Hevpeyvîna me ya vê carê digel rêzdar rojnamevan Maksîm Alîsa, li ser berdewamiya şerê Amerîka û Îsraîlê digel rejîma Îranê ye.
Hevpeyvîn: Maksîm Alîsa - Rojnamevan
Hevpeyvînkar: Sîmîn Rûhanîzade – Agirî
1- Kûşka Spî dibêje ku danûstandin berdewam in û baş pêşwe diçin; gelo di rastiyê de jî ew danûstandin hene yan na, an jî ev tenê peyamek taybetî li pişte?
Ez bawer nakim, ku êdî danûstandin hene! Amerîka wisa dibêje, da ku tevdîrên xwe ji bo destêwerdaneke bejayî bi dawî bîne. Yanî Amerîka û hevbendên wê tevdîrên dawî yên rûxandina rêjîmê amade dikin.
2- Li gorî gotinên Sêntkamê, Amerîka bi salane kar dike li ser hêrşa erdî bo ser Îranê; gelo rejîma Îranê şiyana berxwedanê heye li dijî hêzeke pêşkeftî ku ji erdî, asmanî û deryayê ve êrşî ser bikin?
Amerîka hêzên esmanî û deryayî yên Îranê bi dawî anîne! Da ku şerê bejayî bi ser bikeve, divê hin hêzên marênz derbas bibin, hingê dê gelek leşker û efserên artêşê cihê bibin (Wek çawa li Sûriyê). Lê heger hêzên Amerîkayê bejayî derbas nebin, wê demê ne leşkerên faris, ne jî kurd, Ehwazî û Belûçî dikarin tevgerê bikin. Bi derbasbûna bejayî, dê artêşa Îranê ji hev bikeve û dibe û hêzên pasdaran jî ji hev bikeve.
3- Di encama hêrşên wan çend rojên derbasbûyî bo ser jêrxanên wîzê li Kerec û Teheranê, elektrîka beşeke zêde ji wan her du bajarên qet bû; ew êrîş çi digihînin û çi peyamek hene?
Amerîka nameyekê dide Îranê, ku ew dikare wê ji hev bixe û wê hezar salî bi paş ve vegerîne. Ez bawer im, ku Amerîka dê greva Xark bi temamî bixe bin kontrola xwe, da bikare Tengeavgeha Hormozê û jêderên neftê biparêze.
4- Çima rejîma Îranê her tim di rewşên hestiyar de zêdetir givaşê dixe ser xelkê sîvîl yê Îranê? Bo mînak, bi tometa hevkariyê bi Îsraîlê re an endamtiya Mosadê, gel tê binçavkirin û darvekirin û gelo ev wek derfet tê bikaranîn bo bêdengkirina dengê nerazîtiyê?
Rêjîma Sûriyê jî wisa bû! Ji ber tewanbariyeke rasteqîn tune ye, lewra divê ew rêjîm tewanbariyekê bafirîne! Ew jî ajaniya Israîlê ye! Heger vê carê gelên Îranê rabin ser xwe dê dawiya rêjîmê were. Em dibînin, ku çawa serok, wezîr û hin serkirdeyên rêjîmê beşdarî xwepêşandanên Tehreanê dibin. Ev ne xurtbûne e! Ev tirsa ji raperîneke mezin e!
5- Armanca her yek ji Amerîka û Îsraîlê ji wî şerî çiye? Gelo armancên wan cudane?
Bi baweriya min, Amerîka di destpêkê nedixwest rêjîmê birûxîne! Îsraîlê ji despêkê ve ev armanca wê bû. Ji bo Amerîkayê tenê pêwîst bû, ku Îran bombeya nukliyar û mûşekên balistî çê neke û li gel wê peymanekê wajo bike. Lê piştî ku Xamîneyî û serkirdeyên refên yekê û dudiyê yên siyasî û leşkerî hatin kuştin, diyar bû, ku Îran ne wisa bi hez e, weke ku ew dibêje! Îrana ku her demê digot, ew dê Îsraîlê ji nexşeya Cîhanê rake, direweke mezin derket. Ji ber wê êdî Amerîka tevlî helwesta Îsraîlê bûye û ew jî dixwaze vê rêjîmê birûxîne.
