Danûstandinên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Komara Îslamî ya Îranê de li Îslamabada Pakistanê dest pê kirine. Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi hestiyarî çavdêriya pêvajoya van danûstandinan dike, danûstandinên ku ne tenê nîşaneya aştiyê nîn in, belkî xapandineke siyasî ya di asta navneteweyî de dubare berhem tîne.
Pêkhateya şanda Komara Îslamî tu gumanekê li ser mahiyeta rastîn a vê rejîmê nahêle: Pêkhateyeke ewlehî-leşkerî ku dîplomasiyê tenê wek amrazekê ji bo pêşxistina armancên xwe yên serkutker û destwerdanê bi kar tîne. Serpêreştiya vê şandê li ser milê Mihemedbaqir Qalîbaf e, ku wek yek ji fermandarên pilebilind ên Spaha Pasdaran û kesayetên sereke yên dezgeha serkut û geşepêdana leşkerî, di nav de projeyên navokî û mûşekî yên Komara Îslamî tê naskirin, ew wek sembola lihevketina eşkere ya desthilata leşkerî û siyasetê di vê pergalê de tê hesibandin.
Her wiha, beşdarkirina Mihemed Ceferî Sehrarûdî ku navê wî bi dosyeya terora Dr. Ebdulrehman Qasimlo ve hatiye girêdan û fermana girtina wî ya yasayî di asta navneteweyî de heye, tenê wek "tesaduf" nayê dîtin, belkî ev doktrîna fermî ya vê rejîmê nîşan dide ku tê de teror wek amraza siyaseta derve û "parastina ji darizandinê" (masûnîyet) wek bingeha sereke ya serdest bi ser pêkhateya desthilatê de tê dîtin. Rûniştina kesên bi vî rengî li ser maseya danûstandineke navneteweyî, sivakatiyeke eşkere ye bi şanda Amerîkayê, bi dadperweriyê, bi qurbaniyên terorê û bi kêmtirîn pênasên exlaqî û yasayî yên têkiliyên navneteweyî.
Ev şand, şandeke dîplomatîk nîn e, belkî berdewamiya toreke birêxistinkirî ya teror, kuştar, xapandin û operasyonên leşkerî yên li dervayî sînoran e. Danûstandin bi pêkhateyeke wisa re, ne tenê nabe sedema aştiyê, belkî bi wateya şeriyetdan bi siyaseta teror, dîlgirtin û binpêkirina sîstematîk a mafên mirovan tê, ji vî aliyê ve Amerîka ku bi xwe Spaha Pasdaran wek rêxistineke terorîst nas kiriye, rûbirûyê rexneyeke cidî dibe. Ezmûna çar dehên borî jî bi zelalî îspat kiriye ku Komara Îslamî danûstandinê ne ji bo çareserkirina qeyranan, belkî ji bo wextqezenckirin, nûkirina şiyanên xwe û berdewambûna li ser heman siyaseta xwe ya wêranker bi kar tîne.
Em bi eşkere radigihînin: Her cure peyman û muamileyek bi vê rejîmê re, bêyî liberçavgirtina bingeha lêpirsînê û bi fermî naskirina mafê qurbaniyan, wek beşdarbûn di berdewamiya neheqiyê de tê hesibandin. Civaka navneteweyî û dewletên demokratîk li beramberî bijardeyeke zelal in: An divê li rex û li pişta xelkê Îran û Kurdistanê û qurbaniyên teror û serkutê bisekinin, an jî li rex rejîmekê cih bigirin ku teror kiriye siyaseta xwe ya fermî.