku rêjîmê ji bo cinayetên xwe diket, lê niha Sipaha pasdaran ku hemû biryara li îranê di destê wan dan de ye, niha li nav lîsta rêkxiravên terorîstî de ye.

 

Xwenîşandana û akisiyona kurdan li welatên Ewropayî heta niha kariye destkewtek baş bona gehandona dengê gelê Kurd li Rojhelat û Rojavayê Kurdistanê hebe?

Mixabin ne! çimku berî her tiștî hewce ye ev karê ku em dikin û yê bikin armanca me ron be ku em çima û ji bo çi wî karî dikin.

Mixabin ew xwenîşandan û akisiyonên me kurdan li dîyaspora heta niha nekarîne dengê gelê me li Rojhelat û Rojavayê Kurdistanê bi başî bigehîne guhê civatgeha cîhanî.

Ji ber ku piraniya çalakiyên me di rojên Şemî û Yekşemiyê de ne, ku dawiya heftiyê ye û hemû cihên biryardanê girtî ne. Em sloganan didin û piraniya sloganên me bi zimanê Kurdî ne ku ji bilî me kesek din jê fêm nake.

Divê xwepêşandan di rojên asayî yên hefteyê de li ber parlementoyê an jî nêzîkî cihên girîng ên welat û heta li ber balyozxaneyê û cihên têkildar were lidarxistin. Divê daxwazên xwepêşanderan bi xal werin destnîşankirin û ji aliyê şandeya xwepêşanderan ve radestî aliyê diyarkirî werin kirin û bersiv bê wergirtin. Bê guman, me berê bi wî rengî xwepêşandan dikir, Lê niha ev ne wisa ye û armanca organîzatorên van mîtîngan ew e ku gel hestên xwe derbibirin.

Divê ez vê jî bibêjim ku carinan endamên parlementoyê û nûnerên partiyên van welatan ji bo axaftin û peyaman tevlî me dibin, lê ew jî di dawiya hefteyê de ne û tişt li gorî ku ji dûr ve tê hêvîkirin naçin pêș.

Ji ber vê yekê, ez bawer im ku bi xwepêşandanên wê dawîye ji bo piştgiriya Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, bi hemû wan çalakiyan me nekariye bandorê li ser dezgehên biryardanê û xelkê van welatan bikin da ku piştgiriyê bidin Rojava û Rojhilatê Kurdistanê.

 

Yekgirtina Kurdan yên her çar aliyên Kurdistanê di nava wan xwenîşandan û rêpêwînên welatên Ewropî de di niha de dikare çi peyamek hebe?

Bê guman, heta ku em yekgirtî bin, hem dost û hem jî dijmin dê li ser me hesab bikin. Yekîtiya me çeka herî girîng e ji bo pêşîgirtina li hemû komployên dijminan. Ji aliyê din ve, dostên me dê kêfxweş bibin û dê amade bin ku zêdetir û baștir alîkariya me bikin. Ev yekîtiya gelê me, ya wê carê hem li hundir û hem jî li derveyî welat, bê mînak bû, Eşkere ye ku gelê me hem li hundir û hem jî li derveyî welêt, bêyî ku cudahîyên xwe yên siyasî, olî û herêmî li ber çavan bigirin, biryar daye ku yekgirtina xwe biparêze, ji ber ku ew dizanin ku dijmin bê cudahî li dijî miletê me ye. Lê divê ez vê jî bibêjim ku mixabin di nav hêzên me yên siyasî de yekîtiyek wisa tune ye. Hin hêzên siyasî yên Kurd hene ku pêşwext dipirsin û dibêjin ger di wê çalakiyê de sirûda Ey Reqîb were xwendin, em beşdar nabin. Hin hêzên siyasî yên Kurd yên din jî hene ku pêşda dipirsin ku eger ala Kurdistanê di çalakiyê de were bilindkirin, em beşdar nabin.

Yanî, ew yekîtiya ku di nav gel de heye mixabin di nav hêzên siyasî de nîne.

 

Bi nêrîna te heta niha Kurdan kariye pirsa Kurd li derweyî welat bike pirsek Kurdistanî û ji çarçêweya hizbî derêxe? Ger na divê çi pêngavek bê hilgirtin bo vê yekê?

Ne mixabin, hêșta kurdan nekarîye pirsgirêka Kurd bikin pirsgirêkek kurdistanî û bibin nava civînên navneteweyî. Mixabin, hîn jî navendeke biryardanê ya yekgirtî ya Kurdî tune ye ku pirsa Kurdî li derveyî welêt temsîl bike û hêșta têkilî bi navendên navneteweyî û welatên biyanî re bi rêya partiyên Kurdî ne. Di vî warî de, mixabin kêm partîyên Kurdî hene ku bi awayekî neteweyî difikirin û armanca wan çareserkirina pirsa neteweyî ye.

Ji ber ku partiyên siyasî yên Kurd bêtir çep û rast in, ku her yek ji wan bi îdeolojiyekê ve girêdayî ne heta bi mesela neteweyî.

Her çend xwepêşandanên li derveyî welêt pir pêwîst û girîng bin jî, lê ev têrê nake û Kurdistaniyên dervey welêt hewce ye ku pirsgirêka Kurd wekî neteweyek bi dehan milyonan mirovên bê maf bînin forumên navneteweyî û di vê mijarê de, divê li navendên girîng ên cîhanê were gotin ku Kurd hîn jî ji maf û azadiyên herî bingehîn ên Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan bêpar in.

 

Kurd û navendên mafê mirovî divê çi bikin ku ev cinayetên rejîmê tenê weke amarek nemînin, û berteka civaka cîhanî jî tenê daxuyanî nebe, belku bibin giwaşek siyasî bo ser rêjîma Îranê?

Divê her Kurdek, bi taybetî rêxistinên mafên mirovan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji cinayet û komkujiyên rêjîma axundiy bi giştî û ji wan kesên ku li ser şeqaman şehîd bûne, an di girtîgehan de hatine kuştin, an jî hatine girtin û çarenûsa wan nediyar e haydar be. Di wî warî de, divê hemû zaniyarî û amar û cinayetên rêjîmê werin belgekirin û konferans û civînên navneteweyî ji bo wan zanyariyan werin organîzekirin û ev belge radestî rayedarên cîhanê werin kirin.

Divê ji rayedarên cîhanê were xwestin ku helwesteke guncaw nîşan bidin da ku li hember kiryarên rêjîmê bertek nîşan dan û bilî balyoz û berpirsên rêjîmê li ser asta wan welatan werin derxistin. Ewa ku Yekîtiya Ewropayê sipaha pasdaran xist nav lîsteya rêxistinên terorîstî de, tiştekî gelek baş bû. Rêjîm di hemû waran de ji aliyê civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ve rastî giwaşan hatiye û di bin dorpêçeke aborî de ye ku di dîroka welatan de bêhempa ye.

Lêbelê, hîn jî hewcehî bi hevkariya gișt aliyan heye ji bo hilweşandina vê rêjîmê ku sûc û zordariya li ser gelên Îranê ji aliyê komek melayên paşvero û dijî mirovî ve dawî pêbêt.

 

Spas bo birêz Ezîz Muradperest

Gelek sipas û hevîya serkevtinê ji bo kar û xebata we.