Deqa gotara Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistanê li Parlemana Ewropayê
"Silav li we bin birêzan, amadebûyên hêja, birêz endamên parlemanê!
Pêşî dixwazim spasiya we bikim ji bo vê fersendê ku we em, anku beşek ji opozîsyona Îranê, vexwendin daku em ji vir dîtin û nêrînên xwe derbarê îro û sibeya Îranê bînin ziman. Hêvîdar im ev gava yekem be û di civînên din de em bibin şahid ku hejmareke zêdetir a hêzên opozîsyona Îranê ji bo axaftina li ser dîtinên xwe li vir kom bibin.
Ew yek ku min xwest bi zimanê kurdî bi we re bipeyivim, ji wê rastiyê tê ku zimanê me zêdetirî 100 sal in li Îranê tê înkarkirin û bi fermî nayê naskirin. Yanî zarokên me îzn çinebûne ku bi zimanê dayika xwe bixwînin û binivîsin; lê îro ez li vir bi wî zimanî diaxivim daku para min a piçûk hebe di xebata ji bo bi-fermî-naskirina zimanê dayika xwe de.
Birêzan!
Ev cara sêyem e ku Îranî ji bo avakirina demokrasiyê xebatê dikin; bi wê wateyê ku xelkê nava çarçoveya cografyaya siyasî ya Îranê di hewleke berdewam de ne ji bo gihîştina bi azadî û rızgariyê, lê mixabin heta niha bi ser neketine. Ji dîtina Kurdistanê û bi taybetî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve ku ez nûnertiya wê dikim, kêşeyeke bingehîn li Îranê heye, ew jî dewleteke namedenî û yekdestxwaz e ku rê li ber her cure azadiyekê girtiye.
Li Îranê du caran dewlet ji rêça medenî derketiye: Carekê piştî Şoreşa Meşrûteyê ku li wir nîzama paşatiyê dewlet kir sîstemeke yekdestxwaz, û cara duyem jî ji sala 1979’an û vir ve, nîzama olî dewlet kir amûra yekdestxwazî û birêvebirina îdeolojiya xwe.
Di serdema paşatiyê de, nasnameya farisî dewlet bi kar anî daku hemû cihêrengiyan ji holê rake û tenê yek nasname, tenê yek ziman, tenê yek dîrok û tenê yek çandê li ser yên din ferz bike û wan asîmîle bike; di demekê de ku Îran welatekî pirziman, pirnasname, pirçand û pirdîrok e.
Di sala 1979’an de careke din Îranî bi hêviya avakirina sîstemeke demokratîk rabûn, lê vê carê dewlet ji aliyê ola Şîe ya Welayeta Feqîh ve hat kontrolkirin û wê jî hewlên xwe bo ji navbirina azadî û cihêrengiyên nava Îranê xistin ger. Îro em dibînin ku dewleta Îranê ne tenê metrsiyek e bo Îraniyan, belku metrsiyek e bo hemû cîhanê.
Modela me ya Kurdistanî, beriya her tiştî kontrolkirina yekdestxwaziya wê dewletê ye. Bi awayekî diyarkirî, em dixwazin dewlet bin destê hemwelatî be, ne ku hemwelatî bin destê dewletê be. Mekanîzmaya me bo wê şêwazê hikûmraniyê, nîzameke demokratîk, federal û sekular e. Li vir hêz di navendekê de kom nabe û dikare yekdestxwaziya dewletê kontrol bike.
Em vê yekê tenê wek çareserî dibînin bo avakirina Îraneke demokratîk, azad û sekular ku li wir Îran bibe milkê hemû niştecîhên xwe, ne milkê grûpekê.
Li hemberî vê daxwazê, rejîmên paşatiyê û piştî wê Komara Îslamî, ji bo parastina totalîtarîzm û yekdestxwaziya xwe, ev daxwaza demokratîk û pêşketinxwaz wek 'serxwebûn-xwaziya' wan neteweyan pênase kirine û bi wî sûçî bi sedan hezar kes îdam û zîndanî kirin e, yan jî neçar kirine ku di bin zexta serkutê de welatê xwe Terik bikin û bibin penaber. Ev di demekê de ye ku ezmûna dinyaya pêşketî nîşan daye ku rêzgirtina ji cudahiyan û bi fermî naskirina wan, ne ku nebûye sedema parçekirina welat, belku tam berevajî, bûne sedemên herî bi hêz ên yekgirtina bi dilxwaz û parastina welat û niştiman. Yekgirtina ax û niştiman wê demê pêk tê ku hemû pêkhateyên cihêreng di birêvebirina îdareya welat û herêmên xwe de beşdar bin û bi wî rengî welat bibin pêş, ne ku grûpek di bin serkut û tundûtîjiyê de hemû welat bo xwe dagir bike û yên din bixe qeraxê.
Tevgera me pişta xwe bi van nirxên mirovî girêdaye û dixwaze berevajî her du rejîmên Pehlewî û Komara Îslamî, seranserê Îranê tevî Kurdistanê jî bibe navenda aramî û peywendî bi cîhana azad re.
Ji bîr nekin ku Kurdistan dergûşa tevgera 'Jin, Jiyan, Azadî' ye. Ev nirx li cem me prensîp û hişmendiyeke avaker in, ne ku tenê dirûşm. Tevgera me jî di çarçoveya van nirxan de xwe pênase kiriye, lewma em fikrê li çewsandin, nearamî û nebûna asayîşê nakin, belku bo pêkanîna wan hewl didin; meger ku careke din hewl bidin me ji nav bibin.
Di dawiyê de, bi navê hevpeymaniyê û bi taybetî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve spasiya we dikim bo vê fersendê û di dawiyê de heke dem hebe, em dikarin dîsa mijarên xwe dirêj bikin.
Spas bo her aliyekî."