Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Paşeroja Îranê di destê wan neteweyên bindest de ye ku bi salan e ji bo jiyan, azadî, rûmet û mafên xwe rabûne ser piyan.

22:01 - 19 Adar 2026

​(Peyama Newrozî ya Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê)

 

Hevniştimaniyên hêja!

Gelê azadîxwaz û berxwedêr ê Kurdistanê!

 

Di demeke dîrokî de em ber bi sala nû ve diçin, Em di rewşekê de ne ku bingehên desthilatdarî û xîmê siyasî, ewlehî û îdeolojîk a Komara Îslamî ya Îranê gihîştiye xala dawî û hilweşînê. Dema guherîn û gihîştina hev a komek qeyran û tengasiyên kombûyî bi gelek rehend û rûdanên navxweyî û derveyî ve.

​Sala 1404 wek sala hilweşîna wê koşka wehmî tê hesibandin ku rêjîma Komara Îslamî ji bo çendîn dehkan bi mebesta parastina desthilata xwe ya sererok û xwesepîn ava kiribûn. Ev qonax ne tenê guherîneke siyasî ya asayî ye, belku encama kombûna qeyranên pêkhateyî yên rejîmekê ye ku êdî şiyana bersivdana tu pirsên hestiyar ên serdemî nemaye. Di vê demê de ku rejîm ji her aliyekî ve hatiye dorpêçkirin û di bin êrîş û fişarên piralî de ye, tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê û neteweyên bindest jî ji bo ji nû ve darêtina qebareya siyasî ya cografyaya siyasî ya Îranê li ber derfeteke dîrokî ne.

​Ji milê leşkerî ve, şerê 12 rojî yê navbera rejîmê û Îsraîlê cihê balê ye. Rejîmek ku bi dehan salan samana welat ji bo projeya "hinardekirina şoreşê" û birêxistin û çekdarkirina komên niyabetî (proksî) û karên terorîstî xerç dikir, di yekem rûbirûbûna rasterast de nîşan da ku heta di parastina rêberan û navenda biryardana xwe de bêçare ye. Têkçûna yekcarî ya pergala berevaniyê û kuştina fermandarên pile bilind ên Spaha Pasdaran û zanyarên etomî, hevsengiya hêzê bi zerara vê rejîmê guherand. Bombebarankirina saziyên etomî ji aliyê Amerîkayê ve û qebûlkirina agirbestê bêyî tu destkeft yan îmtiyazekê, nîşanên şikesteke mezin û valahiyeke ewlehî û îstîxbaratî bûn.

​Piştî vê şikesta mezin, rejîm di cihê evê ku dênekê bide jiyan û guzeraniya xelkê bêzar bûyî, penah bir ber "aboriya tepeseriyê"; zêdekirina budceya dezgehên ewlehî û îstîxbaratî bi rêjeyeke berbiçav, di demekê de ku qeyrana aborî, hejarî û bêkarî gihîştibû astê herî bilind, nîşanderê wê bû ku parastin û mayîna rejîmê tenê ewlewiyeta rejîmê ye. Daketina nirxa dirafê Îranê, bû sedema teqîna nerazîbûnên girseyî di meha Rêbendanê de. Ev serhildan ku di şêwazê mangirtin (grev), xwepêşandan û derkeftina girseyî bo ser şeqaman de tevahiya Îranê girt, rûbirûbûneke aşkere ya navbera xelk û desthilatê bû.

Di vê navberê de, dezgehên tepeserkar ên rejîmê, bi avayê herî bê rehmane, dest avêtin kuştin, birîndarkirin û girtina dehan hezar kes ji xwepêşanderan.

​Rûdaneke girîng a din a sala 1404 di bîreweriya Kurdistaniyan de, mangirtina giştî ya Rojhilatê Kurdistanê bû. Yêkrêzî û hawhêlwêstiya Rojhilatê Kurdistanê û beşdariya wan di vê mangirtinê de ji bo mehkûmkirina cinayetên rejîmê li Kurdistanê bi taybetî li navçeyên Kirmaşan, Îlam û Luristanê û herwiha piştgiriya nerazîbûnên seranserî yên Îranê, destkefteke siyasî ya Kurdistaniyan bû. Rojhilatê niştiman yêkparçe û yêkdeng, ew peyam gihand Komara Îslamî ku li hember reşekujî û kuştina lorîkên Kurdistanê bêdeng nabe. Li pey vê reşekujiyê û ji ber van serkutan bû ku Yêkîtiya Ewropayê jî biryareke dîrokî derxist û Spaha Pasdaran xiste nava lîsteya rêxistinên terorîstî de. Karakkirina "mîkanîzma maşê" ji aliyê Encumena Asayîşa Neteweyên Yêkbûyî ve, pêngaveke din bû ku rejîm bire bire nava qonaxeke nû. Rejîm ku herdem pişta xwe bi stratejiya kirîna demê girêdabû, xwe di nav geraveke yasayî de dît. Ev ne tenê dorpêçeke aborî bû, belku dawîhatin bi derfeta danûstandinê digel rejîmekê bû ku wek karekterekî neberpirsyar di havkêşeyên navdewletî de lê tê nêrîn. Ev li kunci asêkirina, nerasterast zemîne ji bo givaşa zêdetir bo ser rejîmê çê kir, ku di dawiyê de bi êrîşa hevbeş a Îsraîl û Amerîkayê ket qonaxa cîbicîkirinê ve.

