Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Yekîtiya Zanyên Olî yên Kurdistana Îranê bi hilkefta cejna Qurbanê

11:42 - 26 Gulan 2026

Yekîtiya Zanyên Olî yên Kurdistana Îranê bi hilkefta Cejna Qurbanê peyamek belav kir û tê de bal kişand ser fîdakarî, hevpiştî û mirovahiyê.

Di vê peyamê de hatiye ku Cejna Qurbanê tenê serjêkirina ajelan nîne, belku wateya bexşîn û alîkariya hejar û bêderfetan jî digihîne. Yekîtiya Zanayên Olî amaje bi rewşa jiyana malbatên hejar û kêmdahat li Îranê kir û ragîhand ku ew di bin givaşên giranî, bêkarî û rewşa dijwar ya aborî de dijîn.

Di beşeke din a peyamê de, daxwaza bihêzkirina ruhê hevpiştî û alîkariya civakî hatiye kirin û hate diyarkirin ku piştgirîkirina malbatên şehîdan, girtiyên siyasî, sêwî û nexweşan erkeke mirovî, exlaqî û ayînî ye.
Herwisa Yekîtiya Zanayên Olî di peyama xwe de amaje bi rewşa malbatên şoreşgêr yên Rojhilatê Kurdistanê kir û daxwaza alîkarî û çavdêriya zêdetir ji bo wan kir.

Di dawiya peyama Yekîtiya Zanyên Olî yên Kurdistana Îranê de tevî pîrozkirina vê cejnê li tev misilmaman û bi taybetî gelê Kurd, hêvî hate xwestin ku ev cejn bibe sedema aşitî, aramî, dadperweriya civakî û jiyaneke baştir ji bo gelê Kurd û hemû mirovahiyê.