Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di hejmara vê carê ya Rojnameya Agirî de me digel Ebdulezîz Qasim Siyasetvan li ser alozyên dinavbera Amerîka û Îranê, gefên wan her du welatan hevpeyvîn encamp daye

09:15 - 11 Gulan 2026

Hevpeyvîn: Ebdulezîz Qasim - Siyasetvan

Hevpeyvînkar: Sîmîn Rûhanîzadeh

 

1- Li gorî aloziyên di navbera Îran, Amerîkayê û Îsraîlê de, û hebûna ew agirbesta demkî, gelo divê ev agirbest wek nîşaneya kêmkirina aloziyan were dîtin, yan jî tenê “sekinandinek taktîkî” ye ji bo nû ve bihêzkirina leşkerî û ewlehiya hewce bo her du aliyên?

Bi dîtina gelek şirovekarên siyasî, hebûna rêjîma Îranê bi xwe, wekî gef û aloziyek mezin li ser ewlehiya deverê tê dîtin, nexasma ku ev rêjîm bi dirêjahiya 47 salan pabend nebûye bi rêkeftinên navdewletî yên derbarî bernameyê etomî, mafên mirov, destêwerdana derekî û piştgirtiya milîsên terorîst..., lewra hîç agirbestek yan rêkeftinek bi vê rêjîmê re naçê serî, û her di vê çarçoveyê de, ev agirbest niha ya heyî bi agirbestek demekî û taktîkî tê dîtin û nayê bi wateya rawestandina şer, belkû tê bi wateya kontrolkirina şer, ku Îran hewl dide vî şerî berbi şerekî cîhanî yê berfireh bibe, ku her ji destpêkê hewl daye ku hindek dewletên Erebî û Herêma Kurdistanê tevlî vî şerî bikin, bi piştgirtiya milîsên xwe yên li Îraqî û Hizbulahê bo pêkanîna êrîşan li ser navendên stratîjîk yên Amerîka û Israelê di çarçoveyê siyaseta berfirehkirina şer de, nemaze piştî daxuyaniyên tund ji aliyê Tirkiyê û Pakistanê li hember beşdariya Kurd û Belûçan di şerê rûxandina rêjîma Îranê de.

Ji ber vê yekê, bi dîtina min, ku ev agirbest pitir xwestekek demkî nîşan dide, ku Amerîka hewl dide xwe ji şerekî berfireh dûr bike, yan hewl dide siyaseta xwe ya paşerojê li deverê gav bi gav pêkbîne, û rêjîma Îranê piştî ziyanên leşkerî yên mezin,ji aliyê xwe ve hewl dide ku şiyanên xwe yên leşkerî dubare bike û ji nû xwe organîze bike, û ev yek rastiya armancên rêjîma Îranê diyar dike, ku ew amade nîne bibe beşek ji aştiyek berdewam, tevî ku gelek kartên wê yên derve li Libnan û Yemen û Sûriyê hatine şewtandin, ji ber vê yekê ev agirbesta heyî agirbestek lawaz e, ku wekî "rawestanek taktîkî" tê dîtin, nemaze ku piştî dorpêçkirina tengeva Hormozê dibe ku yasa û zagon û armancên şer bêne guhertin.

 

2- Di sinaryoya zêdekirina pevçûnan de, rola Tengava Hormozê heta çi qasekî dikare wekî amûra zextê ji aliyê Îranê ve bixebite, û gelo girtin an jî newekirina wê zêdetir zirarê dide aboriya cîhanî an di dawiyê de Îran hebxwe dikeve nava zirarên tundtir û zêdetir?

Kurtukurmancî;  Rêjîma Îranê bo man û hebûna xwe, herwisa sivikirina barê xwe, bi her awayekî dê hewl bidê ku vî şerî berbi şerekî cîhanî yan herêmî yê berfireh bibe, û bikaranîn tengava hurmiz ku yek ji giringtirîn tengavên stratîjîk yên aboriya navdewletî li cîhanê ye, tê bi wateya ku rêjîma Îranê dê tengava Hormozê wekî qorixkariyek siyasî-aborî (Political Coercion)  bikar bîne bo pêdagiriya li ser berdewamiya meyandina oranyûmê û nûjenkirina bernameya xwe ya nuklerî û mûşekî, herwisa bo zêdekirina hejmongeriya xwe ya herêmî, û heta astekî li ser dewletên Ewropayê jî.

Bi dîtina min, rêjîma Îranê wê berdewam bimîne li ser astengîkirina hinartina gaz û petrolê, dê tengava hormoz ne tenê wekî karteka fişar û zextê bikar bîne, lê zêdetir dê wekî kartek stratîjîk li ser abûriya cîhanî bikar bîne, herweha bo berfirehkirina şer berbi şerekî cîhanî û guhertina yasayên navdewletî derbarî tengav û derbend û korîdorên deryayî.

