Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Robiyo: her çend dem hewce be bo dîplomasiyê divê derfet bê dan

11:34 - 26 Gulan 2026

Li gorî rapora “Fox News”ê “Marco Robiyo” Wezîrê karên derve yên Amerîkayê, got ku “Donald Tiramp”Serokkomarê Amerîkayê, di danûstanên bi Îranê re çiqas dem hewce be bo dîplomasiyê, dive dem bê dan.  

Wî roja Duşemî li binkeya Esmanî ya “Palam”li “New Delhiyê” got ku pêvajoya danûstanê gelek hêdîtir lê ev yekê ye ku me çavnihêrî dikir û ev yeka jî bi sedema direng bersiv dana Îranê ye.

Rubio got: “Em hêj li ser kar dikin û me wisa hizir dikir ku belkî şeva borî an jî îro nûçeyek hebe, lê bersivdana Îranê gelek direng dikeve.
Navbirî zêde kir ku danûstankarên Amerîkî pêşniyareke bihêz xistine ser maseya danûstanê û li hember pêvajoya danûstanê xweşbînin. 

Wî herwisa bal kişand ser vê yekê ku yek ji mijarên sereke yên danûstanê bernameya navkî ya Îranê û hewcehiya gihiştina bi lihevkirinê di demeke sînordar de ye.

Rubio got: “Ji bo mijara navkî demek sînordar û gelek cidî heye û em hêvî dikin ku em bigehîne encamek baş.”
Wî di berdewamiya axaftina xwe carek din tekezî kir û got ku berî nirxandina her bijardeyek din,  Waşington dê demê bide dîplomasiyê.