Kak Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ), di civînekê de ku li yek ji salonên Parlamena Ewropayê hat lidarxistin; rewşa siyasî ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê û armanca xebat û têkoşîna Hizba Demokrat şîrove kir.
Ev civîn roja çarşemê, 26ê Xakelêweyê bi beşdariya Daniel Attard, Cîgirê Nûnerê Derve yê Parlamena Yekîtiya Ewropayê bo Karûbarên Îranê; Xanim Evîn Incî, endama Parlamena Yekîtiya Ewropayê û herwisa komek ji parlamenterên partiyên Sosyalîst û Sosyal-Demokratên Yekîtiya Ewropayê birêve çû. Di wê civînê de nûnerên PDKÎ, Komelaya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, Partiya Tezamuna Demokratîk a Ahwazê û Partiya Gelê Belûçistanê gotarên xwe pêşkêş kirin.
Deqa axaftina Kak Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat di wê civînê de:
Birêzan!
Endamên parlamenê û beşdarên hêja!
Di destpêkê de em spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî organîzatorên vê civînê dikin ku derfeteke girîng ji bo nûnerên neteweyên cuda yên Îranê rexsandine; ewên ku hinek caran wek "kêmanî" navê wan tînin.
Lê di rastiyê de, li ser ax û herêma xwe ew piranî ne û xwediyên rastîn ên wan deveran in. Îran ne tenê yek netewe ye; belku ji çendîn netewe û nasnameyên cuda ku bi hev re di çarçoveya erdnîgariya siyasî ya Îranê de cih girtine. Îro li vir nûnerên van neteweyan amade ne da ku bîr û boçûnên xwe yên derbarê derbasbûna ber bi Îraneke demokratîk, federal û sekuler bînin ber bas.
Birêzan!
Tenê çavekî li beşdaran bigerînin: Dê diyar bibe ku Îran ne welatek e ku tenê xwedî yek ziman, yek çand, yek dîrok û yek nasnameyê be. Lê ji destpêka damezrandina dewleta nû ya Îranê ve, ev nasname hatine asmîlekirin û di bin siya serdestiya yek-neteweyî de mane.
Ji nêrîna me ya Kurdistanî û bi taybetî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve, derbasbûna ber bi demokrasiyê li Îranê tu carî bi temamî nayê dîtin heta ku ew hemû nasname bi fermî neyên naskirin. Ev firehî (pluralîzm) nabe ku tenê wek "mafê kêmariyan" yan "mafê hemwelatîbûnê" were cihbicîhkirin. Divê nasnameya neteweyî ya hemû neteweyan bi fermî bê naskirin.
Neteweyên bindest di xebata xwe de berdewam in, lê ev xebat pêdivî bi têgihiştin û alîkariya civaka navdewletî heye. Divê civaka navdewletî careke din nebe alîkarê avabûna dewleteke serdest û navendî li Îranê.
Me li Kurdistanê, di çarçoveya "Hevpeymaniya Hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê" de xwe birêxistin kiriye û em ê di xebata ji bo bidestxistina mafên xwe yên neteweyî de berdewam bin. Ji sala 2003yan ve jî me "Kongreya Neteweyên Îrana Federal" pêk aniye ji bo ku rûyekî rastîn û cuda ji Îranê nîşan bidin; rûyek ku firehneteweyî û firehçandiya vî welatî dixe ber çavan.
Lê di civaka navdewletî de hîn rûyên sexte yê "Îrana yek netewe û yek ziman" serdest e, ku tenê geşê bi cudakarî û nevekheviyê dide. Ji ber wê jî tu guhertineke rastîn nayê dîtin heger ev qorixçîtiya bi dawî nebe. Di nav hinek aliyên opozisyona Îranî de jî cehdek heye ji bo dubarekirina cureyekî din ji vê qorix kirna desthilatê piştî Komara Îslamî. Em wek Hizba Demokrat, ji bo dema 80 salan û bi taybetî piştî tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" li dijî vê cehda nû sekinîn.
Guhertin li Îranê pêdivî bi eniyeke rengîn heye ku hemû nasname xwe tê de bibînin. Nexwe, dîsan desthilatdarîyeke din wek Komara Îslamî serhildide û dibe çavkaniya kêşeyan ji bo hemû cîhanê. Çavkaniya sereke ya gelek kêşeyên Îranê, qorixçîtiya kontrolnekirî ye. Ev qorix kirnane jî nayê kontrolkirin heger nasnameyên cuda bi fermî neyên naskirin û desthilatdarî vegere destê dewleteke medenî ku ne dewleta neteweyekê be, belku rêkxerê peywendiyên wan neteweyan be.
Di dawiyê de, ev cure civîn dikarin bibin destpêkek ji bo dîtina rastiya Îranê wek welatekî firehnetewe û firehnasname.
Spasî we dikim