Bi dîtina min armancên metirsîdar li pişt astengîkirina tengava hormozê hene, û herwisa rehendên navdewletî û herêmî yên kûr û dûr jî hene ku Îran dê berdewam be li ser berhemhênana alozî û krîzên zêdetir, nemaze ku bihayê petrolê gelekî bilind bûye di nav bazarên navdewletî de, bi taybetî di bazarên Ewropayê de, di dema ku nakokî di navbera Amerîka û dewletên NATO de zêdetir dibin, bi taybetî piştî astengîkirina tengava Hormozê, ku Ewropa piştî Şerê Rusya- Ukraine, alternativek bo peydakirina gaz û petrolê bi rêjeyek pitir ji 30% nîne (li gor raportên aborî).

 

3- Li gorî ezmûnên berê yên li herêmê, sênaryoyên pêşerojê kîjan nin: pevçûna rasterast û berfireh, şerê niyabetî yê kontrolkirî, an vegerê ser maseya danûstandinê? Û her yek ji van senaryoyan çi encam hene ji bo balansa hêzê li Rojhilata Navîn?

Goman têde nîne, ku rêjîma Îranê nêzîk yan dûr dê birûxêt û dibe ku senyaroyek çavrênekirî yan pitir ji senyarok ji aliyê Amerîka û Israel hebe, cuda ji senyaroya li Sûriyê, senaroya herî tê pêşbînîkirin ku Amerîka dê pitir fişarên aborî bikar bîne bi rêya sepandina dorpêçeke deryayî heta ku Îran neçar bibe xwe radest bike, herweha ku dorpêça deryayî bi awayekî şer berbi dewletên Erebî kêm dike,  ji aliyek dî rê digire li bizavên Îranê yên aborî ji jinavbirina şiyanên Îranê bo nûjenkirina sîstema xwe ya deryayî û esmanî û dezgehên etomî û mûşekên balistîk.

Agirbest niha nayê bi wateya aştiyê, zêdebarî ku pêdiviya aştiyek mayînde bi rêkeftinên mezin li ser astên (ewlehî, siyasî, etomî, aborî, herêmî) heye, tevî ku berjewendiyên Îsraîlê naguncin, ligel berjewendiyên rêjîma Îranê û nejî ligel berjewendiyên hindek dewletên herêmî wekî Pakistan û Tirkiyê û Erebistana Sûdiyê, ku Îsraîl wekî aktorekî serekî razî nabe bi hebûna rola Pakistan û Tirkiyê di paşeroja Îranê de.

Lê tê çavrêkirin ku ji aliyê çend dewletên herêmî wekî Tirkiyê û Pakistan û Ezerbican û Îranê hewl li dijî Kurd û Bilûç hebin, nemaze ku Tirkiye dê hewl bide ku rolek wê hebe di paşeroja Îranê de, wekî heman destêwerdana wê di Rojavayê Kurdistanê de, dibe ji bo armancên xwe û dê hin girûp û aliyan bikar bîne, lewra metirsiya herî zêde dê li ser deverên kurdî yên li ser sînorên Tirkiyê be, herwisa metirsiya milîsên Îraqê jîli ser deverên din yên Rojhelatê Kurdistanê heye.

Dibe ku Kurd û Bilûç rastî komkujiyan bibin, nemaze ku çend nîşan hene li ser peydabûna hevpeymaneke nehênî di navbera Enqera û Taran û Bexda de bo dijberiya pêşketina doza neteweyî ya kurdî li Rojhelatê Kurdistanê dikin, nemaze digel zêdebûna êrîşên esmanî yên rêjîma Îranê û milîsên wê yên li Îraqê li ser Hewlêrê û baregeh û kampên Rojhelatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê.

 

4- Heke alozî berdewam bike an jî agirbestek hebe, ev rewş çi bandorê li ser meşrûiyet û seqamgîriya navxweyî ya hikûmeta Îranê heye? Gelo zêdekirina krîza derveyî dikare bibe sedema yekbûna navxweyî, an jî berevajiyê wê pirsgirêkên siyasî û civakî kûrtir dike?

Wekî bûyerên 47 salên borî nîşan didin, ku rêjîma Îranê bi hîç awayekî nûneratiya hemû gelên Îranê nakê, bi taybetî ku rêjîmê paş Şoreşa “Jin jiyan Azadî” ti meşirû'yet nemaye.

Helbet îro bi sedema têkçûna rewşa aborî ya Îranê, dê dengê nerazîbûna xelkê Îranê li hember siyasetên vê rêjîmê zêdetir bibe, nemaze ku rêjîm hêşta berdewam e li ser stem û serkutkirin û bidarvekirina çalakvanên sivîl.

Bi kurtî dikarim bêjim: heke zextên aborî û leşkerî berdewam bikin, dê nerazîbûna gel zêdetir bibe û krîza navxweyî kûrtir bibe, lê bi baweriya min bêyî piştevaniya navdewletî, bi tenê nerazîbûna xelkê Îranê sernakeve û dê rêjîm berdewam be li ser kuştin û bidarvekirina keç û ciwan û çalakvanên kurd.

Gelek spas ji boy bersivdana cenabê te kekê Ebdulezîz Qasim