Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cehda Tiramp bo girêdana Peymana Îbrahîm bi her cûre lihevkirineke ligel Îranê re

11:37 - 26 Gulan 2026

Donald Tiramp ragihandiye ku wî daxwaz ji çend welatan kiriye, di nav de Erebistana Siûdî, Qeter, Pakistan, Tirkiye, Misir û Ordon, daku tevlî Peymana Îbrahîm bibin ya bo asayîkirina têkiliyan ligel Îsraîlê; mijarek ku hevdem ligel danûstandinên peywendîdarên bi Îranê re hatiye rojevê.

Li gorî vê raporê, Pakistanê ev pêşniyar red kiriye û heta niha tu bertekeke fermî ji aliyê welatên din ve nehatiye ragihandin.
Herwisa ji ber şerê Xezeyê û nêrîna neyînî ya raya giştî di hin welatên misliman de li hember Îsraîlê, egera qebûlkirina vê pêşniyarê kêm e.

Tiramp gotiye ku eger lihevkirinek ligel Îranê pêk bê, ev pêvajo dikare zemîneyê amade bike bo tevlîbûna welatên zêdetir di Peymana Îbrahîm de û wê bike guhertineke dîrokî.

Pakistanê tekez kiriye ku dosyaya Îranê û Peymana Îbrahîm du mijarên ji hev cuda ne û nabe bi hev re werin girêdan.

Ji aliyê din ve, şareza dibêjin ku cehda ji bo girêdana van her du mijaran, beşek ji stratejiya Waşîngtonê ye bo pêşvebirina hevdem a danûstandinên ligel Îranê û berfirehkirina pêvajoya asayîkirina têkiliyên Îsraîlê ligel welatên herêmê, her çend hin kes dibêjin ev nêzîkbûn rastbînane nine û ne li cihê xwe de ye.