Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Huseyn Qenber: Aloziyên niha bi taybetî li ser pergala enerjiyê ya cîhanî bandorên girîng hene, ji ber ku Gevriya Hormozê yek ji girêdanên sereke yên şandina neftê ye.

17:47 - 24 Nîsan 2026

Di hejmara vê carê ya Rojnameya Agirî, me digel Bîrkar û lêkolîner, Mamoste Huseyn Qenber, Rêveberê Navenda Lêkolînên Rojhilatê bo Aştî û pêywendiyên navnetewî, li ser pêvajoya danûstanên Îran û Amerîkayê û dorpêçên deryayî yên Amerîkayê bo ser Îranê hevpeyvîn encam daye.

 

Hevpeyvîn: Huseyn Qenber

Hevpeywînkar: Sîmîn Rûhanîzadeh

 

1- Dîtingeha we li ser şikesta danûstanên di navbera Amerîka û Îranê çiye bi nêrîna te gehiştine bunbestek rastîn, yan hêj rê heye û dikarin carek din bizivirine ser mêseya danustanê?

Di çarçoveya têoriya siyaseta navnetewî de, şikesta danûstanên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îran de divê ne wekî bunbestekî dawîn, lê wekî qonaxekî di nav pêvajoya dirêj a “şerê sînorî yê stratejîk” de were şirove kirin. Ev şer, ku di navbera her du hêzên herêmî û cîhanî de tê birin, di eslê xwe de şerekî hybrid e ku li ser gelek astên siyasî, aborî, û leşkerî diheje.

Li gorî nêrîna realist a di nav International Relations de, danûstan bi xwe ne armanc in, lê amûrek in ji bo bidestxistina şertên baştir. Ji ber vê yekê, şikesta wan ne tê wateya ku deriyê çareseriyê hatiye girtin, belkî nîşan dide ku şertên îdîal ji bo gihîştina lihevhatinê hêj ne amade ne.

Her çend ku her du alî di gotarên xwe de li ser zext û gefan radikevin, lê logîka parastina berjewendiyên neteweyî û têkçûna potansiyela şerê fireh wan bi zor vedike ku di demekê de vegerin ser maseya danûstanê. Di vê çarçoveyê de, dikare were gotin ku em li hember “bunbesta taktîkî” ne, ne “bunbesta stratejîk”.

 

2- Li dîtingeha têuriya pêwendinyên navnetewî ve dorpêçên deryayî ku ji aliyê Amerîkayê ve destpêkirine dikare weke kontirola kirîzan bibînîn yan weke pêngavek bo destpêka şer?

Dorpêçên deryayî yên ku ji aliyê Amerîkayê ve hatine destpêkirin, di bin têgihiştina stratejîk de dikarin wekî pêkanîna siyaseta “deterrence” were şirove kirin; yanî hewldan ji bo rêgirtina Îranê ji kiryarên ku li dijî berjewendiyên Amerîkayê û hevalbendên wê ne.

Lê belê, ev pêngav di heman demê de di nav xwe de rizîkekî bilind hildigire: veguherîna krîzê ji asta kontrolkirî bo asta ne kontrolkirî. Dîrok nîşan dide ku şertên wekî dorpêçên deryayî gelek caran bûne pêşengiya şer, ji ber ku herî kêmtir çalakiyên taktîkî dikarin bibe sedema bersiva leşkerî ya mezin.

Di vê çarçoveyê de, şertên niha dikarin di navbera du modelan de bimeşin:

yekem, modela kontrolkirina krîzê (crisis management) ku li ser rêgezên ne nivîsî yên şerê sînordar tê damezrandin, û duyem, modela eskalasyona pêşveçûnê ku li ser zencîreyekî bersivên berdewam tê avakirin.

 

3- Bi berçavgirtina gefên her du aliyan yanî Îran û Amerîka bi taybetî piştî destpêkirina dorpêçên deryayî û zêdebûna gefan, helwêst û pêngava welatan bi taybetî welatên “G7” di paşerojê de yê çawa be?

Welatên G7 di rewşên weha de bi gelemperî hewl didin ku wekî aktorên balansker xuya bibin. Armanca wan ne tenê parastina aramiya herêmî ye, belkî jî parastina stabîlîta pergala aborî ya cîhanî ye.

Di perspektîva stratejîk de, G7 dikare sê rolan bilîze:

Rola zextê: bi zêdekirina giwaşên aborî û siyasî li ser Îranê;

Rola navbeynkarîyê: bi pêşkêşkirina platformên nû ji bo danûstanan;

Rola piştgirîya şertî: bi dayîna piştgirîya stratejîk bo Amerîkayê, lê bi şertên ku şerê fireh nehêle.

Ji ber vê yekê, siyaseta G7 ê di navbera du armancan de balans bike: rêgirtina eskalasyonê û parastina hejmoniya nîzama navnetewî ya heyî.

 

4- Bandora aboriya wan aloziyane weke ku em dizanin cîhaniye bi nêrîna te giwaşên aborî di niha de dikare çi bandorekê li ser rejîma Îranê danê bi taybetî di vê rewşa ku niha dinav deye û gevriya Hormozê weke karta giwaşê bikar tîne?

Aloziyên niha bi taybetî li ser pergala enerjiyê ya cîhanî bandorên girîng hene, ji ber ku Gevriya Hormozê yek ji girêdanên sereke yên şandina neftê ye. Her guhertinek li ser vê herêmê dikare rasterast li ser bihayên bazarên cîhanî bandor bike.

Îran bi şêwazekî stratejîk vê gevriyê wekî amûrekî zextê bikar tîne; ev jî nîşan dide ku gelek caran aktorên herêmî dikarin “cografiyayê” veguherînin “hêza siyasî”.

Ji aliyê din ve, giwaşên aborî li ser Îranê, her çend ku bandorên giran li ser aboriya navxweyî dane, lê nekarîne rejîmê bi temamî bixe bin zexta stratejîk. Ev yek ji ber ku Îranê hewl daye ku bi modela “resistance economy” xwe li hember zextan biparêze û pêywendiyên xwe bi hêzên din yên cîhanî fireh bike.

Di encamê de, aloziyên niha şertên nû yên lîstika hêzê diafirînin, ku tê de aborî, jeopolîtîk û leşkerî bi hev ve girêdayî ne, û her yek dikare li ser yê din bandorê dabinê.

Gelek spas Mamoste Huseyn Qenber