Şêwraya hevagengiya Rêkxistinên pîşeyî yên mamosteyên Îranê nîgeraniya xwe li egera cîbicîkirina sizaya bidarvekirinê bo girtiyên siyasî da xûya.
Wê şêwrê di daxûyaniyekê de zêdekirina rewşa tires û tepeseriyê bi tundî şermezar kir, bi taybetî piştî şerê wê dawiyê daxwaz li tev dijberên bidarvekirinê kir bo ragirtin û hilweşandina sizaya kuştinê yekdeng bin.
Ev daxûyaniya Şêwreya Mamostayan di demekê de tê belavkirin ku dîwana bilind a welat li piroseyek yasyî û zêde bilez û neasayî de, sizaya bidarvekirinê bo çend girtiyên siyasî li girtîgeha Şeybanê a Ehwazê piştrast kir.
Çalakvanên Mafê Mirov tekezî kirin ku desthilatdaran bi tohmtbarkirina neraziyên navxweyî û girêdana wan bi derve, dixwazin tundtirkirina wan keşên ewlehiyê pê perdepoş bikin.
Ew pêla nû a tepeserî û tirsandinê di demekê de ye ku li dawiya sala derbasbûyî ve heya niha pitir ji 40 girtiyên siyasî li girtîgeha Îranê de hatine bidarvekirin, û bo dehên din jî sizaya hevşêwe hatiye danê, eva jî nîgeranî li ser çarenivîsa girtiyên siyasî li Îranê de gihandiye astê herî bilind.