Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirîza dermanan li Îranê; dermanên nesaxiyên hindirî jî dest nakevin

10:19 - 31 Gulan 2026

Berpirsê Encûmena pizîşkên hindirî ya Îranê hişdarî daye  ku kêmbûna berçav a dermanên nesaxiyên hindirî weke xemokiyê heye û dibêje ku di mehên bê de ev kirîz dê metirsîdartir bibe.

Wahid Şerîet, Berpirsê Encûmena pizîşkên hindirî ya Îranê, ragihand ku gelek ji dermanên bingehîn nayên bi dest anîn. Navbirî deselatdarên Tehranê wek sebebkar û berpirsên yekem ê vê rewşê dizanin û got: “Çavkaniya kirîzên hindirî ya îro, biryarên giştî yên deselatdaran û çawahiya nêrîna wan li ser pirsgirêkan e ku sîberek reş xistiye ser hemû qadan.”

Ev nebaşbûna kerta tenduristiyê di demekê de tê ku berpirsên Rêxistina Xwarin û Derman ya rejîmê jî dan bi hebûna pirsgirêkên aborî danîne, û bas ji nebûna sermaye û giran bûna zêdetirî hezar cûre dermanan kirine. Ev rewş pîşesaziya dermanê li Îranê felc kiriye. Heta hin madeyên bingehîn yên dermanan jî ji ber alozî û rewşa herêmî yên rejîmê li gumrikên welatên cîran de hatine rawestandin.

Pisporên tenduristiyê hişyarî didin ku kêm bûn an jî qutbûna ji nişkê ve ya wan dermanan dikare bibe sedema xerabûna tund a rewşa derûnî ya nexweşan û bibe sedema belavbûna kirîzek mirovî û civakî di Îranê de.