Mark Dobowitz, Rêvebirê Saziya Bergirî ji Dêmokrasiyê (FDD), ragihand ku jinavçûna beşek girîng ji hêza moşekî û jêrxaneyên berhemanîna moşekan li Îranê dikare wekî girîngtirîn encama şerê vê dawiyê bê hisab kirin.
Dobowitz di postekê de li ser tora civakî ya (X) amaje bi vê yekê kir ku hewce ye bernameyên moşekî û atomî yên Îranê bi hev re bên nirxandin, ji ber ku her yek ji wan yê din bihêztir dike.
Wî nivîsand: “Ew tiştê ku stratejiya Îranê gelek metirsîdar kiribû, tenê şiyana çekên atomî nebû, belkû pêşbîniya parastina wan çekan bi rêya hezaran moşekên balîstîk bû.”
Rêvebirê FDD bal kişand ser vê yekê ku enbarên moşekan yê Îranê bi armanca astengkirina her cure êrîşeke leşkerî li dijî bernameya atomî ya Îranê hatibû amadekirin, da ku têçûya êrîşên Îsraîl û Amerîkayê zêde bike.
Dobowitz got ku operasyonên leşkerî yên wê dawiyê şiyana moşekî ya Îranê bi awayekî berçav lawaz kiriye û berhemanîna moşekên dûravêj paşde xistiye, yên ku di pêşerojê de dikarîn ji bo Amerîkayê bibe gef.
Wî herwisa got ku pirsa bingehîn niha ev e ku Îran bi çi awayekî dikare bernameyên xwe yên moşekî û atomî ji nû ve ava bike, ji ber ku niha rêya Tehranê ji bo gihîştin bi çeka atomî ya kara, ji demê beriya destpêkirina şerê wê dawiyê pir dijwartir bûye.