​Kirina armanc a hejmareke zêde ji berpirsên siyasî û fermandarên pilebilind, di serî de Elî Xamineyî, rêberê rejîmê, rewşa siyasî û ewlehî ya Komara Îslamî bir qonaxeke nûtir. Xamineyî wek istûna sereke ya rejîma Komara Îslamî ya Îranê di qopiyekê de ku ji bo xelkê Îranê û hemû Rojhilata Navîn pêk anîbû, ji nav çû û bat bû. Kesek ku temenek di nav xeyala "kûrahiya stratejîk" û "bereya miqawemetê" û "wehma etomî" de jiyabû.

​Ev şerxwaziya rejîma Komara Îslamî bi hemû derencam û kawlkariyên xwe berdewam e, lê ewê ku di hizr û ramana xelkê de dimîne, ne serkeftin û ne berevaniya rejîmê ye, belku şikest, hilweşîn û avabûna desthilatekê ye ku her ji destpêkê ve diruşmê şer, jinavbirin, merg û nemanê ji bo yên din hildabû.

​Îran li ber guherîneke çaverêkirî de ye. Paşeroja vî welatî di destê wan neteweyên bindest de ye ku bi salan e ji bo jiyan, azadî û rûmet û mafên xwe rabûne ser piyan. Pirsa sereke ya gelên bindest di vê cografyayê de, girêdayî pirsa neteweyî û ji nû ve darêtina Îranekê ye ku tê de mijara "navend û piştguhxistinê" dawî pê hatibe û hemû tevî parastina nasname û cudahiyên xwe, di îdarekirin û birêvebirina wê de wek hev beşdar bin. Nerîta navendgerayî ku stratejiya parastina desthilata navend û yek ji wan Komara Îslamî bû, şikest xwariye û netewe ji wê hindê têgeheştine gihîştine ku mafê diyarkirina çarenivîs û cîgîrkirina sîstemeke federal, garantiyek ji bo seqamgirî û pêkvejiyana dilxwazane û aştîyane muyeser dike. Di vê navberê de, Kurdistana Îranê bi sedema hişyariya siyasî û hebûna tevgereke resen û ezmûna birêxistinbûnê û civakeke pêşeng û xebatkar, di van guherînan de hêzeke bibandor e. Me wek hêzên Kurdistanî, amadeyiya temam a xwe ji bo her cure hevkarî û têkoşîna hevbeş digel neteweyên bindest û azadîxwazên Îranî ragihandiye ku bibe sedema lezkirina proseya rûxana rejîmê û guhertina wê bi sîstemeke federal û demokratîk ku tê de mafê neteweyî, pirsa dêmokrasiyê, wekhevî û azadî hatibin naskirin.

​Em rû li cemawerê têkoşer ê Rojhilatê Kurdistanê û hemû neteweyên bindest û hemû azadîxwazên Îranê dikin û dibêjin: Bivêrî û îradeya we ya polayîn di vê qonaxê de, ji her demê zêdetir rol dibîne. Erkê dîrokî ya hemû têkoşeran, aliyên siyasî û azadîxwazan e ku bi yêkgirtî û hişyariyê ve xwe ji bo qonaxa rûxana rejîmê û qonaxa piştî wê amade bikin. Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi têgihîştina ji kûrahiya van guherînan, pêdagiriyê dike li ser gotara Kurdistanî û hevxebatiyê û di vê derheqê de berpirsyariya xwe ya dîrokî li ber çavan digire.

​Di peywendî bi Newrozê de, ku bi hêvî ne Newroza rizgariyê be, ev boneye her sal me Kurdan dibe ser serhildaneke neteweyî dijî zordariyê û peşqel û guriya agir dibe nîşana serkeftina bi ser tariyê de û mizgîniya serkeftin û azadiyê dide me. Li vir de, ez pîrozbahiya cejna Newrozê dibêjime hemû Îraniyên azadîxwaz, Kurdistaniyên berxwedêr, malbatên serbilind ên şehîdan û zindaniyên siyasî, hêza bihêz a Pêşmerge û hemû çîn û beşên civaka Kurdistanê.

​Bi hêviya serkeftinê.

 

​Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî

Newroza 1405 a Rojî