Fermandehiya Navendî a hêzên Amerîkayê (SENTKOM)ê ragihand ku hêzên deryayî yên wan li deryaya Omanê de, rêgirî li keştiyek barhilgir bi allaya welatê Gambiya kirine ku hewl dabû dorpêça ser benderên Îranê bişkîne û bo yek ji benderên wî welatî ve biçe.
Li gorî daxûyaniya SENTKOMê, hêzên Amerîka li dema çavedêrîkirina avên navdewletî de, keştiya Liyan Sitar dîtine û pitir li 20 caran hoşdarî danê ku nikare givaşa deryayî a Amerîka pêşêl bike.
Piştî vê ku xedemeya keştiyê ferman piştguh xistine, firokeya şerke a Amerîka bi avêtina mûşekek Hêllfayêr bo nav matorxanê, ev keştî jikar xistiye û niha li deryaya Omanê de sergerdane, û hêzên Amerîka neçûne nav vê keştiyê.
SENTKOMê eşkere kir ku bi vê pêngava nû, hejmara wan keştiyên bazirganî ku bi sedema hewildan bo şikandina dorpêça Amerîkayê hatine jikar xistin gehiştiye 6 keştiyan, herwisa rêreva 116 keştiyên din jî hatiye guhertin.
Amerîka di dawiya meha Avrîla derbasbûyî ve li bersiva daxistina Tengava Hormozê ji aliyê Komara Îslamî ve, givaşa serbazî a benderên Îranê dest pê kir.