Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp, min rêkeftin pê baştir e, lê bo bijardeya serbazî jî em amadene

09:37 - 31 Gulan 2026

Donald Tiramp, Serokomarê Amerîka ragehand ku Waşington li rêkeftinek gelek baş de digel Îranê nêzîk bûye, herwisa tekezî li ser vê kir ku rêkeftin pê baştir e, lê eger negehine daxwaziyên xwe, li rêya serbazî ve dê vî karî xelas bikin.

Tiramp îşare bi vê kir ku hêza deryayî û esmanî a Îranê bi temamî wêran kiriye, lê zirar negihandine arteşê, çimkî arteş heya astekê miyanrewe, û nexiwestine hevşêweya ezmûna Îraqê, tev pêkhateyan helweşîn in ku avedankirina wan dehan sala dem bixwaz e.

Serokomarê Amerîka li hember dosiya etomî îdia kir ku Tehran razî bûye çeka etomî berhem neîne û li rêya kirînê ve jî destê wê nagehê.

Navbirî herwisa got, min pê başe em bigehine rêkeftinê, çimkî em dikarin destbicî Tengava Hormozê vekin, tenê gerentiyek ku em dixwazin eve ku çeka etomî nebe.

Tiramp tevî jinavbirina şanda rejîmê, ragihand ku lez nîne li rêkeftnê, herwisa di dawiyê de navbirî rexne li medyayên çewaşekar girt ku serkeftinên Amerîka bi kêm nîşan didin û bûne mezntirîn darayî bo Îranê.