Rojnameya Times, roja Yekşemê 26ê Nîsanê, bi piştgirêdan bi barkêşiya deryayî ragihand ku zêdetirî 600 keştiyên bazirganî yên mezin hîn jî di Tengava Hormozê û avên derdorê de asê mane. Ev pirskirêk bûye sedema seqetbûna yek ji girîngtirîn rêyên enêrjî û bazirganiya cîhanê.
Li gorî vê raporê: Komara Îslamî ya Îranê tenê rê dide wan keştiyên ku "destûra derbasbûnê" hene û wan di nav avên di bin kontrola xwe de (li derdora girava Larkê) re derbas dike. Ev yek nîşan dide ku hatinûçûn li Tengava Hormozê êdî ne asayî û azad e, lê veguheriye derbasbûneke bijartî, kontrolkirî û tije rîsk.
Times diyar dike ku heke alozî kêm bibe jî, vegera rewşa asayî dibe ku hefteyan bikişîne; ji ber ku bi sedan keştî û tankêrên neftê di dorê de mane.
Ev têkçûna di xeta deryayî de, zincîra dabînkirinê û bazara enerjiya cîhanê xistiye bin zexteke giran.
Di encamê de, Tengava Hormozê îro ne tenê rêyeke deryayî ye, belku veguheriye xala pîvana krîza navbera Îran, Amerîkayê û ewlehiya enerjiya cîhanê.