Armancên Amerîka û Îsraîl di bingeh de hevparin, lê di taktik û girîngahiyan de hin cudahî hene.
Armanca Amerîka:
Amerîka dixwaze hêza herêmî ya Îran kêm bike, rê li ber berfirehbûna bandora wê bigire, û ewlehiyê li herêmê biparêze bi taybet li rêyên enerjiyê û bazirganiyê. Di heman demê de, Amerîka hewl dide ku şer negehe astekî berfireh ku kontrol kirin ji dest derkeve. Ji ber vê yekê, Waşington gelek caran di navbera zexta leşkerî û diplomasî (danûstandin) de balansê ra digere.
Armanca Îsraîlê:
Îsraîl şerê wekî mijareke “hebûn û nebûn” dibîne. Armanca sereke ew e ku hemû hêz û şiyana leşkerî yên Îran û hevalbendên wê li herêmê (wek mînak li Lubnan, Sûriye, an Gaza) bêne têkbirin. Ji ber vê yekê, Îsraîl bi gelemperî stratejiyek tundtir û rasttir heye û kêmtir amade ye ku bi şertan bigere ser masaya danûstandinê.
Cudahî: Erê, cudahî hene: Amerîka li ser kontrolkirina şer û parastina balansê dixebite.
Îsraîl li ser têkbirina temamî ya metirsiyê (bi taybet ji aliyê Îran) rawestaye.
Di encamê de, em dikarin bibêjin ku armancên wan stratejîkî hevbeş in, lê rê û astên tundiyê yên wan cudane.
6- Li gorî gotinên dawî yên xwedî Donald Trump, gelo ew dixwaze şer berdewam bike an danûstanê bike?
Ez bawer nakim, ku derfeta danûstandinê mabe! Heger hebe jî, ew dê ji bo ku rêjîm xwe teslîm bike! Dema Wezîrê Karê Derve Îraqcî û Serokê Îranê Pizîşkiyan dadikevin meydanên xwepêşandanan, ev diyar dike, ku rêjîm çiqas lawaz e! Bi baweriya min, ku Trump bi hin gotinan dixwaze demê derbas bike, da ku hêzên Marênz xwe ji bo operasiyonên bejayî amade bike. Di destpêkê de, ew dê greva Xarkê kontrol bike, da Tengavgeha Hormozê û jêderên petrolê bê tamînkirin û bandor li aboriya Cîhanê nebe û paşê dê dest bi şerê bejayî bê kirin.
Li gorî gotin û helwestên dawî yên Donald Trump ew bi giştî xwe wek kesekî nîşan dide ku dixwaze şerên dirêj nebin û Amerîka nebe di nav şerên derveyî de bi awayekî berfireh.Lê di heman demê de, ew pir caran dibêje ku heke pêwîst be, dê hêza leşkerî bi tundî bikarbîne da ku dijminan bi lez bîne ser rêya xwe. Wateya siyasî ya vê helwesta Trump ne tenê li aliyê şer e û ne jî bi temamî li aliyê aştiyê. Stratejiya wê zêdetir li ser “zexta nisbî + danûstandina bi şertên xwe ava bûye.
Ji ber vê yekê ew dikare di demekê de şer zêde bike ji bo zextê,û di demeke din de li ser masaya danûstandinê rûne, ger ew şertên xwe baş bibîne.
Encam: Helwesta Trump pragmatîk e: şer wek amûrek ji bo bidestxistina şertên siyasî di danûstandinan de tê bikaranîn, ne wek armancek bi xwe.
Sîmîm Rûhanîzade: Gelek spas kek Maksîm Alîsa