Roja Şemî, 9ê Cozerdana 1405an, endam û alîgirên hizbên Kurdistana Îranê li hember balyozxaneya Komara Îslamî li Lendenê, xwepîşandanek berfireh bo mehkumkirina êrîşên mûşek û dironî ên rejîma Îranê bo ser kempên hizbên Rojhelat û pêla bidarvekirina ciwanên Kurd li navxweyê welat de birêve birin.
Xwepîşandan bi sirûda netewî a Ey Reqîb û ragirtina xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurdistanê dest pê kir.
Li berdewamiya xwepîşandanê de, peyama hevpeymaniya hêzên siyasî ên Kurdistana Îranê ji aliyê rêzdaran Hemîd Murtezazade, Ferîd Deyhîm û Yûnis Mukrî bi zimanên Kurdî, Farsî û Îngilîzî hatine pêşkeşkirin.
Di vê peyamê de daxwaz li civatgeha navdewletî kirin ku li asta tawanên rejîmê bê deng nebin, û tekezî kirin ku xwepîşander dengê zîndaniyên siyasî, mafxiwazan, kolberan û tev qadên sitemdîtî ne.
Herwisa hate ragehandin ku her cure miamile û rêkeftinek pişt dergehên daxistî ligel Tehranê, nikare rewayîya desthilatek lêqewmî bizivrîne, çimkî îradeya xelkê bo azadî û dawîanîn bi sitemkariyê bi tu awayekî nayê bêdeng kirin.
Ev kombûnên nerizatiyê bi gotina sirûda Ey Şehîdan û pêşkeşkirina çendîn sirûdên şoreşgerî ên din berdewam bûn.
Beşdarbû li heyama xwepîşandanê de bi gotina dehan siloganan bi zimanên Kurd, Farsî û Îngilîzî, dengê nerizatiya xwe dijî siyasetên serkutkarî ên Komara Îslamî bilind kirin.